‘Em 15’ê Tebaxê ya îsal bikin sala bersivdayina li pêwîstiyên bêeman ên dîrokê’*
Me pirsgirêkên xwe yên sed salan ku veguherîne girêka kor gihandine çareseriyê ku ev yek pêşketineke mezin e. Pirsgirêk divê me netirsînin, berevajî vê yekê ji ber ku nêzî çareseriyê bûne, divê lêgerîn û rastiya çareseriyê me kêfxweş bike.

Xwendekarên hêja yên Akademiya Mahsûm Korkmaz; ji ber ku kevneşopiyeke ez di şexsê we de çavkaniyê hêza perwerde û pêşengiyê tevahiya şehîdên vê Akademiyê, qehremaniya wan, fermandar û şervanên ku heta roja me ya îro têkoşîn meşandine bibîr tînim, hurmet û silavên xwe pêşkêş dikim.
Bi rastî ne tenê ji ber rizgariya neteweyî gihiştiye vê qonaxê, di heman demê de ji ber ez şahidiya vejîna mirovê nû di vê dibistanê de dikim, serbilindî û coşa wê dijîm. Li ser vê bingehê di şexsê we de ez vê pêngava dîrokî li gelê me pîroz dikim.
Îro dîrok bi vê pêngavê re wate dibîne û ji bo me bi pêşve diçe. Heta mirovê nû jî bi xebatên em li vir dimeşînin re wate dibîne. Bi coş û kelecan tê şopandin û jiyîn. Em bi awayekî eşkere li vir hebûnek diafirînin. Perwerde ji bo pirsgirêk û çareseriyên rizgariya me ya neteweyî, ji bo pêşengtiya partî û ji bo gerîla bingehîn e. Sîstema dibistanê pir girîng e. Bêyî vê perwerdehiyê û vê dibistanê, şer li milek me nedikarî hebûna xwe biparasta. Divê careke din em behsa girîngiya vê bikin; Ev dibistan ji bo rizgarkirina demeke taybetî nehatiye avakirin; ew bi asta analîza xwe rastiya sînorên me ya neteweyî derbas dike û bandorê li mirovahiyê dike. Ne leşkerî, ew hemû aliyên jiyana nû tîne ziman. Ew nirxên ku ji nan û avê bêtir hewcedariya me pê heye, derdixe holê û dike malê mirovahiyê. Beriya her tiştî di dîroka nûjen de cara ewil e me ji bo xwe dibistanek ava kir.
GELEK BÊYÎ DIBISTAN GELEKÎ KU TÊK ÇÛYE
Gelekî bêperwerde gelekî paşvemayî û hov e ku her kes dikare li ser desthilatdariya xwe bimeşîne, îstîmar bike û ji mirovbûnê derxîne. Ji ber ku em bê dibistan û bêperwerde mane, em bûne gelê herî bê nasname yê cîhanê. Ev dibistana me, ne tenê bi xwendekarên xwe û perwerdehiya ku ew distînin, di heman demê de bi nirxên xwe yên dîrokî, analîzên kûr û kadroyên ku bi perwerdeyê re pêş dikevin ji niha ve bûye malê jiyanê û serketin teqez kiriye. Mirov bêje ‘dê pêşketina xwe ya mezin bigihîne sedsalan’ di cih de ye. Pirsgirêka me ew e ku em bizanin ka bi kîjan xebatê em vê rojê bi ser bixînin. Ger hûn bala xwe bidin, min têkoşîna herî mezin li vir da. Wekî ku her kes şahidiyê dike, dijmin jî dizane ku bêyî têkoşîna li vir, ne mimkun bû ku li deverên din şer bihata kirin û dewamkirin. Heta bîst û çar saetan li ber xwe dayîn jî nepêkan bû. Ger ew berfirehtir û yekgirtîtir bûya, serketin dê bi vê pergala dibistanê re pir zûtir û biryardartir bûya. Ez encaman kêm nabînim, lê ez wan jî teqez têr nabînim.
Hurmeteke me ya mezin li hemberî coş û nêta we û gelê me yê baş hene. Ji xwe ji ber ev taybetmendî hene, me qîmet da û me gihand asta pergala dibistanê. Hinek em bi serketin. Lê pirsgirêk bi dawî nebûn, her ku çû mezintir bû.
Li cihê ku pirsgirêk zêde dibin, rêyên çareseriyê jî nêz dibin. Hoste dibêjin, “Li cihek pirsgirêk çiqas mezintir û tevlihevtir bin, çareserî jî ewqas gihîştîtir e.” Ev pêşveçûnek mezin e ku em niha ji bo pirsgirêkên ku bi sedsalan çareser nebûne, nêzîkî çareseriyek gihîştî dibin. Divê pirsgirêk me netirsînin; nêzîkbûna çareseriyê divê hêviyê bide me û me teşwîq bike ku em lê bigerin.
