المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Sala 2025’an çi qewimî: Rêber Apo rojeva Tirkiye û Kurdistanê diyar kir 

0 15

Li Tirkiye û Kurdistanê di tevahiya sala 2025’an de, rojeva sereke pêngava ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin û geşedanên li dora wê qewimî bûn. 

Pêvajoya ku 27’ê Sibatê bi daxuyaniyek çapemeniyê, bi awayekî zindî ji raya giştî re hat eşkerekirin, wekî encama danustendinên hatine kirin û bersiva geşedanên li herêmê diqewimin hat nirxandin.Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî, roja 1’yê Cotmeha 2024’an di merasîma vekirina dema nû ya parlamentoya Tirkiyeyê de silav da parlamenterên DEM Partiyê û sohbet kir. Bahçelî piştî vê silavê li ser pirskirina rojnamevanan behsa guhertin û aştiyê kir.

Bahçelî 22’ê Cotmeha 2024’an jî di civîna partiya xwe ya parlamentoyê de bang li Rêber Abdullah Ocalan kir were meclisê bi axive, her wiha behsa vekirina deriyê pêkanîna mafê hêviyê kir. Rojek piştî vê bangê, (23’ê Cotmehê), piştî 43 mehên qedexekirina çûna Îmraliyê, cara yekemîn bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin hat kirin. Biraziyê Rêber Abdullah Ocalan û Parlamenterê DEM Partî yê Rihayê Omer Ocalan çû Îmraliyê û hevdîtin pêk anî. Rêber Abdullah Ocalan di vê hevdîtinê de peyamek dîrokî da: “Tecrîd dewam dike. Heke şert û merc guncaw bibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji zemîna şer bikişînim ser zemîna hiqûqî û siyasî. ”DESTPÊKIRINA PÊVAJOYEK NÛ

Vê banga Rêber Abdullah Ocalan deng veda û gelek derdoran nirxandin kirin, wekî destpêkirina pêvajoyek nû hat dîtin. Nexasim şandeyên DEM Partiyê bi navberan çûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîn, piştre jî bi rayedên hikûmet û dewletê re axivîn. Serdana yekem 28’ê Kanûna 2024’an pêk hat. Parlamenterên DEM Partî Perwîn Buldan û Sirri Sureyya Onder çûn Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de Rêber Abdullah Ocalan bal kişand ser girîngiya tifaqa Kurd û Tirkan.

Endamê Şandeya Îmraliyê û parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sûreya Onder di 15’ê Nîsanê de krîza dil derbas kir û piştî 18 rojan 3’ê Gulanê jiyana xwe ji dest da.Şandeya DEM Partiyê 22’ê Çile, 27’ê Sibat, 21’ê Nîsan, 18’ê Gulan, 9’ê Hezîran, 6 û 25’ê Tîrmeh, 28’ê Tebax, 3’yê Cotmeh, 3’yê Mijdar û 2’ê Kanûnê çûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîn. Şande di mehên Sibat, Adar û Nîsan de jî hevdîtin bi çend wezaretên hikûmeta Tirkiyeyê, serokomar û rayedarên dewletê re hevdîtin kirin. Dîsa serdana rayedarên Başûrê Kurdistanê û partiyê siyasî kirin.

BANGA DÎROKÎ Di hevdîtina şandeya DEM Partiyê ku 27’ê Sibatê li Îmraliyê hat kirin de Rêber Abdullah Ocalan gava dîrokî avêt. Şandeya DEM Partî ku ji Ahmet Turk, Perwîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol pêk dihat, li Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re wêne kişandin û nivîsa banga dîrokî gotubêj kirin.

Şandeyê heman rojê banga Rêber Abdullah Ocalan a bi sernavê, “Aştî û Civaka Demokratîk” li bajarê Stenbolê bi civînek çapemeniyê ji raya giştî re eşkere kir. Di vê banga ku weke “banga dîrokî” hat binavkirin de Rêber Apo ji PKK`ê xwest ku xwe fesix bike û dawî li şerê çekdarî bîne.

PKK’Ê BERSIV DA

1’ê Adarê PKK’ê li ser banga Rêber Abdullah Ocalan agirbesta yek alî îlan kir. Bi milyonan kes di pîrozbahiyên Newrozê de xwedî li banga Rêber Apo derketin. Li ser banga Rêber Apo PKK’ê di 5-7’ê Gulanê de Kongreya 12’emîn li dar xist û biryara fesihkirinê da.

DENGVEDAN LI NAVA HÊZ Û DERDORÊN TIRKIYEYÊ

Banga dîrokî û bersiva PKK’ê ji bilî 2-3 partiyên nîjadperest, di nava tevahiya hêz û derdorên Tirkiyeyê de jî deng veda, nirxandinên erênî hatin kirin. Lê gavên   şênber nehatin avêtin. Bi taybetî zimanê ragihandinê neguherî. MAFÊ HÊVIYÊ Piştî daxuyaniyên Devlet Baxçelî û banga dîrokî ya Rêber Apo, mijara “Mafê Hêviyê” ket rojevê. Partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl, saziyên mafê mirovan, baroyên hiqûqê, rewşenbîr, siyasetmedar, gelê Kurd û dostên wan xwestin ku mafê hêviyê pêk bê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk were. 17’ê Îlonê li bajarên Amed û Wan ên Bakûrê Kurdistanê û bajarê Mêrsînê yê Tirkiyeyê ji bo pêkanîna “Mafê hêviyê” meşên girseyî hatin lidarxistin.

21’ê Cotmehê jî DEM Partiyê ji bo pêkanîna mafê hêviyê pêşnûmeyek da Parlamentoya Tirkiyeyê.

PARÊZER PIŞTÎ 6 SALAN ÇÛN ÎMRALIYÊ Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan piştî 6 salên astengkirinê, 15’ê Îlonê çûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anî. Rêber Apo got: “Pêwîste dewlet ji bo rêgeza mafê hêviyê gav biavêje”. Parêzaran di nava salê de 37 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin, lê tenê 13’ê Cotmehê cara duyem çûn Îmraliyê.

MALBATAN 23 CARAN SERLÊDAN KIR, 4 CARAN HEVDÎTIN PÊK ANÎN Malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê, di nava salê de 23 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin, lê tenê 4 caran hevdîtin pêk hatin (31’ê Adarê-Cejna Remezanê, 8’ê Hezîranê-Cejna Qurbanê, 28’ê Tîrmehê û 31’ê Cotmehê). BANGA AVAKIRINA KOMÎSYONA MECLISÊ Rêber Apo di hevdîtina 18’ê Gulanê ya bi şandeya DEM Partiyê re de got: “Pêdivî bi peymaneke nû ya li ser bingeha xwîşk-biratiyê heye. Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye” û xwest li parlamentoya Tirkiyeyê komîsyonek were avakirin. PIŞTÎ 26 SALAN DAXUYANIYA BI DÎMEN 9’ê Tîrmehê piştî 26 salan cara yekemîn daxuyaniya Rêber Abdullah Ocalan a bi dîmen hate weşandin. Rêber Apo ev peyam da û gaveke din a dîrokî da avêtin, “Ez ji hêza çekê na, ji hêza siyaset û aştiya civakî bawer dikim. Bang li we jî dikim ku vê rêgezê jiyanî bikin”.

ŞEWITANDINA ÇEKAN Piştî vê bangê, 11’ê Tîrmehê 30 gerîlayên PKK’ê ku navê Koma Aştî û Civaka Demokratîk li xwe kir, bi merasimeke li Silêmaniyê çekên xwe şewitandin. Hevseroka KCK’ê Besê Hozat ku daxuyaniya li ser mijarê xwend, ev peyam da: “Çek êdî ne astengî ye. Êdî dora aliyê din e.” Merasîma şewitandina çekan ji aliyê sedan rojnamevanên ji Tirkiye, Kurdistan û cîhanê, dîsa gelek siyasetmedar, rewşenbîr û rêxistinan ve hat şopandin, li cîhanê deng veda.

KOMÎSYON HAT AVAKIRIN Piştî merasîma çek şewitandinê, zext li ser dewleta Tirk hatin zêdekirin ku gav bavêje. 5’ê Tebaxê (2025) partiyên ku komên wan di Meclisa Tirkiyeyê de hene, Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Netewî, ava kir. Komîsyonê di tevahiya salê de 18 civîn pêk anîn û 134 kesayet û alî guhdar kirin. 24’ê Mijdarê li ser navê komîsyonê parlementerên DEM Partî, MHP û AKP hevdîtin bi Rêber Apo re pêk anîn. 4’ê Kanûnê li ser rojeva hevdîtina bi Rêber Abdullah Oclan re komîsyonê civîna 19’emîn çêkir û naveroka hevdîtinê bi awayekî kurt hat ragihandin. Lê gelek derdoran û partiyan ev yek têrker nedît û xwestin naverok hemû were eşkerekirin. 

Komîsyonê guh neda rexne û pêşniyaran, lewma Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Koçyîgît ku ew jî çûbû Îmraliyê, têkildarî naverokê agahî dan saziyên cuda yên ragihandinê. Her wiha got ku agahdarkirina di komîsyonê de hatiye kirin, ya ku wan amade kiriye nebû. 

Komîsyon dê têkildarî xebatên xwe raporekê pêşkeşî parlamentoyê bike.

PÊŞNIYARA MUZEKEREYA DEMOKRATÎK

3’yê Cotmehê Rêber Apo di hevdîtina bi Şandeya DEM Partiyê de got, “Pêşniyar dikim ku di hemû têkiliyên siyasî û civakî de muzakereya demokratîk serdest be.”

DENGVEDANA LI CÎHANÊ Pêvajoya hatiye destpêkirin li tevahiya cîhanê jî deng veda, hikûmetên gelek welatên Ewropa, Amerîka, Asya û Rojhilata Navîn daxuyaniyên piştgiriyê dan.

Rewşenbîr, zanyar, nivîskar, siyasetmedar, rojnamevan, hunermend û sedikavanên ku pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” 10’ê Cotmeha 2023’an li 74 navendên li parzemînên Ewropa, Asya, Efrîqa û Amerîkayê dabû destpêkirin, derbasî qonaxeke nû kirin. Li welat Ewropa, Asya, Amerîka, Afrîkayê, 200 kesaseytên xwediyên xelata Nobelê, her wiha gelek ronakbîr, rojanemeger, siyasetmedar, rêxistinên demokratîk, aktîvîstan piştgirî dan banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk. Komek xwediyên xelata Nobelê ji Serokomarê Tirkiyeyê û rayedarên Ewropayê re name şandin. Dîsa şandeyek naventeweyî çû Tirkiyeyê û hevdîtin pêk anîn, her wiha xwestin ku biçin ziyareta Rêber Abdullah Ocalan. Ji çar aliyên cîhanê jî bi hezaran name hatin komkirin û rayedarên Tirkiyeyê re hatin şandin.

VEKIŞÎNA GERÎLA 26’ê Cotmehê rêveberiya Tevgera Azadiyê Kurd, bi civînek çapemeniyê ragihand ku wan bi erêkirina Rêber Abdullah Ocalan tevayî hêzên xwe ji Tirkiyeyê vekişandine.  Vê daxuyaniyê jî li Tirkiye û cîhanê gelekî deng veda.

Rêveberiya Tevgera Azadiyê, 17’ê Mijdarê jî ragihand ku wan di 16’ê Mijdarê de xwe ji herêma Zapê ku rîska şer lê hebû, vekişandina qadên din.

BESÊ HOZAT: EMÊ XEBATA SIYASETA DEMOKRATÎK BIKIN Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat 28’ê Mijdarê bi boneya 47’emîn salvegera damezrandina PKK’ê axivî û got: “Emê biçin û xebata siyaseta demokratîk û xebata civaka demokratîk bikin.”

KONFERANSA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK A NAVNETEWÎ 6-7’ê Kanûnê DEM Partiyê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li Stenbolê pêk anî. Ji Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên cîhanê rewşenbîr û siyasetmedar û rojnamevan tev li konferansê bûn. Ev konferansa ku li ser çareseriyê gelek nêrîn û nirxandin hatin kirin jî, gelek deng veda, şîroveyên cuda hatin kirin. Di konferansê de peyama Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê Veysî Aktaş ve hat xwendin.

Veysî Aktaş ku sala 1994’an ji ber sedema soza Kurd hatibû girtin, piştî 31 sal û sê mehan 25’ê Tîrmehê hat berdan. Aktaş 2015’an derbasî girtîgeha Îmraliyê bibû.

PEYAMÊN RÊBER APO JI BO DERDORÊN CUDA

Rêber Apo di nava salê de bi boneyên cuda cuda ji bo gelê Mexmûr, Êzîdî, eşîrên Ereban, civîn, konferans, tevgera jin û gelan name şandin.

Rêber Apo 8’ê Adarê ji bo tevahiya jinan, 17’ê Tîrmehê ji Konferansa Reşwenbîrî ya Şengalê, 13’ê Îlonê ji Mihrîcana Çanda Kurd a Navnetewî ya 33’emîn, 27’ê Hezîranê ji konferansa “Di 100 saliyê de Serhildana Şêx Seyîd” a li Ewropayê pêk hat, 8’ê Tebaxê ji gelê Mexmûrê, 14’ê Tebaxê ji eşîrên Ereban ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 31’ê Tebaxê de bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî, 1’ê Îlonê ji konferansa “Aştiya Tirkiyeyê ya ku bi Zehmetî bi Dest Dikeve” ku li Hewlêrê hat lidarxistin, 13’ê Îlonê ji festîvala çand a Kurd a li Dortmundê, 17’ê Îlonê ji ciwanên ku ji Kurdistanê koçî welatên Ewropayê kirine, 5’ê Kanûnê ji Konferansa 14’emîn a Meclisa Îştar a Mexmûrê re peyam şand.

BANDORA LI SER BAŞÛR, ROJAVA, SURIYEYÊ

Yek ji qadên ku pêvajoyê bandorek mezin li ser ava kir jî Başûr û Rojavayê Kurdistanê, Suriye bû. Li van qadan gelek xebatên ji bo danasîn û xurtkirina pêvajoyê hatin meşandin.Li Sûriyeyê hincetên dewleta Tirk ên êrişan ji holê rabûn an jî nekarî viya zêde bike rojev. Rêber Abdullah Ocalan ji bo Suriyeyê demokrasiya herêmî pêşniyar kir.  Di navbara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û Hikûmeta Veguhêz a Suriyeyê de 10’ê Adarê peymanek ji 8 xalên ku demokratîkbûna Sûriyeyê dike hedef hat îmzekirin. Danûstendinên ji bo pêkanîna wê dom dikin.Li ser nirxandin û bangên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî yekrêziya Kurdî, 26’ê Nîsanê “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê” li bajarê Qamişlo pêk hat. Ji Rojava, Bakur, Başûr û deverên din ên Sûriyeyê, zêdekirî 400 nûnerên partî û hêzên kurdî beşdarî konferansê bûn. Di encamê de danezana yekrêziyê hat eşkerekirin û ji bo danûstandina bi Şamê re şandeyek hat avakirin.

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, ji 20’ê Tebaxê heta 13’yê Îlonê, li ser asta Suriyeyê ji rewşenbîr, akademisyen, siyasetmedar, pêşengên civakê û serokeşîran bi daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re 2 hezar û 541 îmze kom kirin. Îmze ji saziyên navnetewî û Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê re hatin şandin.8’ê Tebaxê “Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê” li Hesekê pêk hat. Tevayî pêkhateyên Sûriyeyê beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de li ser bingeha peymana 10’ê Adarê, mijara demokratîkkirina Sûriyeyê hat gotûbêjkirin.

KONFERANSÊN LI HEWLÊR Û DIHOKÊ

Partiyên li Başûrê Kurdistanê jî piştgiriya xwe ji pêvajoyê re anîn ziman.1’ê Îlonê li Hewlêrê konferansa “Aştiya Tirkiyeyê ya ku bi Zehmetî bi Dest Dikeve” hat lidarxistin. Siyasetmedarên ji Bakurê Kurdistanê, endamên Şandeya Îmraliyê, siyasetmedar û rayedarên Başûrê Kurdistanê beşdarî konferansê bûn. Rêber Apo peyamek ji konferansê re şand û got: “Eger ev pêvajoya li Tirkiyeyê bi ser bikeve, dê qedera hemû Rojhilata Navîn biguhere.”19’ê Mijdarê li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê “Forûma Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata Navîn (MEPS)” pêk hat. Gelek siyasetmedar, kesayet, rewşenbîr, rojnameger û berpirsên herêm û welatan beşdarî forumê bûn. Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî beşdarî forûmê bûn.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin