Abdullah Ocalan: Divê rê li ber her kesî bê vekirin ku tevlî siyaseta demokratîk bibe
NAVENDA NÛÇEYAN– Abdullah Ocalan, bal kişand ser girîngiya qanûnên azadî û entegrasyona demokratîk û got: “Eger komîsyona ku li Meclisê hat avakirin dixwaze çareseriya aştî û demokratîk a di navê wê de pêk were, divê gavên ku mafê tevlîbûna siyaseta demokratîk û garantiyên qanûnî ji bo hebûna Kurd peyda dikin, bavêje.”
Gengeşeyên der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina welêt pir girîng e, berdewam dikin.
Di çarçoveya vê pêvajoyê de ku hemû alî wê wekî “qonaxeke krîtîk” bi nav dikin, tê payîn ku hin guhertinên qanûnî li Meclisê bên kirin.
GAVÊN PÊŞÎ
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), di daxuyaniya xwe ya piştî civîna Meclisa Partiyê ya vê mehê de, gavên pêşîn ên jêrîn ji bo pêşvebirina aştî û pêvajoya aştiyê rêz kir:
* Divê rêziknameyên qanûnî yên pêwîst demildest bên rojeva Meclisê.
* Divê qanûneke berfireh ji bo çareseriyê bi beşdariya hemû beşên civakê bê derxistin.
* Divê astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk bên rakirin.
* Divê dawî li pêkanîna qeyûman bê û şaredarên ku qeyûm tayinî şûna wan hatine kirin vegerin ser karên xwe.
* Divê girtiyên siyasî yên di girtîgehan de bên berdan û rêziknameyên li gorî normên qanûnî yên demokratîk bên bicîhanîn.
* Divê Qanûneke Aştiyê ya ku aştiya civakî misoger dike bê derxistin.
* Ji bo sazûmankirina aştiyê, pêdivî ye ku şert û mercên xebata azad û bibandor ên birêz Abdullah Ocalan bên misogerkirin. Divê hawirdoreke demokratîk û hiqûqî bê afirandin ku ew karibe ramanên xwe rasterast bi civakê, saziyên siyasî û derdorên têkildar re parve bike û nîqaş bike.
QONAXA DUYEM
Rêberê Gelê Kurd û aktorê sereke yê pêvajoyê Abdullah Ocalan, di hevdîtina xwe ya bi Şandeya Îmraliyê re di 16’ê Sibatê de jî destnîşan kir ku qonaxa yekem a pêvajoyê bi dawî bûye û ev civîn “civîneke destpêkê ya entegrasyonê” bû.
Abdullah Ocalan her wiha destnîşan kir ku di warê “çend guhertinên di qanûna cezayî de” asêkirina mijarê ne rast e û destnîşan kir ku “rêgezên bingehîn ên entegrasyonê di daxuyaniya 27’ê Sibatê de ne.”
Di warê rêziknameyên ku hem ji hêla Abdullah Ocalan û hem jî ji hêla DEM Partiyê ve tên destnîşankirin de, êdî her tişt li aliyê Meclisê ye. Her çend rayedarên hikûmetê di vê mijarê de hin daxuyanî dabin jî, lê hîn gavên pratîkî nehatine avêtin.
Ji ber vê yekê, rêziknameyên qanûnî yên ku tên destnîşankirin çi ne û Abdullah Ocalan di vî warî de çi pêşniyaz û nirxandinan pêşkêş dike?
QANÛNÊN AZADIYÊ Û ENTEGRASYONÊ
Abdullah Ocalan destnîşan kir ku vekirina rê gava yekem ber bi siyaseta demokratîk ve ye. Ew daxwaza derxistina qanûnên azadî û entegrasyona demokratîk dike da ku vê yekê hêsan bike.
Di hevdîtine di Hezîrana borî de, Abdullah Ocalan destnîşan kir: “Qanûnên azadiyê dê pêwîst bin. Wekî din, ew ê bibêjin, ‘Ger ji mewziyan derên, dê li me bidin, ger em gavan bavêjin rewşên mubeda giran hene. Ger ev hemû bên sererastkirin astengıyeke sıyasi ya gıran heye. Ji ber vê yekê, em hewceyê qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê ne.”
Di hevditıneke din de, Ocalan destnişan kir ku derxistina van qanûnan dê rê li ber hem Tirkiyeyê û hem jî siyaseta demokratîk veke û got: “Tu sînordarkirinên qanûnî tune ne. Azadiya ramanê ya tevahî dê hebe. Şaredar dê nayên girtin; yên ku bi rêbazên demokratîk tên wir, dê bi rêbazên demokratîk biçin. Yan na, ev sedemeke serîhildanê ye. Ger kesek sûcekî bike, meclisa şaredariyê dê bicive, şaredar dê ji nû ve bê hilbijartin, an jî şaredarekî wekîl dê bê tayînkirin. Ev yek ji bo endamên meclisê jî derbas dibe.”
3 PÊŞNIYAZ
Abdullah Ocalan qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê bi sê pêşniyazên bingehîn ên qanûnî formule dike: qanûna civaka demokratîk, qanûna welatiyê azad û qanûna berfireh a rêveberiya herêmî.
Abdullah Ocalan di hevdîtina Cotmeha 2025’an de destnîşan kir ku divê qanûna ku bi taybetî ji bo PKK’ê bê derxistin, berfireh û bêalî be. Piştre Abdullah Ocalan behsa “qanûna aştiyê” kir û girîngiya wê bi sedemên taybetî destnîşan kir: “Xala girîng ev qanûn e. Divê çawa be? Wekî ku hûn dizanin, ez yekem kes bûm ku qanûnek taybet pêşniyaz kir. Paşê, yên din li ser wê nivîsandin. Ew qanûneke taybet a PKKê ye, ji ber vê yekê demkî ye. Divê ew berfireh û yekpare be. Divê her tiştê ku di dîroka wê de qewimîye, tevî hemû endam û kiryarên wê, bigire nav xwe. Ji ber ku PKK rastiyek e. […] Min hewl da ku dîrokê ji ber vê sedemê lêkolîn bikim. Ew dibêjin ‘bêteror’, lê ew ne ‘bêteror’ e, em jê re bibêjin ‘Sedsala Aştiyê’. Em dikarin jê re bibêjin ‘Qanûna Veguhestina bo Sedsala Aştiyê’, hem ji hêla fizîkî ve û hem jî ji hêla derûnî ve bêçek. […] Qanûnek aştiyê di sedsala duyemîn a Tirkiyeyê de. Qanûna Aştiyê peyva herî guncaw e ji bo vê yekê. Di hinceta qanûnê de, em behsa qanûnekê dikin ku li ser bingeha rêgeza ku kesên ku di vê çarçoveyê de ne, ji niha û pê ve bi tu awayî tundûtûjiyê nexin nav siyasetê, teşwîq nekin û nexin nav siyasetê. Ne tenê tundûtûjî, lê qanûnek li ser bingeha destwerdana li siyaseta li derveyî demokrasiyê ye.”
Abdullah Ocalan, di hevdîtinên piştre de, bi berdewamî girîngiya qanûnên azadî û entegrasyonê destnîşan kir.
Ocalan got: “Em dubare dikin: nêzîkatiyek me ya dewletparêz nîne. Lê ev nayê wê wateyê ku em ê ji bo garantiya destûrî û qanûnî ya hebûna xwe tênekoşin. Berevajî vê, rêya me ew e ku em xwe bi rêya siyaset û qanûna demokratîk îfade bikin û piştrast bikin ku hebûna me ne mijara nîqaşê ye. Divê ev rastî bi zelalî bê fêmkirin. Bêyî vê, gava herî biçûk jî dê ji hêla siyasî ve bêqîmet be, ji ber ku dê tu garantiyek wê tune be.”
MISOGERKIRINA HIQÛQÎ
“Ger komîsyon dixwaze çareseriya aştî û demokratîk a bi navê xwe pêk were, divê gavên ku derfetên siyasî yên demokratîk û garantiyên qanûnî ji bo hebûna Kurd peyda dikin bavêje. Her daxuyaniyek ji vê wêdetir dê wekî veşartin, derengxistin, an xapandinekê bê fêmkirin.
Kêrhatî ye ku meriv behsa hin xalan bike ku dibe ku balkêştir xuya bikin. Ger pêşniyaza komîsyonê ya der barê hewcedariya vekirina rêya siyaseta demokratîk û serdestiya hiqûqê de di Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê de bi lezgînî bê pejirandin, wê hingê çareseriya civaka demokratîk dê bikeve meriyetê. Ango, ger ev beşa pêvajoyê di meclisê de li ser bingeheke siyasî û hiqûqî ya demokratîk bê çareserkirin, wê hingê çareseriya civaka demokratîk ku divê li demeke dirêjtir bê belavkirin, dê were.
Çareseriya civaka demokratîk dê kengî pêş bikeve? Ew ê wekî qonaxa duyemîn bikeve meriyetê, dema ku rêziknameyên siyasî û hiqûqî yên demokratîk di Meclisê de bên pejirandin.”
Abdullah Ocalan rexne li nêzîkatiyên teng ên hin derdoran digire û dibêje: “Ger tiştê ku hin derdoran wekî çareseriyekê dibînin hilweşandina PKK’ê ye, dû re berdana hin endaman ji zindanê, daxistina yên din ji çiyayan, darizandina wan, beraetkirina cezayên wan û ji nû ve entegrekirina wan di civakê de be, wê hingê ev tê wateya ku pêvajo ji destpêkê ve winda kiriye.
Lêbelê, derbasbûna qonaxa duyemîn, rakirina hin astengiyan û lêhfikirîna li xaleke rêyene navîn mimkun e. Divê tevahiya avahiya PKK’ê, bê cudahî, tevî her kesê li çiyayan, zindanan, an jî dîyasporayê, ji neqanûnîbûnê bê derxistin û beşdarbûna wan di siyaseta demokratîk de were hêsankirin. Divê ev wekî astengiyeke girîng bê hesibandin. Lêbelê, çareseriya rastîn dê civaka demokratîk bi xwe be; rêgez, bername û taktîkên wê. Divê dewlet ji bo vê yekê astengiyekê çêneke.”