المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

‘Pêngava azadiya Rêber Apo li cîhanê deng veda’

0 7

Endama Înîsiyatîfa Suriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Gulistan Îbrahîm, detnîşan kir ku pêngava azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, roj bi roj li cîhanê deng vedide.

Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ roj bi roj berfirehtir dibe û li hemberî tecrîdê helwest tên nîşandan. Di vê çarçoveyê de Endama Însiyatîfa Suriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Gulistan Îbrahîm, ji ANF re axivî.

https://cdn.iframe.ly/zQXc4Nk

‘ARMANC TÊKBIRINA HÊZÊN HEGEMON E’

Gulistan Îbrahîm da xuya kirin ku kesên tevlî pêngavê bûne daxwaza dawîkirina tecrîd û êrîşên hêzên hegemon dikin û ev yek anîn ziman: “Yek ji armancên sereke jî ew e ku hevdîtin bi Rêber Apo re were kirin. Her kes jî dizane ev cezayên li  Rêber Apo tên birîn, derveyî zagonên mafên mirovan e.”

‘PÊNGAV WEKE ÇEMAN DIHERIKE’

Gulistan Îbrahîm di berdewamiya axaftina xwe de got ku li seranserê cihanê  bi naskirina paradigmaya Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan re tevlîbûna pêngavê mezintir bûye wiha pêde çû: “Pêngav roj bi roj weke çeman di nava cîhanê de diherike û encam xuya dibe. Naskirina fikrên Rêber Apo ji bo hemû gelên cîhanê şansek bû. Dema ku gelan dîtin ku doza Rêber Apo dozeke exlaqî ye û dibe dozek cîhanî, cihê xwe jî di nava pêngavê de girtin. Tevlîbûna gel bi awayekî berxwedanî û serhildanî pêk hat û kir ku dijmin li hemberî vê yekê matmayî bimîne.  Her wiha vê yekê jî tirseke mezin li cem dewleta Tirk a dagirker û hemû dewletên hevkarên wê  afirand”

‘CPT ERKA XWE RANABE’

Gulistan Îbrahîm bal kişand ser bêdengî û bêhelwestiya Komîsyona Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) û ev yek anîn ziman: “Me gelek caran ji rêxistinan re name şandin lê belê bê bersiv mane. Herî dawiyê jî ANF’ê pirsên xwe li CPT’ê kirin lê belê  CPT’ê bersiva hemû pirsan neda û bersivên ku dabûn jî ne di cih de bûn. CPT dibêje ku em hemû gavan bi dewleta Tirk re eleqedar dibin, rewşa li Îmraliyê zelal dikin û li ser Rêber Apo tecrîda giran tune ye. Em hemû jî baş dizanin ku ev nêzî 3 salan e, tecrîda li ser Rêber Apo giran û xurt dibe. Ev 41 meh in jî mafê hevdîtinê hatiye binpêkirin. CPT bi erka xwe ya wijdanî ranabe.”

EM Ê BI YEK DENGÎ RÊBERÊ XWE AZAD BIKIN  

Gulistan Îbrahîm, bang kir ku pêwîst e çalakî zêdetir xurt bibin û axaftîna xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Cihan ji bo Rêber Apo rabûye li ser piyan û her roj çalakiyên cur bir cur tên lidarxistin. Dîsa jî çalakiyên ku ji bo azadiya Rêber Apo tên lidarxistin, kêm in.  Ji ber ku hîn jî azadiya Rêber Apo nehatiye bidestxistin. Divê hîn zêdetir xwedî li Rêber Apo derkevin. Em ê bi yek dengî Rêberê xwe azad bikin.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin