Nûn xebatên bicihkirina ˋmafê hêviyêˊ dixe rojeva cîhanê
Berdevka Înîsiyatîfa Nûn a Azadiya Ocalan Sewsen Şoman bi bîr xist ku ji ber pergala tecrîdê rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan ne zelal e. Ev yek metirsiyê çêdike û ne li gorî qanûnên navneteweyî yên mafên mirovan e.
Sewsen diyar kir ku mafê hemû girtiyan heye ku têkilî bi derve re çêbikin û rewşa wan a tenduristiyê were şopandin û got, divê her tim partî û parêzer biçin gel Rêbertî da ku rewşa wî ya tenduristî bişopînin.

Têkildarî rewşa qanûnî û hiqûqî ya girtiyan jî Sewsen got: “Em têkildarî mafê hêviyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daxuyanî didin, xwe dighînin hemû komeleyên jin ên Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur. Em parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan belav dikin û kiryarên hatine kirin, bi bîr tînin. Her wiha aliyê hiqûqî û raghandinê jî em balê dikşînin ser kiryarên heyî û bi taybet kiryarên girêdayî “Mafê hêviyê” ya ku destnîşan dike ku mafê hemû girtiyan heye rewşa wan were nirxandin û mafê hêviyê bidin wan.”
Ji bo Rojbûna Rêber Apo (4`ê Nîsanê) Sewsen Şoman anî ziman ku: “Rojbûna Rêber Apo ne tenê boneyeke pîrozbahiyê ye, lê boneyeke dîrokî ya girîng e divê ji aliyê mirovî û hiqûqî ve bal bikişînin ser mafê hêviyê yê Rêber Apo. Di şert û mercên niha de divê peyamên têkildarî rewşa Rêber Apo ya tenduristî û rêz ji mafên mirovan re were dayîn.”
Sewsen di dawiyê de da zanîn ku: “Ji bo rewşa Rêber Apo ji aliyê hiqûqî ve bi rêya rêxistinên navneteweyî zext li Tirkiyê bikin. Înîsiyatîfa Nûn niha ji gelek aliyan ve dixebitr. Binpêkirinên qanûnî û hiqûqî belge dike, bi rêxistinên navneteweyî re torên hevkariyê ava kirin, li ser asta herêmî û navneteweyî xebatên perwerdehiyê bi rêxistin kirin û mafê hêviyê yê Rêber Apo têxin rojeva cîhanê.”