Prof. Lemkow: Azadiya Ocalan û girtiyên siyasî divê gava destpêkê be
Prof. Louis Lemkow anî ziman ku nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd girîng e û destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo û girtiyên siyasî divê gava destpêkê be. Lemkow got, “Ocalan ji bo gelê Kurd nîşaneya berxwedan û aştiyê ye.”

Di çarçoveya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de nîqaşên li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dewam dikin. Di heman demê de ji qada navneteweyî jî piştgirî ji pêvajoyê re tê kirin. Yek ji van kesayetan ji Zanîngeha Xweser a Barcelonayê Prof. Louis Lemkow Zetterling e. Prof Lemkow Zetterling hewldanên çareserî û aştiyê ya li Tirkiyeyê ya têkildarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, rola Ocalan, paşeroja demokrasiyê û rola civaka navneteweyî ji me re nirxand.
https://cdn.iframe.ly/0ITr6MTf
Prof. Lemkow anî ziman ku hewldanên aştiyê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ên Rêber Apo gelekî girîng û got, “Piştî têkoşîna çekdarî ku zêdeyî çil salan, mirina bi hezaran kesî û birîndarbûna bi hezaran kesî, pêvajoyeke bi vî rengî divê weke pêşketineke mezin bê dîtin. Bi dîtina min ev yek gelekî bi wate ye. Ev yek di rêya çareseriyê de gava destpêkê ye, bêguman. Hîn qonaxa destpêkê ye lê belê destpêkeke girîng e. Em hêvîdar in ku encameke şênber ji vê yekê derkeve holê. Mirov dikarin xweşbîn bin, ji ber ku ev yek dikare weke gava destpêkê ya cidî ya têkiliya vê pêvaoyê bi pêvajoya aştiyê re bê danîn.”
Prof. Lemkow anî ziman ku nabe Rêber Apo vê pêvajoyê di nava şert û mercên girtîgehê de bimeşîne û bi vî rengî dewam kir, “Nayê qebûlkirin ku Ocalan 26 sal in tecrîdkirî ye. Ev yek binpêkirineke vekirî ya mafên mirovan e. Li gel vê yekê Ocalan li Tirkiyeyê fîgurekî gelekî girîng e, ji bo gelê Kurd jî semboleke aştiyê ye. Di heman demê de fikrên girîng daniye holê ku aştî bi çi rengî dikare bê bidestxistin û ji bo gelê Kurd xweserî çawa dikare pêk were. Li gel vê rola xwe jî dîlgirtina wî nayê qebûlkirin.”
Prof. Lemkow işaret bi girîngiya biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê kir û got, “Ev biryar li pêvajoya Abdullah Ocalan tê. Fesixkirina PKK’ê gaveke gelekî girîng e. Ya rast, di wê baweriyê de me ku di navbera Ocalan û Kongreyê de mutabaqatek heye. Zanim ku têkildarî vê yekê hin fikar hene, lê belê ev fikar bê bingeh in. Dibe ku bê îdîakirin ku gelê Kurd dibe ku hîn bêhtir bêparastin bimîne. Ez ne di wê baweriyê de me ku welê bibe.
Bêçekbûn hewldaneke gelekî girîng e ku rewşa gelê Kurd xurt dike. Di heman demê de daxwaza wan a ji bo aştiyê û rêveçûna ji bo vê armancê bi şênberî radixe pêş çavan.”
‘AZADIYA OCALAN DIKARE BIBE GAVA DESTPÊKÊ’
Prof. Lemkow dewleta Tirk rexne kir ku li pêşberî gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd hîn jî gavên şênber neavêtiye û got, “Di mijara rola dewleta Tirk û cidiyeta wê de fikar hene. Lê belê avabûna komîsyoneke li parlamentê weke min got, gava destpêkê ye. Lê li gorî min, efûyek û berdana girtiyan, bi taybetî jî berdana Ocalan wê bibe gaveke gelekî girîng.
Gavên bi vî rengî di şerên beriya niha de hatin avêtin. Weke min got, her şer cuda ye. Lê belê li gorî min jestên bi vî rengî yan jî hewldanên bi vî rengî -efûyek, berdana girtiyan- wê gelekî girîng be û teqez tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike.”
‘PIŞTGIRIYA CIVAKA NAVNETEWEYÎ GIRÎNG E’
Prof. Lemkow anî ziman ku ji bo serketina pêvajoyê divê civaka navneteweyî zextê li hikumeta Tirk bike û got, “Zexta civaka sivîl a navneteweyî girîng e. Bêguman di şerên beriya niha de jî girîng bû. Mînak, li Xezeyê li hemberî rewşa metirsîdar seferberiya civaka sivîl a navneteweyî ya ku rola dewleta Îsraîlê şermezar kir, girîng bû û bandorek kir.
Ragihandina rewşa gelê Kurd li qada navneteweyî ji bo vê pêvajoyê girîng e. Bi her cûre çalakiyan piştgiriyeke hîn berfireh dikare ji vê pêvajoyê re bê dayin. Bêguman niha hinekî zehmet e, ji ber ku bûyerên bi serê Kurdan de tê ji ber bûyerên li Fîlîstînê nayên dîtin. Lê belê bi dîtina min dewamkirin gelekî girîng e. Gelekî girîng e ku mirov girîngiya pêvajoyê ragihînin û li cîhanê piştgiriya civaka navneteweyî bê wergirtin. Di vê nuqteyê de ez di xizmeta gelê Kurd de me.”
‘HEBÛNA HÊZA ÇAVDÊR GIRÎNG E’
Di dewama axaftina xwe de Prof. Lemkow işaret bi girîngiya hebûna hêzeke çavder a navneteweyî kir û got, “Yek ji mifteyên çareseriya şer navbeynkarên navneteweyî ye. Rola aliyên sêyemîn timî girîng bûye. Dema ku mirov şer bibe beramberî hev divê baldar bin; dîsa jî ders dikarin jê bêne wergirtin. Her şerek xwedî dîrok û dînamîkên xwe ne, lê belê analîzkirina wan û wergirtina dersê ji wan hîn jî girîng e. Di mînakên Îrlanda û Baskê de navbeynkarî gelekî girîng bûye. Bi piştgiriya navbeynarkiya navneteweyî, her wiha efûyek an jî berdana girtiyên siyasî wê girîng be.”
Louis Lemkow Zetterling kî ye?
Prof. Louis Lemkow Zetterling akademîsyeneke ku li ser mijarên sosyolojiya hawirdorî û pêşveçûna daîmî pispor e. Li Zanîngeha Xweser a Barcelonayê weke profesor wezîfeyê dike. Lemkow giraniyê dide ser mijarên; têkiliya navbera civakê û hawirdorê, rîskên hawirdorî, polîtîkayên daîmî û newekheviya civakî. Lêkolînên wî bi giranî li ser guhertina avhewayê, newekheviya civakî, bandora civakî ya biyoteknolojiyê û edaleta hawirdorî. Prof. Lemkow ku li qada tevnên akademîk ên civakî çalak e, gelek berhemên xwe hene ku li ser mijarên cuda hatine weşandin.