المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Heyeta DEM Partiyê bi Rêber Apo re hevdîtin kir

22

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Rêber Apo re ji Giravê vegeriya.

HEVDÎTINA BI RÊBER APO RE

Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bi Rêber Apo re hevdîtinê kirin û ji Girava Îmraliyê vegeriyan.

Di heyetê de Serokwekîla Meclîsê Pervîn Buldan, Parlamenterê Mêrdînê Mîthat Sancar û Ozgur Erol ê ku yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ye, cih girtin. Civîn saet di 10’ê sibehê de dest pê kir û dora 6 saetan dewam kir.

Tê payîn ku heyet têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî bide.