المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Şandeya Îmraliyê: Nêrînên birêz Ocalan tên berevajîkirin

0 27

ENQERE – Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî parvekirinên bi îdiaya “nîşeyên hevdîtinê” yên di rojên dawî de li ser platformên cuda tên parvekirin û tê îdiakirin aydê Abdullah Ocalan in, daxuyanî da û got: “Nêrînên birêz Ocalan tên beravajîkirin.” 

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), têkildarî “nîşeyên hevdîtinê” ku di rojên dawî de li ser hinek dezgehên çapemeniyê û platformên medyaya dijîtal tên parvekirin û tê îdiakirin aydê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin tu rastiyeke naverokên behsa xeberê nîne, tu wesfekê wan ê fermî tune ye û xwest raya giştî guh nede van agahiyên nepiştrastkirî. 

Daxuyaniya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê wiha ye: 

“Di çendek rojên dawî de li ser hinek dezgehên çapemeniyê û platformên medyaya dijîtal bi navê ‘nîşeyên hevdîtinê’ agahî tên parvekirin û weke gotinên birêz Abdullah Ocalan tên nîşandan. Me hewcehî pê dît ku di vê mijarê de raya giştî agahdar bikin. 

Wekî me di demên berê de jî gelek caran destnîşan kiribû; bêyî ku têkiliyeke xwe bi belgeyên resen re hebe, di metnên behsa xeberê de gotinên aydê hin kes û derdorên cuda lê hatine zêdekirin û nêrînên birêz Ocalan hatine berevajîkirin. Dixwazin bibêjin ku hewldanên bi vî rengî zirarê didin zemîna diyalog û çareseriyê. 

Em careke din dibêjin; ji bilî belge, nîşe û agahiyên ji hêla Şandeya Îmraliyê, endamên malbatê yên bi birêz Ocalan re hevdîtin kirin û parêzerên wî re hatine parvekirin, hewceye tu belge, nîşe û agahiyên din ên ji hêla çavkaniyên cuda hatin weşandin û tu bingeheke wan a fermî, piştrastkirî û baweriyê nîne esas neyên girtin. 

Hişyariya raya giştî ya li hemberî navarokên bi vî rengî, ji bo pêvajoya guftûgoyê bitendurist bidome û egerên pêvajoya çareseriyê, pir girîng e. Em bang li hemû aliyan dikin ku di vê mijarê de hesas û hestiyar tevbigerin.” 

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin