المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Bi hezaran kes li Parîsê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

0 21

Bi banga TJK-F û CDK-F’ê li paytexta Fransa Parîsê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî û daxwaza azadiya fîzîKî ya Rêber Apo meşiyan û mîtîngek lidar xistin.

Li paytexta Fransa Parîsê bi banga Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Civaka Demokratîk a Kurd a li Fransayê (CDK-F) ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî û bilêvkirina daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meş û mîtîngek hate lidarxistin. Ji Parlamenta Fransayê (Danielle Simonnet, Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut jî beşdarî çalakiyê bûn.

https://cdn.iframe.ly/1JUlRev6

Parlamenter Danielle Simonnet li qada Republiqueyê ji girseya gel a bi coş re axivî. Danielle Simonnet berxwedana gelê Kurd silav kir û anî ziman ku di sedsala 21’ê de nayê qebûlkirin ku gelê Kurd bê statu bimîne. Her wiha destnîşan kir ku divê Rêber Apo yê 27 sal berê bi Komploya Navneteweyî radestî Tirkiyeyê hate kirin li Girava Îmraliyê neyê ragirtin û dem hatiye ku ji aliyê fîzîkî ve azad bibe.

Meşa ku ji Qada Republique ya Parîsê destpê kir heta Qada Chateletê dewam kir. Di meşê de bi hezaran kesî bi yek dengî daxwaza azadiya Rêber Apo kirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” qîriyan.

Di meşê de ku li Qada Chateletê bi dawî bû Hevserokên CDK-F’ê Fevziye Erdemîrcî û Azad Dogan girseya gel silav kirin û ji bo xwedîderketina li pêvajoyê û mezinkirina pêvajoyê bang kirin.

Piştî Hevserokên CDK-F’ê Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut axivî û got, “Beriya her tiştî gelê me û dostên me hemûyan silav dikim. Komploya Navneteweyî û hêzên komploger şermezar dikim ku beriya 27 salan xwestin Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve îmha bikin û Kurdan qir bikin. Berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê silav dikim.

Di 27’ê Sibatê de bi Banga Sedsalê ya Rêber Apo re pêvajoyekê destpê kir. Hem Rêber Apo hem jî PKK’ê berpirsyariya xwe bi cih anîn. Dora gavavêtinê ya dewletê ye. Rêber Apo di banga xwe de anî ziman ku ji bo pêvajo bi rengekî çêker bimeşe û bigihêje encmaê divê zemîna hiqûqî û destûra bingehîn bê afirandin. Divê Rêber Apo karibe ji pîvana Mafê Hêviyê sûdê werbigire û ji aliyê fîzîkî ve azad bibe. Rêber Apo mîmarê vê pêvajoyê ye û bi rê ve dibe. Aktorê esasî yê pêvajoyê Rêber Apo ye. Eger Rêber Apo karibe di nava şert û mercên azad de bixebite û bijî, ev pêvajo wê bi ser bikeve. Di serî de dewleta Tirk eger hêzên hegemon daxwaza aştiya civakî li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn dike, divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.

Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî ku bi pêşengiya dostên me di 10’ê Cotmeha 2023’an de destpê kir, bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpê kir û encamên gelekî girîng bi xwe re anî. Beriya niha me li Kolnê du meş û mîtîngên mezin lidar xist, îsal jî di 8’ê Mijdarê de em ê li Kolnê çalakiyeke mezin pêk bînin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Li ser vê bingehê bang li gelê me dikim ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo 8’ê Mijdarê li bajarê Koln ê Elmanyayê beşdarî çalakiyê bibe.”

Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin