Daxuyanî ji bo Rayê Giştî.
Di vê rojê de, di 15’ê şibate ya 1999’an de, bi destê hêzên navneteweyî, xirabtirîn komplo li dijî gelê kurd hate çêkirin, da ku bibe felaketekê dîrokî bi encamên giran û bandorên neyînî yên dirêj. Rêber û fîlozof Abdullah Ocalan, kû hatiye desteserkirin û bû sedema revandina wî ji paytextê Kenya, Nairobi. Ev komplo, berjewendiyên hêzên navneteweyî yên piralî, li ser pişta maf û xeyalên azadî û dadê yên gelan nîşan da.
Armanca hêzên navneteweyî ji komploya serdemê ne tenê revandina rêberekî kû salan ji bo rêya gelê xwe şer kiriye. Belkî armanc, tûnekirina dengê maf û azadiyê bû ku ev Rêber hemû salên xwe yên têkoşîn û berxwedanê de berê xwe da.
Di 27 salên berxwedan û sekinê de, Rêber Abdullah Ocalan bi gelê kurd re, dijî şiddet, inkarkirin û komkûji da herî dijwar a ji aliyê hêzên ku hewl didin û hê jî dixwazin nasname û serxwebûna wî tunê bikin, rawestîye. Di bin mercên nemirovî ku dîrok mîna wê nedîtiye, Rêber Abdullah Ocalan bi hişê xwe yê zana, dîtina xwe ya kûr û nirxandina xwe ya rast a bûyeran, li dijî şer û wêranê sekîni ye.
Rêber Abdullah Ocalan her gav ji bo çareseriya demokratîk xebitiye û wê wekî rêya tekane ya aştiyê dît. Ji ber baweriya wî ku jiyana hevpar a gelan li ser bingeha wekhevî, dad û azadiyê, bingehê ku divê pêşeroja herêmê li ser were avakirin.
Lê mixabin, her çiqas ev axaftin ji bo aştiyê, ewlekariyê û aramiyê vekirî be jî, hêzên tarî, tenê bi awayekî, neteweperest, mezhebperest û berjewendiyên navneteweyî yên li dijî wan diaxivin û li ser rêya xwe ya ku tenê bêtir şer, wêranî û komkûjî li ser gelê kurd ê kevnar dimeşîne.
Di vê çarçoveyê de, ya ku tê gotin “Komploya Duyem” li dijî kurdên Rojavayê Kurdistanê, berdewama rasterast a komploya yekem li dijî Rêber Abdullah Ocalan ê, û hewldaneke ku xwesteka gelê kurd û xeyala wî ya azadiyê têk bibe.
Lê gelê Kurd li hemû herêmên Kurdistanê û derveyî welêt, wekî ku her gav kirî, îspat kir ku viyna wî hişk ê, naşike. Û berxwedana şervanên YPG û YPJ bû çavkaniya îlhame ji bo hemû gelên herêmê û cîhanê.
Serê xwe bilind bike ji bo wan qehremanên ku ji bo şeref û rûmeta gelê kurd şer kirin û serkeftinên mezin li dijî zilm û zordariyê bi dest xistin. Serê xwe hezaran caran bilind bike ji bo fedakariyên şehîdên ku bi xwîna xwe ya pak welat avda.
Em bawer dikin û ev baweriya me ji yekîtiya rêzên kurd û berxwedana zarokên me tê, ku komployên mezin yên li dijî Kurdan, her çiqas bihêz bin jî, nikarin berxwedana Kurdî temirînin. Berevajî vê, ew dê, pêşerojik ronak û serkeftî ava bike.
Em dê sala 2026’an bikin sala azadiyê, sala azadiya Rêber Abdullah Ocalan û sala azadiya gelê Kurd li her derê.
Şan ji şehîdên me yên delal re
Silav û şîfa ji birîndaran re
Bijî berxwedana gelê kurd ê mezin
Bijî azadiya rêber Abdullah ocalan
Bijî azadiya gelê kurd
însiyatîfa Sûrî ji bo Azadiya rêber Abdullah ocalan
15’ê şibate 2026