المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Xelatgirê Nobelê Sauvage: Dem hatiye ku êdî Abdullah Ocalan azad bibe

0 14

Yek ji 69 xelatgirên Nobelê ku li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan name ji saziyên navneteweyî re şandin kîmyagerê Fransî Jean Pierre Sauvage got, “Dem hatiye ku êdî Ocalan azad bibe.”

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎD

Pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ ku 10’ê Cotmeha 2023’an di asta navneteweyî de li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, bi berfirehî dewam dike. Beşên cuda yên civakî diyar dikin ku bêhiqûqiya li Îmraliyê tê kirin li devereke din a cîhanê nehatiye kirin û dixwazin dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn û Abdullah Ocalan azad bibe.

Herî dawî 69 kesayetên ku xelata Nobelê wergirtin, ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Abdullah Ocalan û bi daxwaza dawîanîna li tecrîdê name ji Komîseriya Bilind a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandin.

‘DEM HATIYE KU ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE’

Yek ji kesayetên ku mohra xwe daniye binê nameyê Xelatgirê Nobelê Kîmyagerê Fransî Prof. Jean Pierre Sauvage li ser mebest û armanca nameyê ji ANF’ê re axivî.

Prof. Jean Pierre Sauvage bal kişand ser mijarên ku di nameyê de hatin nivîsandin û diyar kir ku tiştekî li wan xusûsan zêde bike nîne û got, “Birêz Abdullah Ocalan bi rengê herî giran hate cezakirin. Êdî dem hatiye ku bê azadkirin.”

ABDULLAH OCALAN JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD GIRÎNG E

Xwediyê Xelata Nobeldê Kîmyagerê Fransî Prof. Jean Pierre Sauvage bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û got, “Berdana Birêz Ocalan wê ji bo têkiliyên navbera civaka Kurd û hikumeta Tirk gelekî baş be.”

Jean Pierre Sauvage kî ye?

Prof. Jean Pierre Sauvage di 21’ê Cotmeha 1944’an de li Parîsê ji dayik bû, kîmyagerek e ku li qada kîmya koordînasyonê pispor e. Sauvage sala 1967’an li Dibistana Bilind a Kîmyayê ya Neteweyî ya Strasbourgê mezûn bû, li Zanîngeha Strasbourg Louis Pasteurê doktoraya xwe temam kir. Sauvage li Zanîngeha Oxfordê jî post-doktora xwe çêkir, di navbera salên 1971-2014’an de li Navenda LêkoLînên Zanistî ya Neteweyî ya Fransayê (CNRS) lêkolîn kir, di sala 2016’an de li Zanîngeha Strasbourgê weke profesor kar kir. Prof. Sauvage ku li qada kîmyayê mohra xwe danî binê gelek karên girîng, di sala 2016’an de li gel Kîmyagerê Skoç J. Fraser Stoddart û Kîmyagerê Hollandî Bernard Feringa bi karê xwe yê li ser makîneyên molekulan hêjayî Xelata Kîmyayê ya Nobelê hate dîtin.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin