Reber Abdullah Ocalan komployê vedibêje: Ez li pêşberî hesabên hegemonîk ên 200 salî asteng bûm
Abdullah Ocalan di mijara komploya navneteweyî ya ku ketiye sala 27’emîn de, balê dikişîne ser “xeta NATO-Gladyo” û destnîşan dike ku sedema herî girîng a komployê ew e ku “ez li pêşiya hesabên hegemonîk ên du sed salan ên li ser Rojhilata Navîn, wekî astengiyeke cidî derketibûm holê.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ser zext û gefên hêzên NATO’yê yên bi pêşengiya DYA’yê û hevkarên wê yên herêmî de yên li ser rejîma Baasê, di 9’ê Cotmeha 1998’an de neçar ma ku ji Sûriyeyê derkeve.
Rawestgeha ewil a Ocalan Yewnanistan bû. Serlêdana wî ya “penaberiyê” ji dadgehê re nehat şandin û jê re hat gotin ku “tavilê Yewnanistanê biterikîne.” Ocalan bi balafireke taybet a Wezareta Karên Derve ya Yewnanistanê birin Moskovayê.
Ocalan, piştre ev pêvajo wiha vegot: “Di derxistina min a ji Sûriyeyê û di kêmîna Yewnanistanê de, di şexsê parlamenterê PASOK’ê Kostas Baduvas de rola Îngilistanê hebû. Daxwaza Baduvas ku ew bi destê Îngilistanê hatibû perwerdekirin, wek gava pêşîn a komploya DYA-Îngilistan-Simitis hatibû amadekirin. Ji wê gavê û pê de ez biçûma ku derê, şopandin û kontrola domdar a NATO û DYA’yê dê berdewam bikira.”
Piştî ku gelek welatan û di serî de Rûsya û Îtalyayê deriyên xwe girtin, Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de ji balyozxaneya Yewnanistanê ya li Kenyayê bi darê zorê hat revandin û anîn Tirkiyeyê. Ocalan ji roja ku anîne Tirkiyeyê û vir ve, di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a li Girava Îmraliyê de tê ragirtin.
Ev pêvajoya li dijî Ocalan pêş ket, di dîrokê de wekî komploya navneteweyî cih girt. Kurd vê pêvajoyê wekî “Roja Reş” bi nav dikin. Me di dosyaya xwe ya duh de pêvajoya komployê roj bi roj bi kurtasî pêşkêş kiribû.
Di beşa duyemîn a dosyaya me de, me cih da nirxandinên Ocalan ên der barê komployê de.
Ocalan, pêvajoya 130 rojî ya ji Sûriyeyê heta Tirkiyeyê wekî “nêçîra bi komî”; komploya li dijî xwe jî wekî “çarmîxkirin” pênase dike.
Nirxandina herî berfireh a Ocalan a der barê komployê de, di cilda 5’emîn a Manifestoya Şaristaniya Demokratîk de, di pirtûka “Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk” de cih digire.
ÇIMA EWROPA?
Li gorî vegotinên Ocalan, piştî derketina ji Sûriyeyê du rê li ber wî hebûn:
“Diviyabû min rêyek hilbijarta. Du rê hebûn; rêya çiyê an jî Ewropa. Ya diviyabû qada çiyayî wekî biryargeh bihata hilbijartin û şer ber bi astekî bilindtir ve bihata birêvebirin, çalakiyên bajêran bihata xurtkirin, an jî li Ewropayê bi awayekî ewletir hewldana lihevkirin, çareseriya demokratîk û aştiyê bihata pêşxistin. Tevî ku çûyîna çiyê xewna min a 40 salî bû jî, sedema tenê ya ku ez pir xemgîn dikirim ew bû ku heke derfetekî aştiyê ya bi qasî serê derziyê hebe, ceribandina wê bihatana tercîhkirin hîn bi nirxtir bû. Ez hîn jî bawer dikim ku derneketina 9’ê Cotmeha 1998’an a ber bi Zagrosan ve rast bû. Dê şerê biba şerê şexsî. Dê veguheriya tolhildanekî. Derfeta aştiyek û biratiyekê ya gengaz dê bi temamî winda bibûya. Rewşa asêbûyî ya şer, ber bi xitimandinê diçû, ger ez li çiyê bûma de îxtîmala bikaranîna her cure çekan û ji ber ku rewşa min dê gelek barên giran ên bi xwe re bianiyayê, loma mi çiya tercîh nekir. Şerekî ku li dora min giran bibe, ji her alî ve dê kêmasiyên mezin bianiyayê. Ji aliyê exlaqî ve ne rast bû ku ez xwe bikim bar. Mercên Ewropayê jî gelekî bixeter bûn, lê dîsa jî ji bo çanda siyasî, hişmendiya demokratîk û hiquqê, bi awayekî nepenî hinekî bawerî hebû. Lê bi taybetî hikûmeta Yewnanistanê di roja ewil a 9’ê Cotmeha 1998’an de ku min hîn nû gava xwe avêtibû, min qet texmîn nedikir ku ewqas erzan bibe.”
