المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Boutîflat: Ocalan rêberekî bi hêz e, ji bo azadiya wî divê em seferber bibin

42

Siyasetmedar Dylan Boutîflat da zanîn ku Abdullah Ocalan nûnertiya mûxalefeta li dijî otokratiyê dike, “Divê em ji bo azadiya Ocalan seferber bibin.”

KAMPANYA LI DIJÎ TECRÎDÊ

Ev 41 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin ku di bin tecrîdeke giran de ye û zêdeyî 25 sal in li greva Îmraliyê tê ragirtin. Mafê wî yê hevdîtina bi parêzer û malbatê re hatiye desteserkirin. Dewleta Tirk hiqûqa xwe ya hundir û peyamên navneteweyî yên îmze kirî, binpê dike û ji bo berdewamkirina sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê israr dike. Pisporên ji qada navneteweyî tecrîda ku didome weke “bêhiqûqiyeke ku mînaka wê li cîhanê nîne” pênase dikin.Di çarçoveya pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de ku di 10’ê Cotmehê de li ser asta cîhanê destpê kir, nerazîbûnên navneteweyî, zêde dibin.

Beriya demek nêz; siyasetmedar, hunermend, akademîsyen û parêzvanên mafên mirovan di nav de, 61 Fransiyan nameyek ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re şandin û bang kirin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê her kes bikeve nava liv û tevgerê. Yek ji îmzekarê nameyê, Sekreterê Têkiliyên Navneteweyî yê Partiya Sosyalîst a Fransayê Dylan Boutîflat li ser tecrîda Îmraliyê ji ANF’ê re axivî.

‘ME NÎŞAN DA KU ABDULLAH OCALAN NEHATÎ JI BÎR KIRIN’

Dylan Boutîflat diyar kir ku armanca şandina nameyê ji CPT’yê re ew e ku nîşan bidin Ocalan nehatiye jibîrkirin û wiha got, “Weke 61 siyasetmedar, akademîsyen, çalakvan û parlementer ên Fransayê, me diyar kir ku em ragirtina Ocalan a bêhiqûqî ku ev sê sal in ji ber tecrîdê nikare bi malbat, parêzer û hevrêyên xwe re hevdîtinê bike, napejirînin. Me nîşan da ku em ji bo Ocalan di nava piştevaniyê de ne. Mijara ku tehemûla me dide zorê ew e ku, Tirkiye van hemûyan weke endamekî Konseya Ewropayê pêk tîne! Tirkiye ji ber ku rêzê ji prensîbên hiqûqî, dewleta hiqûqê û mafên mirovan re nagire, bi rêk û pêk tê şermezarkirin. Hem li Tirkiyê û hem jî li sê welatên din ku Kurd lê hene, li ser şertên çareseriya pirsa Kurd û bi taybetî jî ku daxwaza Kurdan e, em daxwaza ji nû ve avakirina diyalogekê bi hemû hêzên pêwendîdar re dikin û ji bo vê têdikoşin.”

‘DIVÊ EM JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN SEFERBER BIBIN’

Dylan Boutîflat, da zanîn ku Ocalan 75 salî ye û ji sêyan yekê jiyana xwe di girtîgehê de derbas kiriye û wiha domand, “Ez fêm nakim, di rewşeke wiha de Abdullah Ocalan ma dikare tehdîdek çawan ava bike. Ocalan şexsiyetên mezin ên ji bo rizgariya neteweyî ya gelê xwe têkoşiyan, tîne bîra min. Ez Ocalan dişibihînim Nelson Mandela. Ocalan rêbertî ji têkoşîna azadiyê ya gelê xwe kir. Lê belê 25 salên jiyana wî bi ‘fikarên hebûnî’ li Tirkiyeyê hatin dizîn, ku Erdogan îro jî vê siyasetê dewam dike û ev yek jî rojeva wî ya siyasî ye. Divê em îro bi temamî ji bo pirsgirêka azadiya Ocalan, hevditina wî ya bi hezkiriyên wî re û naskirina hêz û rewabûna Kurdan bi awayekî azad çarenûsa xwe di hin deman de diyar bikin, seferber bibin.”

