المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Ji raya giştî ya cîhanê re… Însiyatîfa azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê

214

Dewleta Tirk a nû, ji destpêka avabûna xwe û heta îro li ser bingehê yek reng, yek al, yek netewî û yek zimanî hatiye avakirin.
Ji bo vê jî li dijî hemû çand û pêkhateyên herêmê kete nava şer û qirkirinên li dijî gelên kevnar û xwecihî yên weke: (Kurd, Ermenî, Aşûr, Suryanî, Yunanî, Bulgar, Çerkez, Laz… )
Di encama siyasetên xwe yên qirkirin û helandinê de, her çendî çend serkeftî bi dest xist jî, pirsgirêkên wê çareser nekir in, û Tirkiye xist nava şer û aloziyên herdemî ji sed salî û heta niha jî berdewam e.
Tişta ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê dimeşînin, polîtîkayeke dîktatorî ya faşîst e ku ji vê hişmendiyê derdikeve û biryara dawî ya Dadgeha Bilind a ji bo 6 mehan qedexekirina daxwaza hevdîtina Rêbertî bi parêzeran re raya giştî ya navneteweyî şok kir.
Ev yek berovajî biryar û pêşniyarên Komîteya Wezîran a Yekîtiya Ewropayê ya ji bo vekolîn û sererastkirina qanûnên awarte yên li dijî rêber û sembol Abdullah Ocalan, û beriya wê jî biryara Komîteya Dijî Îşkenceyê (CPT), biryara dadgeha Tirk a qedexekirina Rêbertî ye. ji hevdîtina bi xizmên xwe û parêzerên xwe re dê pirsgirêkên (siyasî civakî û aborî) yên Tirkiyeyê bi awayekî qat bi qat mezin bikin û ev jî îspat dike ku mezinkirina têkoşînê û bilindkirina wê di hemû qadan de yekane rêya têkbirina faşîzma AKP, MHP’ê ye.
Em bang li rêxistinên mirovî yên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û Komîteya li dijî Îşkenceyê dikin ku bi lez û bez bikevin nava liv û tevgerê ji bo rakirina vê biryara bêhiqûqî û dîktatorî ya li ser Rêber Ocalan.
Azadiya fîzîkî ya Rêber APO.
Bijî têkoşîna gelên ku hesreta azadî û demokrasiyê ne, şerm ji faşîzm û dîktatoriyê re.
Însiyatîfa azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê