Li Strasbourgê komploya 9’ê Cotmehê hate protestokirin
Komploya navneteweyî ya ku di 9ê Cotmeha 1998an de li dijî Rêber Apo hatibû destpêkirin, li bajarê Strasbourgê yê Fransayê bi meşekê hat protestokirin.

Meş saet di 14:00an de li qada Place Dauphine dest pê kir û gel bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Liberté pour Ocalan” û “Jin Jiyan Azadî” heta qada Place Kléber meşiya. Di dema çalakiyê de posterên Rêber Apo û pankartên bi Fransî yên li dijî komployê hatin hildan.
Li qada Place Kléber, ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê rêz hat girtin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku komploya 9ê Cotmehê vîna azadiyê ya gelê Kurd armanc kiriye û hat destnîşankirin ku ev komplo bi plana hevpar a hêzên navneteweyî pêk hatiye. Çalakgeran diyar kirin ku vîna gelê Kurd nayê şikandin û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo dubare kirin, her wiha bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Meş bi çepik û dirûşman bi dawî bû.
 
						