Fikrê yekîtiya neteweyî yê Rêber Apo: Lêgerîna ku bi gava ewilî destpê kir
Yekîtiya neteweyî ya Kurd êdî weke rojeveke hîn şênber li pêşiya me ye. Nemaze di van rojên ku daxwaza yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd li her çar parçeyan û li her devera cîhanê bi xurtî tê hîskirin de, têkoşîna azadiya Kurdistanê hat ber benda serxistina armanceke xwe ya din. Îro realîteya Kurd bi awayekî ku nayê înkarkirin hatiye naskirin; lîderên şoreşger ên ku di kevneşopiya Apoyî de gihîştine, di qada siyaseta cîhanê de hatine astekê ku nûnertiya gelê Kurd dikin.
Pêvajoya êrîşên qirkirinê yên ku di 6’ê Çileyê de li Helebê dest pê kirin û piştî wê berxwedana mezin a gelê Kurd li her derê, di nav gel û rêxistinên Kurd de nîqaşên yekîtiya neteweyî û girîngiya yekîtiyê careke din bi bîr xist. Pêvajoya ku Kurdên li her çar parçeyan û li seranserê cîhanê bi vîna xwe xwedî lê derketin, berovajî xewnên qirkirinê yên hêzên navneteweyî, veguherî ruhekî yekîtiya neteweyî. Piştî vê yekê jî li dijî vê ruhî pêleke mezin a êrîşan dest pê kir.
Rêber Apo salan berê digot: “Ji bo îsbatkirina hebûna Kurdan, belkî di çarçoveya modernîteya kapîtalîst de di du sedsalên dawî de, zext, înkar û tunekirinên bi tundî, naverok û şêwazeke wisa hatin jiyîn ku ti hebûneke civakî nehatiye serê wan. Qirkirinên çandî û fîzîkî hatin meşandin. Li warên wan ên resen ji bo parçekirina fîzîkî û çandî û tunekirinê, her cure amûrên zordarî û îdeolojîk hatin bikaranîn. Mirov dikare bibêje ku tu mekanîzmayên zext û talanê yên modernîteya kapîtalîst neman ku heta asta qirkirinê nehatibin sepandin” û bi van gotinan, bal dikişand ser girîngiya gihîştina hişmendiya neteweyî ya Kurdan.
YEKÎTIYA NETEWEYÎ NEÇARİYEK E
Îro partî û rêxistinên Kurd jî êdî bi zelalî dibînin ku divê yekîtiya neteweyî ava bibe. Daxwaza yekîtiya neteweyî ya ku Tevgera Azadiya Kurdistanê bi salan e ji bo wê hewl dide, îro wekî daxwaza tevahiya gelê Kurd derdikeve pêşiya me. Sîstema ku li Rojavayê hatiye avakirin û ronahiya îdeolojiya Rêber Apo ya di pratîkê de ye, bûye modeleke wisa ku ji aliyê gelê Kurd ve tê qebûlkirin û ji bo wê berxwedan tê kirin.
Di salên 90’î de ku şer di asta herî dijwar de bû, Rêber Apo pênaseya yekîtiya neteweyî wiha dikir: “Têgeha yekîtiya neteweyî gava tê gotin carna xelet tê fêmkirin; wekî ku tenê yekbûna rêxistinên piçûk û mezin di bin eniyekê de tê fêmkirin. Ev jî heye, lê beriya vê, dabînkirina yekîtiya gelê Kurd wekî gel e. Yanî ferqkirina wê yekê ku ew netewe ne û ketina nav qada têkoşînê ya ku hewcedariya netewebûnê ye. Divê mirov ji yekîtiya neteweyî zêdetir vê fêm bike. Nexwe ne tenê meseleya hatina cem hev a çend rêxistinan e. Ew e ku gel êdî hişmendiya netewebûnê bi dest bixe û fêm bike ku divê welatê wî di her warî de bikeve xizmeta têkoşînê.”
Bi rastî ev gotin diyar dikirin ku ne tenê hatina cem hev a rêxistinên bi ramanên cuda, lê tevgera wekî gelekî û fikirîna di nav hişmendiya neteweyî de hewce ye. Qebûlkirina Kurdên ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatine parçekirin û tu statu nedane wan wekî neteweyekê, tê wateya girtina cihê xwe di qada cîhanê de. Rêber Apo di yek ji hevdîtinên xwe yên dawî de dema digot “Dixwazin Kurdan birîndar bihêlin û wan muhtacî xwe bikin”, dîsa bal dikişand ser girîngiya netewebûnê û avabûna hişmendiya neteweyî.
JI MANÎFESTOYA YEKEM VE TÊKOŞÎNA NETEWEBÛNÊ
Rêber Apo di analîzeke xwe de li ser destpêkirina ramana xwe ya li ser pirsgirêka neteweyî û yekîtiya neteweyî wiha dibêje: “Dema ku min di salên 1970’yî de dest bi têkildariya bi sosyalîzmê re kir, min bi pirsgirêka neteweyî û yekîtiya neteweyî re jî eleqe nîşan da.” Avabûna tevgera PKK’ê û piştre di pêvajoya geşbûnê de çûna ber bi rêxistineke ku ji rêxistineke klasîk a sosyalîst wêdetir e, nîşan dide ku Rêber Apo ji roja yekem ve li ser wê yekê fikirî ye ku yekîtiya neteweyî dê çawa be.
Daxuyaniyên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên li ser yekîtiya neteweyî heta salên damezrandina tevgerê diçin. Tevgera Azadiyê ku di daxuyanî û analîzên wê demê de bi israr destnîşan dikir ku yekîtiya neteweyî ji bo têkoşîna gelê Kurd girîng e, gavên xwe yên berbiçav di sala 1992’yan de bi Meclîsa Neteweyî ya Kurdistanê avêtin. Di pirtûka ‘Rêya Şoreşa Kurdistanê’ de ku wekî manîfestoya yekem tê naskirin, gava yekem a ji bo yekîtiya neteweyî û serxwebûnê wiha hatibû pênasekirin: “Ji bo gelên mêtingeh, heta ku di bin pêşengiya kêmek bihiş û rêxistinkirî de tevgereke ciwanên welatparêz û ronakbîran neyê pêşxistin, tevgera serxwebûna neteweyî jî pêş nakeve.”
Dîsa di heman berhemê de Rêber Apo bi van gotinan diyar dike ku ew çawa hişmendiyeke neteweyî dixwaze: “Bi giştî behsa bandora neteweperwer a kapîtalîzmê tê kirin. Rast e. Lê ev jî rast e ku di bin serdestiya kapîtalîzmê de gelek gel an tune bûn an jî kesayetiya xwe ya neteweyî winda kirin û di nav neteweya serdest de heliyan. Piraniya wan ji bo netewebûnê ji bilî şerekî bêrihm li dijî emperyalizma kapîtalîst tu çareyek nedîtin.”
Hişmendiya neteweyî ya ku Rêber Apo hewl dida di nav gelê Kurd de ava bike, berovajî ferzkirin û pênaseyên modernîteya kapîtalîst, hişmendiyeke neteweyî bû ku taybetmendiyên xwe yên resen diparêze û xwedî statu ye. Yek ji armancên têkoşînê ya Tevgera Azadiyê jî hewildana afirandina vê hişmendiya rast bû.
‘ŞOREŞ BERHEMA ŞERT Û MERCÊN NAVXWEYÎ YÊN HER WELATÎ YE’
Rêber Apo di civînên yekem ên Tevgera Azadiyê de ji bo netewebûnê ev pênase dikir: “Qonaxa rizgariya neteweyî, bi rêbazeke şoreşgerî bûna netewe ye; piştî ku şer hat qezenckirin, qonaxa gihîştina rewşa neteweyeke serbixwe û demokratîk e.”
Nîqaş û êşên ku îro têne jiyîn jî ji ber vê yekê ne. Têkoşîna rizgariya neteweyî ya ku beriya pêncî û du salan dest pê kir, gihîştiye qonaxa netewebûnê û êdî derbasî qonaxa afirandina civakeke demokratîk bûye. Ev pênaseya Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê ya di salên 1970’yî de, nîşaneya wê yekê ye ku tevger ji roja yekem heta îro li ser heman xeta îdeolojîk, bi pêşketineke cidî û li gorî hewcedariyên serdemê şêwaz girtiye û berdewam dike.
Rêber Apo di yek ji axaftinên xwe yên pêşîn de bi gotina “Şoreş ne tiştekî wisa ye ku bê îxrackirin. Ji ber ku şoreş berhema şert û mercên navxweyî yên her welatî ye”, destnîşan kiribû ku şoreşeke li Kurdistanê pêk bê dê li gorî dînamîkên navxweyî û şert û mercên wê demê şêwaz bigire.
Ev pênaseya ku di Kongreya Damezrandinê ya PKK’ê de hatibû kirin jî nîşan dide ku ji roja yekem ve armanca avakirina hişmendiyeke rast a neteweyî hebû:
“Heta duh jiyana siyasî ya li Kurdistanê û statuya siyasî ya ku statuya navneteweyî dabû Kurdistanê, nebû. Fikirandina ku gelê welatê me ji bo xwe, ji bo berjewendiyên xwe siyasetê bike, giraniya xwe di polîtîkayê de bide hîskirin û vê giraniyê bibe qada navneteweyî, tiştekî nedihat fikirîn bû. Em dizanin ku bi navê Kurdistanê û bi navê Kurdîtiyê hinek tevger û kesên rast û çep angaşt dikirin. Lê polîtîkaya ku wan dikir, polîtîkaya hevkar e ku em pê nas in. Polîtîkayeke ku Kurdistana zordarî ditiye û teslîm hatî girtin nîşan dide. Ne polîtîkaya berxwedanê, polîtîkayeke hevkar a serî xwar kiriye. Û bêguman nayê hêvîkirin ku polîtîkayeke wiha ji bilî gelek negetîfiyan, guhertineke mezin di jiyana siyasî ya gel de çêbike.”
Israra Rêber Apo ya li ser hişmendiya neteweyî, her çend di nihêrîna pêşîn de pir hatibe rexnekirin jî, bi rastî israreke di bingeha fêmkirina sosyalîzma demokratîk de ye ku karakterê Tevgera Azadiyê pêk tîne. Ev israr gelek caran ji bo êrîşkirina ser Rêber Apo hatiye bikaranîn û ramanên wekî ku ew nikare bibe lîderê neteweyî hatine avêtin. Lê belê Rêber Apo di pirtûka ‘Di Sosyalîzmê de Israr, Di Mirovbûnê de Israr e’ de dibêje: “Niha ez dibêjim, ‘Heta armancên neteweyî-çînî nebin meseleya man û nemanê, ez nabim’. Heke hûn jî dixwazin min fêm bikin, ez berî her tiştî îdeologek im; ez armancên bingehîn ên neteweyî diparêzim û her kesî bi armanca neteweyî ve girê didim. Ez vê dibêjim, ez vê dişopînim. Rêberê neteweyî ev e û ez hêza xwe jî ji vir digirim.”
Di ramanên Rêber Apo de yekîtiya neteweyî, jiyan bi xwe ye. Berovajî gotinên dewletê û kesên dijminê Tevgera Azadiyê, ji bo Rêber Apo yekîtiya neteweyî pir girîng e û wekî yek ji hîmên vê têkoşînê tê dîtin.
Rêber Apo di analîzeke xwe de dibêje: “Pêşxistina evînê û tacîdarkirina hestan li Kurdistanê, tê wateya dîtina pîvana neteweyî. Em neyên ser Mem û Zînê û derbas nebin. Bi rastî ew jî pirsgirêka yekîtiya neteweyî ye. Heke yekîtiya neteweyî û hinek demokrasî hebûya, ew bavê feodal jî neba, bi rastî Mem û Zîn bi rehetî dikaribûn bi hev re bijîn û ew mirina tê zanîn pêk nedihat. Em dikarin jiyana wan bi gelek aliyan ve lêkolîn bikin. Ehmedê Xanî yekîtiya neteweyî dixwaze. Nivîskar dibêje, ‘Heke hikumdariya Kurd hebûya, ev nedihatin serê me’. Di nav wî de daxwazeke mezin a yekîtiyê heye, wî di vê destanê de nîşan dide. Meriv dikare bibêje ku ji bo yekîtiya neteweyî hewleke mezin daye û ketiye rêya evînê. Heke hûn şoreşa neteweyî ya demokratîk hinekî pêş bixin, hûn ê rêya evînê jî hinekî vekin.”
DI RÊBER APO DE YEKÎTIYA NETEWEYÎ BERXWEDANA LI DIJÎ MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST E
Di Rêber Apo de têgeha yekîtiya neteweyî ne li ser bingeha şêweyekî klasîk avakirina neteweyê yan jî girêdanek bi feodalê re ye. Qet nebû jî. Her çiqasî hin kes bi israr armanc dikin ku ji yekîtiya neteweyî amûrek dewletê ava bikin jî, Rêber Apo qet yekîtiya neteweyî bi vî rengî fêm nekir. Di analîzeke xwe de bi gotina, “PKK ne rêxistinek çepgir a klasîk e” di rastiyê de digot ku hemû gav û destketiyên di vê têkoşînê de nabe bi pênaseya klasîk werin pênasekirin an jî bi sînorkirin.
Tevgera Azadiya Kurdistanê û têkoşîna wê ne têkoşînek rêxistinek çepgir a klasîk bû û ne jî tevgerek berxwedanê ya klasîk bû. Ji ber vê yekê îro Rojava ya ku pratîka cîhana îdeolojîk a Rêber Apo ye, ji hêla gelê Kurd ve bi eşkere tê pejirandin, xwedî lê tê derketin û cîhan jiyana nû ya li Rojava hatî afirandin ji bo xwe îlham digire.
Rêber Apo di nirxandineke din a ku sala 1993’yan kiribû de wiha got: “Pêşniyara me ku hêzên Başûr û hemû hêzên Kurd di bin sîwaneke giştî de bên gel hev, têgihîştiye. Tiştê ku ji bo yekîtiya neteweyî, ji bo demokrasiyê, ji bo yekîtiya hemû hêzên demokratîk divê were kirin, encax bi wiha vekirî were pêşkêş kirin û bê kirin. Partiya me ku heta dawî mafdar e û bi xwe bawer e, careke din van rastiyan destnîşan dike; ev yek nîşan dide ku li ser rêya rast e û rast dike, di heman demê de helwesta xwe ya berpirsiyar û têgihîştî ya di çareserkirina pirsgirêkên cidî de nîşan dide. Em hêvî dikin ku hemû hêzên dost wê vê yekê bi layiqî binirxînin û korerê bêtir kûr nekin. Em hêvî dikin ku ew ê rêya aqil, rêya aştiyê, rêya bilindiya siyasetê esas bigirin. Ew ê ji bo wekhevî û azadiya gelan hawîrdorek kêm êş û xwîn biafirînin. Dîsa, em ne xeyalperest in, lê em dixwazin xweşbin jî. Em pir rast in.”
Pênasekirina netewetiyê di Rêber Apo de bi awayekî cûda tê datînin, û ev pênase dibe mottoya bingehîn a têgihîştina yekîtiya neteweyî. Tevgera Azadiya Kurdistanê û yekîtiya neteweyî ya ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye pênasekirin, têgeha klasîk a neteweperweriyê û netewe dewletî ji binî ve red dike û nêrîneke cûda li rêgeza “her netewe çarenûsa xwe diyar dikin” ku yek ji rêgezên bingehîn ên sosyalîzmê ye, pêşkêş dike.
Rêber Apo di Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de neteweyê wiha pênase dike: “Dema ku nasnameya qewmê bi îstîqar û domdar di şêweyê rêveberiyê de bijî, nasnameya ku derdikeve holê mimkun e ku mirov jê re bibêje netewe yan jî nasnameya neteweyî. Aliyê ku giraniyê dide neteweyê ew e ku bi îradeya xwe xwe birêve bibe. Mimkun e ku rêveberî dikare bi şêweyên demokratîk an dewletparêz pêş bikeve. Neteweyên din ya bi rastî gelên ku di bin rêveberiya neteweyên xwedî rêveberiya dewletê de ne, ji kombûna kabîleyan re ne netewe, kole tê gotin.”
‘MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK DI TÊGIHÎŞTINA NETEWEYÊ DE NERM E’
Rêber Apo di fikriyata xwe de nasnameya neteweyî bi vî rengî pênase dike û dibêje ku rêya yekîtiya neteweyî bi têgihîştinek demokratîk a civakê re teşe digire. Di vir de armanca sereke ew e ku têgehên netewe û neteweperweriyê ya modernîteya kapîtalîst ji bo parastina amûra netewe dewletê û li ser hezeyanên nîjatperestî neteweyan bi rêxistin dike, li hemberî afirandina takekesiyên civakî radiweste.
Ji ber vê yekê, di felsefeya Rêber Apo de têgehên netewe û yekîtiya neteweyî ji tiştên ku heta niha hatine hînkirin wêdetir xwedî wate ye. Rêber Apo dibêje, “Modernîteya demokratîk di têgihîştina neteweyê de nerm e” û wiha berdewam dike: “Perspektîfa avakirina neteweyî ku ne li ser bingeha ziman, etnîsîte, ol û dewletê ye; di nava xwe de pirzimanî, etnîkî, olî, mezhebî û siyasî têne gel hev û rola çareseriyeke bê hempa dilîze.
Li hemberî hişmendiyên dewlet, ziman, ol, mezheb û etnîsiteyên li ser neteweyê ne, hişmendiya modernîteya demokratîk a pir neteweyî, neteweya tevahî; bi xurtî bingeha pêwîst a ji bo aştî û xwişk-biratiya ku di jeoçanda Rojhilata Navîn de peyda dike. Dibe bê gotin ku ji sê olên sereke yên yekxwedayî û her cûre ziman, etnîsîte û pêkhateyên siyasî neteweya herêmî ya mezin, neteweya Rojhilata Navîn jî were avakirin.”
Noqteya ku em îro hatinê, careke din girîngiya ramanên Rêber Apo daniye holê. Bi taybetî ruhê yekîtiya neweyî ya Kurdan ku piştî êrîşên 6’ê Çileyê derket holê. Bi taybet hin derdorên nîjadperest û dijminên têkoşîna Kurd ên ku naxwazin ruhê yekîtiya neteweyî ya ku piştî êrîşên 6’ê Çileyê di nav gelê Kurd de derketiye holê bi awayekî xurt li ser zemîneke rast were danîn, bi israr êrîşên li hemberî Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurdistanê û têgihîştina nû ya sosyalîzma ku afirandiye, zelaltir tê dîtin.
Eşkere ye ku ev êrîş ne tenê mijara qebûl nekirina fikriyatekê ye; ev berhema kes û komên ku ruhê wan koledariyê derbas nekirine û naxwazin gelê Kurd azad bibe, naxwazin perspektîfek sosyalîst û jiyanê ya nû pêşkêşî Rojhilata Navîn û heta cîhanê bike.
Ji ber vê yekê, girîng e ku fikriyata ku Rêber Apo pêşxistiye di serî de ji aliyê gelê Kurd û gelên cîhanê ve bi baldarî bê şopandin û pejirandin. Îro yekîtiya neteweyî ya li ser fikriyata Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd were avakirin, wê nîşanî her kesî bide ku tevî hemû êrîşên modernîteya kapîtalîst jî sosyalîzmeke nû û jiyaneke nû mimkun e. Yekîtiya neteweyî êdî ji hewcedariyê wêdetir, mecbûriyet e.