‘EWROPA ROLA ERDOGAN A OTOKRATÎK JI BÎR DIKE’

Dylan Boutîflat, anî ziman ku Yekîtiya Ewropayê bi taybetî di mijara polîtîkayên giştî yên bi Tirkiyeyê re durû nêz dibe û wiha dom kir, “Eşkere ye ku Tirkiye jî mîna dewletên din ên otokratîk hevparek bi pirsgirêke. Ya rast ew e ku meqamên giştî yên Ewropayê rola Erdogan a di civaka navneteweyî ya otokratan de ji bîr dikin. Têkliyên Erdogan bi hejmarek welatan re û bi taybet dewletên terorîst, dewletên xayîn û bi taybet Îranê re, diyar in. Wekî serokê Tirkiyeyê têkiliyên Erdogan bi torên terorîst û rêxistinên wekî Hamasê re eşkere ne. Ji ber vê yekê, divê em di ferqa berpirsyariya îfadekirina rastiya rejîma Tirk û nediyardeya têkiliyên bi Ewropayê de bin.”

‘ERDOGAN JI BO NIRXÊN DEMOKRATÎK XETERE YE’

Dylan Boutîflat, destnîşan kir ku Tirkiyeya Erdogan ne dewleteke demokratîk e, berovajî dewleteke otokratîk e û wiha got, “Heta gava mirov helwesta AKP’ê ya îstîsmarkirina baweriya misilmantiyê li ber çavan digire, dibe dewleteke teokratîk. Bi ya min ev rewş di heman demê de ji bo nirxên demokratîk ên li Yekîtiya Ewropayê jî xetere ye. Ji dema bûye Serokkomar û vir ve Erdogan ji prensîbên hiqûqê, bi taybetî jî hiqûqa Ewropayê dûr ketiye. Ev rewş hinekî bûye sedem ku Tirkiye ji Ewropayê dûr bikeve û nêzî hin rejîman bibe, weke ku min berê jî anî ziman.

‘EWROPA DI POZÎSYONA HEVKARIYÊ DE YE’

Dylan Boutîflat, da xuyakirin ku ev 10-15 sal in Yekîtiya Ewropa li bara doza Kurd bêxem e û wiha axivî, “Weke ku min berê jî got, em û hemû partiyên çep ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd seferber bûn. Lê belê, em hîs dikin ku em hinekî bi tenê ne. Ji ber ku serokên dewletan ên Ewropayê û bi taybetî jî Emmanuel Macron girîngiya destekdayîna têkoşîna Kurdên ku li Iraq û Sûriyeyê li dijî DAÎŞ’ê û li dijî desthilatdariya Erdogan têdikoşin nabîne. Ji ber vê em xwe bi tenê hîs dikin. Bêdengiya rayedarên Ewropayê dihêle sûc û pirsgirêk mezin bibe. Kurd ji bo çand, ziman û mafê hebûnê bi dest bixin xwe feda dikin û şer dikin. Ji ber vê yekê, divê em hesabê berpirsyariya Yekîtiya Ewropayê ya di înkarkirina daxwazên mafên Kurdan de bipirsin.”

‘DIVÊ EM DI MIJARA DURÛTIYA LI HEMBER PKK’Ê DE XWE RIZGAR BIKIN’

Dylan Boutîflat di dawiyê de diyar kir ku divê ji durûtiya li hember PKK’ê û têkiliyên Yekîtiya Ewropayê bi rejîma Erdogan ku ji xwe ne dirûst in rizgar bike û got, “Divê em ji vê mantiqê dûr bikevin û PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxînin. Divê em di mijara PKK’ê de gelekî vekirî bin. Erdogan li ser helwesta dijber a Ewropayê dilîze. Lewma roleke me ya girîng heye ku em bi demokratên Ewropî re bilîzin.”