‘DIHAT FERZKIRIN KU EZ DEV JI XETA AZADIYÊ BERDIM’
Ocalan, ji bo fêmkirina pêvajoya komployê balê dikişîne ser pêvajoya beriya komployê û wiha dibêje:
“Serokê DYA’yê Clinton, ji bo nîqaşkirina pirsgirêka derxistina min a ji Sûriyeyê, bi Serok Hafiz Esad re yek li Şamê û yek li Swîsreyê, bi giştî du civînên ku ji çar saetan zêdetir dom kirin, pêk anîn. Hafiz Esad di wan hevdîtinan de girîngiya pozîsyona min fêm kir. Ji bo xwe dirêjkirina demê guncawtir dît. Bi demkî be jî, ji bo derketina min a ji Sûriyeyê tu daxwazek nekir. Wî dixwest ku heta dawiyê min li dijî Tirkiyeyê wekî hêmanekî hevsengiyê ya baş bikar bîne. Min jî Sûriye neçar dikir ku helwestekî stratejîk nişan bie. Lê hêz an jî rewşa min têra serkeftina vê nedikir. Heke ez li Îranê bûma dibe ku tifaqekî stratejîk bihata pêşxistin. Di wê mijarê de jî min baweriya xwe bi Îranê nedianî; ez ji helwestên wan ên klasîk (qetilkirina Simko û Qasimlo û komployên mîna wan, lîstikên ku heta têkbirina Qralê Med Astiyag a ji aliyê Harpagos ve hene) dudil bûm. Clinton û serkirdeyên Kurd ên Iraqê yên ku pê re di têkiliyê de bûn, hebûna min a li Sûriyeyê ji bo armancên xwe yên stratejîk guncaw nedidîtin. Ji ber ku Kurdistan û Kurd hêdî hêdî ji bin kontrola wan derdiketin. Îsraîl jî ji vê rewşê gelekî aciz bû. Geşedanên li Kurdistanê û derketina Kurdan ji bin kontrola wan, ji aliyê wan ve rewşekî nayê qebûlkirin bû. Ji bo wan girtina Kurdistanê ya di bin kontrola xwe de, bi taybetî ji bo planên wan ên der barê Iraqê de rolekî krîtîk îfade dikir. Li min dihat ferzkirin ku ez dev ji nasnameya Kurd a serbixwe û xeta azadiyê berdim.”
XELEKA DAWÎ YA ŞERÊ NATO’YÊ: KOMPLO
Li gorî Ocalan, tu geşedanên li herêmê ji “xeta NATO-Gladyo” serbixwe nînin. Ocalan, di komploya li dijî xwe de jî balê dikişîne ser vê xetê:
“Ji roja ketina NATO’yê û heta sala 1998’an, mirov nikare tu bûyerên girîng ên siyasî û civakî, pevçûn û sûîqestên ku li Tirkiyeyê qewimîne, bêyî dîtina şopa NATO-Gladyoyê rast çareser bike. Di eslê xwe de li dijî daxwazên azadî, wekhevî û demokrasiyê yên gelan şerekî NATO’yî hatiye destpêkirin û derketina min a sala 1998’an a ji Sûriyeyê wek xleka dawî li vê şerî hatiye zêdekirin.”
KOMPLOYA KU DIJMINÊN SEDSALÎ BÛN YEK
Abdullah Ocalan balê dikişîne ser hebûna hêzên ku di nav xwe de gelekî nakok in û destnîşan dike ku ji DYA’yê heta Federasyona Rûsyayê, ji YE’yê heta Komkara Ereban, ji Tirkiyeyê heta Yewnanistanê û ji Kenyayê heta Tacîkistanê gelek dewlet tevlî vê komployê bûne.
Ocalan wiha dipirse, “Çi bû ya ku Tirk û Yewnanên ku dijminên sedsalî ne anîn cem hev?” û bersivê jî wiha dide:
“Çima li ser min tifaqên wiha bêrêgez an jî yekitiya berjewendiyan hatin avakirin? Herwiha hejmara hevkarên Kurd û Tirk û çepgirên ku ji bo hedefgirtina min di dilê xwe de şa dibûn, nedihat hejmartin. Cîhana fermî mîna ku di şexsê min de dijminê xwe yê herî xeternak asê kiriye. Di nava PKK’ê de jî hejmara kesên ku bawer dikirin ku rojên îqbalê ji bo wan hatine û firsenda jiyana bi dilê wan çêbûye, ne hindik bû. Bêguman çavdêriyekî giştî nîşan dida ku ev hemû hêz ji beşên pêşeng ên modernîteya kapîtalîst pêk dihatin ku li pey berjewendiyên lîberal bûn. Ez ji bo hişmendiya faşîst a lîberal û berjewendiyên gelekan gef bûm.