MIROVÊ ÇARESER DIKE MIROVÊ HERÎ MEZIN E
Mirovê herî nêzî çareseriyê, mirovê ku herî nêzî afirandina xwe bi awayekî rêk û pêk di azadiyê de ye. Kolektîvîzm ji bo gelê me di vê qonaxê de her tişt e. Ez ji kesên ku naxwazin hevrêtiyê parve bikin, ji bo kesên ku tenê li xwe difikirin re dibêjim: cihê vê di nava vî welatî û gelî de nîne, bingeha wê nîne. Ji bo pêşîgirtina li tenêtî, parçebûn û windabûna mezin, divê mirov pêşî di hundurê xwe de rêxistinek xurt biafirîne. Divê ev bi du kesan re, bi her komekê re were mezinkirin û nirxeke mezin were danîn. Ev şerta bingehîn a rizgariya vê serdemê ye. Divê hûn jî vê yekê wekî şerta xwe ya herî bingehîn a jiyanê bihesibînin û jiyana xwe li gorî wê birêxistin bikin. Divê hûn vê hêz û mezinahiyê layiqê xwe bibînin.
Hevalî yekîtiya mirovên herî zana ye. Partî sazûmankirina aqil û siyasetê ye. Êdî li wir, aqil bi rêzikan ve girêdayî ye, siyaset tenê bi armancan ve girêdayî ye û her tişt li gorî rêzikan bi rêve diçe. Mebesta me ji dibistana sazûmanî ev e. Dema tê gotin îdeolojî dibe partî divê bi vî rengî were fêmkirin. Ger di nava we de aqilmendek ewqas mezin hebe, tiştek ku bi ser nekeve nîne. Hemû hewldanên cidî dê serketî bin. Dibe ku mirov di hin aliyan de têk biçe, lê serketina giştî dê were bidestxistin.
Ji ber vê yekê, ya ku divê ji têkoşîna îdeolojîk bê fêmkirin, bidestxistina tiştên jêneveber û bingehîn ên ji bo me ne. Hûn ê ji bo wê têbikoşin û bi hişê xwe gelek hewl bidin. Hûn ê ne tenê bi xwendinê, di heman demê de bi çavdêriyê jî hîn bibin.
Heke hûn bi her alî ve xwedî li welatê xwe derkevin û bi zihniyeta azadiyê jiyanê xurt bikin, hûn ê dojehê jî veguherînin bihuştê. Dewlemendiya li welatê me dikare têra hemû gelên Rojhilata Navîn bike. Ev bi şopandina rêya bihêz a aqil pêkan e. Min hinekî kûr kir lê hûn dikarin kûrtir bikin! Ji ber ku min lêkolîn kir, westiyam û ez rawestiyam. Encax ez ewqas pêşde çûm û bi awayekî amade min danî pêşiya we.
Ez bawer dikim ku dibistana me ne tenê di şer de, di jiyanê de jî çavkaniyek rastîn û bihêz e. Ev rastiya dîrokî rêberiya we dike ku hûn bibin kesên xwedî armancên mezin. Ders berfireh in û hêdî hêdî aliyên jiyanê yên ku berê vala û bêwate xuya dikirin vediguherînin yên watedar û dewlemend.
SOSYALÎZM AZADIYA KEDÊ YE
Sosyalîzm azadiya kedê ye. Keda azad li ser bingeha kar e. Heta di şer de jî, sosyalîst dev ji xebatê bernade. Ger sosyalîst kar wekî şer bibînin, ew ê baş, bêkêmasî şer bikin û teqez bi ser bikevin. Ger şer tune be, ew ê têkoşîna xwe ji bo aboriyê bimeşînin. Kesî bêkar nehêlin û her kesî têr bikin. Sosyalîst ew mirovên ku vê yekê dikin. Ger îdeolojî hewce bike, ew îdeolojiyê diafirînin, ew aqil diafirînin. Sosyalîst, mirovan eware nakin, berevajî têr dikin. Ya ku di nava me de pêk hatiye ev e û ev yek heta niha di rastiya Rêbertî de bi ser ketiye.
Di encamê de, derketina sosyalîstê serkeftî, îfadeya îdeolojîk, siyasî û pratîkî ya rastiya Rêbertiyê ye ku serdikeve û çareser dike. Hewcedariya me ya herî mezin jî ev e û derfeta ku ji we re tê pêşkêş kirin jî ev e. Bêyî hincetan, bê asteniyan û bê derengketin, hûn ê aqil û xeta îdeolojîk û siyasî ya ku herî zêde hewcehiya we pê heye, bi dest bixin.
Ez we, nirxên şerker ên dibistana me, şehîdên me yên hêja, hevalên me û gelê me yên ku li ser vê bingehê rabûne ser piyan bi hurmetî û hezkirin silav dikim û serketinên mezin ji we re dixwazim.
*Ji analîzên Rêber Apo yên sala 1997’an hatiye berhevkirin.