المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Dxuyanî jı bo raya gıştî ya cîhanî

0 87

Dxuyanî jı bo raya gıştî ya cîhanî

19ê Sibata 2024an danê sibê li Tirkiyê erdhejek bihêz (4,3 pile) rû da.Li gor daxuyaniya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn a Tirkiyê (AFAD) erdhej li Behra Spî li ser xeta Bursa-Girava Îmraliyê pêk hat. bi kûrahiya (11.03) de, ku rewşek tirs û xofê di nav nişteciyên deverê û navçeyên cîran de belav kir.

gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhate û mezhebên wê re û xema wan a ji rewşa Rêber Ocalan ku ev zêdetirî 3 sal in ji aliyê dewleta Tirk ve veşartî ye û di encamê de rewşên awarte yên ku ji ber erdhejên dûbare li Tirkiyê rû dane, bi taybetî li ser xeta Bûrsa-Îmraliyê, li gel şert û mercên giran ên avhewayê yên Girava Îmraliyê ku bandoreke zêdetir li ser rewşa tenduristiya Rêber Ocalan .hem temenê wî ku  derbasî 75 salî bûye  , em daxwaza xwe ji  dewleta Tirk re  nû dikin ku cîhê rûniştina wî biguhere cîhekî ewle û aram, em jî vê yekê û bi awayekî eşkere dibînin.ku Wezareta Dadê li ser  ewlehiya Rêbertî berpirsyar re.

Li ser baweriya gelê Kurdistanê û hemû gelên cîhanê bi girîngiya statûya Rêber Ocalan û pêşengiya rol û bandora wî di pêkanîna aştî û demokrasiyê li herêma Rojhilata Navîn de, kampanyayeke cîhanî hate lidarxistin. dest pê kir, bi daxwaza neçarbûna bidestxistina azadiya fîzîkî û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd, û bi sed hezaran beşdarî meş û xwepêşandanên roja (15ê Sibatê) bûn û komploya navdewletî ya li dijî reber Apo şermezar kirin.

Ji ber girîngiya rola saziyên mafên mirovan û tenduristiyê yên navneteweyî û Ewropayê, em bang li wan dikin ku vê rola bi bandor bilîzin û Tirkiyeyê mecbûr bikin ku cihê mana Rêber Ocalan biguherîne, tecrîda li ser wî bi dawî bike û  azadiya wî ya   fîzîkî were bıdesxıstın

Insıyatîfa Sûryê ya jı bo azadıya rêber Ocelan.

Qamışlo 21-2-2024

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin