Banga Aştî û Civaka Demokratik yekalî ye
Bi derbasbûna salekê li ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk re, Endamê Rêveberiya Insiyatîfa Sûrî ya Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo Ferzende Munzur wiha got: “Ev bang ji bo pêvajoyeke nû di navbera Kurd û Tirkan de bû, lê pêkanîna wê yekalî ma.”
Di 27’ê Sibata 2025’an de Rêber Apo banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir, ev bang li cîhanê û Rojhilata navîn dengvedaneke dîrokî çêkir. Lê ji bo pêkanîna vê bangê di nava salekê de tenê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) gav avêtin û dewleta Tirk tenê di gotinan de ma. Niha dibe salek ku Rêber Apo banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kiriye, lê heya niha ti pêşketin di milê dewleta Tirk de çênebûne.

‘‘Salek li ser banga Rêber Apo ya “Aştî û Civaka Demokratîk re derbasbû”
Ferzende Munzur da zanîn ku Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de banga “Aştî û Civaka demokratîk” kir û wiha got: “Ev saleke li ser banga dîrokî ya Rêber Apo re derbas bû. Ev bang ji bo pêvajoyek nû di navbera Kurd û Tirkan de bû. Ev pêvajo ne li ser esasê kesekî winda kir û kesekî jî qacenc kir, lê belê li ser perensîba ku herkes qezenc bike û atmosferekî guncaw ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di çar dewletên sereke yên Rojhilata Navîn û ji bo demokrasiya Rojhilata Navîn e. Ev banga ku Rêber Apo pêşkêş kiriye bala her kesî li cîhanê kişand, herwiha helwestên xwe jî nîşan dan, Neteweyê Yekbûyî, serokê meclîsa yekîtiya Ewropayê, serokê Amerîkayê, Rûsya di heman demê de rewşenbîr, siyasetmedaran di Rojhilata Navîn de gelek welatan erênî dîtin. Ev banga “Aştî û civaka demokratîk” a Rêber Apo hêviyek mezin avakir.”
‘‘Gava yekemîn a dewleta Tirk divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be’’
Ferzende Munzur tekez kir ku Banga Rêber Apo piştî banga Dewlet Baxçelî bû û wiha pê de çû: “Dewlet Baxçelî bang kir ku Kurd û Tirk biratiya wan a hezarê salan e. Rêber Apo bila şer bi dawî bibe û Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) xwe fesix bike, çareserî were kirin, ji Rêber Apo re mafê hêviyê were dayîn û dakeve di perlemanê de biaxive. Bi vî rengî Rêber Apo insîyatîf girt û gavên stratejîk avêtin, Manîfestoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ji PKK’ê re şand û kongreya 12’emîn a PKK’ê li ser wî esasî hate lidarxistin. Herwiha li ser vê bingehê gava yekemîn Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) xwe fesixkir. Di vê mijarê de divê her kes û gelê me bizanibin ku partiyên siyasî wesîletin ji bo bihgînin armanca gelê xwe. Armanca PKK’ê azadî, demokrasî û mafê gelê Kurd e. PKK’ê roleke dîrokî lîst, fesixkirina PKK’ê ne dawiya têkoşînê ye, lê belê destpêkek ji têkoşînekê ye. Ev saleke dilopek xwîn di hundir Tirkiyê de nehatiye rijandin ev jî destpêkeke serkeftîye di milê aştî û rawestandina şer de.
Gava duyemîn komek ji 30 Gêrîlayan çekê xwe şewitandin, ev jî nayê wateya ku çekê xwe radestkirin, lê belê ji bo çareseriya demokrasî û aştiyê ye. Di vê salê de hemû mercên ku ji Rêber Apo û tevgera azadiyê dihatin xwastin pêk anîn. Heta ku rayedarê dewlet baxçelî got ez ji Rêber Apo memnûnim. Pêwîst bû ku gave yekemîn a dewleta Tirk li beramber vê bangê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ba, ku mafê hêviyê pêk bihata û daketa perlemanê da ku biaxive.”
‘‘Gav yek alî maye’’
Ferzende Munzur destnîşan kir ku gave duyemîn divê zagonek ji bo PKK’ê derbixista û wiha domand: “Dewleta Tirk divê piştî ku PKK’ê xwe fesixkir û koma ku çekên xwe şiwitandin pêwîste ji bo wan zagonek pêşkêş kiriba ku bikaribin bi awayekê azad siyasetê bikin, lê mixabin dewleta Tirk tenê gavek avêt komisyon û komîte avakirin, ew jî temam nekirin. Herwiha dema ku tu behsa xuşk û biratiya gelan dikî, divê ku rastiyê qebûlbikê dibêjin em û Kurdan bi hezarê salan birane. Lê ev zêdetirî sed sale înkar û qirkirina Kurdan di plana dewleta Tirk de ye. Di heman demê de li hember Kurdan zimanekê tûj bikartînin. Di pêkanîna aştî û civaka demokratîk de tenê gav ji yek alî ve hatin avêtin, Rêber Apo û tevgera azadiyê gavên dîrokî ji bo çareseriyê avêtin, ev salek di ser banga Rêber Apo re derbas dibe, lê hîn jî dewleta Tirk gavek temam neavêtiye.
‘‘Di nava salekê de gelek kar û xebat hatin kirin’’
Ferzende Munzur diyar kir ku Di nava salekê de gelek hewildan çêbûn û wiha got: “Ji bo pêkanîna banga Rêber Apo gelek hewildanên me di milê siyasî, diplomasî, zagonî, Fikirî, ragihandinê û gelêrî jî çêbûn. Ji bo piştgiriya vê pêvajoyê me semîner lidarxistin, herwiha me name ji Dewlet Baxçelî, Erdoxan, neteweyên yekbûyî, Rêxistina mafê mirovan a neteweyên yekbûyî, meclîsa Awropa, komîteya wezîrên Awropa, serokê welatên Ereban di Rojhilata Navîn de û hemû serokên dewletên ku cihê xwe di kompiloya li ser serokatî de digirtin û ji bo dewletên mezin di cîhanê de şandin ji bo ku helwestên xwe serersat bikin. Herwiha malpera civakî ya Insiyatîfa Sûrî ya Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo heye, ku dê te nivîs û çalakiyên ji bo Rêber Apo bi zimanê Kurdî û Erebî tên parvekirin. Herwiha konferans û semîner hatin lidarxistin, Di heman demê de nivîs û gotinên Rêber Apo me belav dikirin. Herwiha ji bo rewşa Rêber Apo em hertim hişyar bûn û me dişopand. Rûpeleke li ser youtube hat amadekirin ku têde dîmenê Rêber Apo pêşkêş dikin, di hin deman de em civînan ji gel re çêdikin. Herwiha gelek kesayetên navdar, şêwirmend, nivîskar yekîtiya ragihandina cîhanê ya Erebî û rewşenbîrîn ji Misrê, Sûriyê û Rojhilata Navîn tevlî vê bangê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bûn.”
‘‘Êdî dem hatiye ku dewleta Tirk gavan bavêje’’
Endamê Rêveberiya Insiyatîfa Sûrî ya Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo Ferzende Munzur axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hin şande ji Vetîkan, Fransa, Almanya, û pêkhateyên xiristiyan, Ermenî, Êzîdiyan jî hatin herwiha me jî serdana wan kir. Salek bi kar û xebatê tijî bû. Rêber Apo di hevdîtina xwe ya dawî de dibêje êdî dem hatiye ku derbasî pêvajoya duyemîn a dîyalogê bibin, ev jî girîng û erêniye. Ev pêvajo wê ji bo tevahî Kurdan, Rojava û Tirkiyê re baş be. Dewleta Tirk sed sal li ser esasê yek netew, al û ziman e, ev jî zihniyeteke pir hişk e, ev jî têkoşîneke gelek mezin jê re divê û 50 salin li hember vê yekê têkoşîn tê meşandin. Êdî dem hatiye ku dewleta tirk gavan bavêje, eger gav neyê avêtin pêvajo bi sernakeve. Herwiha Kampanya “Ez jî dixwazim bi Abdullah Ocelan re hevdîtin bikim” 3 hezar 621 rewşenbîr, akademisyen, siyasetmedar, mafnas, bijîşk û Rojnemevan tevlî vê kampanyê bûn.”