Mînak Îngilistan di nava van hêzan de ya herî bitecrube ye. Hêza ku fîşeka yekem a nîşandêr teqand da ku ez li Ewropayê polîtîkayê nekim, ew bû. Çawa ku min gava xwe avêt Ewropayê, ez wekî ‘persona non grata’ ango ‘kesê nayê xwestin’ îlan kirim. Ev ne gavekî hêsan bû, yek ji wan gavan bû ku encam ji berê ve diyar dikir. Nexwe, helwestekî wiha ku ji bo Xumeynî û Lenîn jî nehatibû nişan dan, çima yekser ji bo min hat nişan dan? Bi kurtasî, li pêşiya hesabên wan ên hegemonîk ên du sed salî yên li ser Rojhilata Navîn, bi taybetî ji ber polîtîkayên Kurdistanê (bi kurtasî polîtîkaya ‘Kerkûk-Mûsilê bide û Kurdên li ser sînorên xwe tune bike’) wekî astengiyekî cidî derketibûm holê. Li hemberî hemû plan û sepanên wan, ez êdî bûbûm xeternak.”
PROJEYA BOP’Ê YA DYA’YÊ
Ocalan balê dikişîne ku DYA’yê dixwest Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (BOP) bixe meriyetê û wiha dibêje: “Ji bo vê yekê geşedanên li Kurdistanê mifte bûn. Bêbandorkirina min bi her awayî ji bo konjonkturê pêwîst bû. Tunekirina min ji bo polîtîkayên kûrewî yên wan rojan guncaw bû. Rûsyaya ku krîzekî aborî ya pir giran a dîroka xwe dijya, di wê demê de bi lezgînî hewcedariya wê bi krediyê hebû. Ji bo vê krediyê ku dê biba dermanê derdê wan, sedemek nedima ku di komploya li dijî min de cih negire û rola xwe neleyîze. Jixwe yên din ‘birayên piçûk’ ên guhdar ên ‘Birayê Mezin’ bûn. Birayê Mezin çi bigota, li ser seran û çavan bû.”
ARMANCÊN KOMPLOYÊ
Ocalan destnîşan dike ku komploya di şexsê wî de ne tenê li dijî Kurdan, di heman demê de li dijî Tirkan jî hatiye kirin û dibêje ku hêzên navneteweyî xwestine di navbera Kurd û Tirkan de nakokiyekî mîna “Îsraîl-Filistîn”ê ava bikin û wiha vedibêje:
“Şêwazê teslîmkirinê û niyeta kesên ku tê de rol lîstine, ne bidawîkirina ‘terorê’ û çareserî bû, armanc ew bû ku bingeha nakokiyê bi vî rengî kûr bikin ku sedsaleke din bidome. Komploya li dijî min, ji bo van armancên wan firsendekî îdeal pêşkêş kir. Wan ê bixwesta vê firsendê heta dawiyê bikar bînin. Ne pêkan bû ku mirov berevajî vê bifikire. Lewra heke bixwestana, dikaribûn piştgirî bidin geşedanên pir erênî yên di vî warî de. Lêbelê, wan rewş her tim ber bi asêbûnê ve dibir, li şûna ku pirsgirêkê çareser bikin, kûrtir dikirin. Dixwestin nakokiyeke klasîk a wekî Îsraîl-Filistînê ava bikin. Çawa ku nakokiya Îsraîl-Filistînê sedsalekê li Rojhilata Navîn xizmeta hegemoniya Rojava kiriye, nakokiya Tirk-Kurd a ku jê hîn mezintir e jî, dê sedsalekî din xizmeta hesabên wan ên hegemonîk bikira. Rastiya Îmraliyê ev agahiyên min ên xav bi temamî kemiland. Lê pirsgirêka herî mezin a li pêşiya min, min ê vê yekê çawa bi elîta rêveber a Tirk bida famkirin.”
ROLA KU DAN TIRKIYEYÊ: GARDIYANÎ
Nirxandina Ocalan a ku dibêje “Ez ne dîlgirtiyê Tirkiyeyê, dîlgirtiyê komploya navneteweyî me” balkêş e. Ocalan vê nirxandinê wiha rave dike:
“Mîxa yekem li Moskovayê hat kutan; min sarbûna xiyanetê ya wek maran dît. Mîxa duyemîn li Romayê hat kutan; li hemberî lîstikên hûr ên kapîtalîzmê min dev ji rûmeta xwe berneda. Mîxa sêyem li Atînayê hat kutan; li hemberî xiyaneta li dostaniyekî bêhempa, fena zimanê min lal be, ez felç bûm. Mîxa çaremîn li Nairobiyê hat kutan; ez radestî Tirkiyeya ku bi daxwaza cezayê bidarvekirinê li min digeriya, hatim kirin. Di encama ‘komploya çarmîxê de li girtîgeha giravê ya yek kesî ya Îmraliyê ji bo mirinê (bidarvekirinê) ez hatim darexaçîkirin. Rola Tirkiyeyê ya di komployê de, li vir li benda mirina min mayîn e, ango înfaz û gardiyanî ye.”
PÊNASEYA ‘KOMPLOYA SEDSALA 21’EMÎN’
Nirxandinên Ocalan ên der barê komployê de bi van re sînordar nîn e. Ocalan di hevdîtinên parêzeran de jî gelek caran li ser komployê nirxandin kirin. Ocalan di hevdîtina parêzeran a 2’yê Îlona 1999’an de wiha gotibû: “Ez û Tirkiye bi hev re xistin nava vê. Jiyana min ji bo ronîkirina vê komployê ye. Tunekirina min jî bi vê komployê ve girêdayî ye. Negihîştina encamê ya komployê di berjewendiya welat de ye. Pozîsyona min saziyekî dîrokî û siyasî ye. Rewşên wiha yên rêbertiyê di her civakê de carekê diqewimin. Cara duyemîn nabe. Lê di gorê de be jî tê domandin. Di her civakê de rola dîrokî ya rêbertiyên wiha hene. Ew mîna qanûnên civakî ne.”
Ocalan di hevdîtina parêzeran a 15’ê Mijdara 2000’an de ji bo komployê pênaseya “Komploya sedsala 21’emîn” kir.
Ocalan di hevdîtina 16’ê Gulana 2001’an de wiha gotibû: “Em ê ji Ewropayê re bibêjin: ‘Te ne hiquq, te komplo û komkujiya du sed salan ferz kir.’ Şahidên me hene. Kesên ku balafir anîn û birin, yên ku di salonên VIP re derbas kirin tên veşartin. Çawa ez ji Îtalyayê hatim derxistin, Almanyayê ji bo min wernegire çi kir, ev hemû tên veşartin. Hewl didin Tirkiyeyê mehkûm bikin. Na, hêza herî mezin a ku divê bê mehkûmkirin Ewropa ye. Min ji vê re gotibû şano, senaryo ji aliyê kesekî din ve hat nivîsandin û li Îmraliyê hat lîstin. Divê ev lîstik bê xirakirin.”
‘MIN KOMPLO TÊK BIR’
Abdullah Ocalan di hevdîtina 4’ê Tîrmeha 2001’an de bal kişand ku bi komploya navneteweyî tunekirina PKK û Kurdan hatiye armanckirin û got: “Komplo li ser mirina min hatibû avakirin. Min bi jiyana xwe komplo têk bir. Aliyên navneteweyî yên komployê hene. Divê rola DYA û Îngilistanê bê fêmkirin. Mîlosevîç dibêje ‘Ya ku li Yugoslavayê qewimî plana Îngilîzan e’. Vê baş bişopînin, dişibe rewşa min. Dîrokê baş lêkolîn bikin. Lê em ê dev ji rûmeta mirovahiyê bernedin. Bêguman em ê şerê xwe yê nasnameyê heta dawiyê bidomînin.”
Ocalan di hevdîtina 27’ê Sibata 2002’yan de jî wiha got: “Heke komplo wekî ku dixwestin bi rêve biçûya, ev dihat wê wateyê ku herêma Anatoliyayê dê di nava xwînê de bima. Kes vê nafikire. Koma Çîllerê çete ye. Nîqaşên bidarvekirinê yên ku li ser min tên kirin lîstikekî siyasî ye. Di pêvajoya komployê de DYA û Yewnanistan dîsa li ser min digotin ‘bila ew bikevin qirika hev û hevdu qetil bikin’. Ma em ê bi vê lîstikê dev ji rûmet û azadiya xwe berdin? Ji bo xirabkirina van lîstikan em ê zemîna demokratîk ava bikin. Rêyekî din tune ye. Ev pirsgirêk an dê bi şer kûrtir bibe an jî dê aştî û çareseriya demokratîk pêş bikeve.”