المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Bayik: Şerê PKK’ê li dijî dagirkerî û xiyanetkaran e

0 35

Cemîl Bayik diyar kir ku dewleta Tirk bi piştgiriya PDK’ê li Başûr dest bi dagirkeriyê kiriye û got: “Eger alîkariya PDK’ê neba wê Tirkiye gavek jî neavêtiba Başûr. Di nava PKK û PDK’ê de şer nîne. Di nava PKK û dagirkerî û xiyanetê de şerek heye.”

NIRXANDINÊN CEMÎL B

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik tevlî bernameya taybet a Stêrk Tv bû û derbarê mijarên di rojevê de ne nirxandinên girîng kir. Bayik anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihiştiye asta êşkenceyê û got: “Girîng e ku 69 xelatgirên Nobelê û Sanatorê Fransî Pascal Savoldelli bertek nîşanî tecrîdê da ye.” Bayik dest nîşan kir ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, wê dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên qirkirinê bidomîne û got, pirsgirêka Kurd bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bê çareserkirin.

Bayik da zanîn ku lazime hikûmeta Iraqê nekeve nava planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û wiha pê de çû: “Bi vê boneye ez dixwazim hikûkmeta Iraqê hişyar bikim; xizmetê ji polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk re nekin. Wê ev zirerek mezin bide Iraqê. Lazime ên ku li dijî tifaqa Tirk a li Iraq û Başûr in, bertekên xwe tene bi daxuyaniyan nehêlin. Eger hûn difikirin ku ev tifaq zirerek mezin dide, divê hûn li dijî vê yekê rawestin. Divê hûn dakirkeran ji welatê xwe derxînin.”

Bayik bilêv kir ku di van demên dawîn de Erdogan bi israr dixwaze bi Esad re hevdîtinê bike, lê belê dev ji armanca xwe ya dagirkeriya Sûriyeyê bernedaye û tenê taktîk guhertiye. Bayik bi bîr xist ku Erdogan bûye sedemê xirabkirina Sûriyeyê û hezaran kes jiyana xwe ji dest bide û bi milyonan mirov dev ji axa xwe berde û koçber bibe.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di bernameya taybet a Stêrk Tv de ev nirxandin kir:

Tecrîda girankirî û êşkenceya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêyî navber berdewam dike. Bê guman têkoşîna gele Kurd û dostên wan jî bêyî navber berdewam dike. Di demek nêz de 69 xelatgirên Nobelê ji bo azadiya Abdullah Ocalan danezanek weşandin. Dîsa Senatorê Fransî Pascal Savoldelli ji bo hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bike serî li Wezareta Dadê ya Tirk da. Têkildarî vê mijarê hûn dixwazin çi bibêjin?

Berî ku ez pirsa we bibersivînim, ez dixwazim vê tiştê diyar bikim; Di meha Tîrmehê de li dijî gelê me li gelek cihan gelek qetlîam hatin kirin. Bi vê boneyê ez ên qetlîam kirine şermezar dikim. Ev qetlîamên normal nînin. Mînak, di 24’ê Tîrmehê de Peymana Lozanê li dijî Kurdan tifaqek bû. Dewleta Tirk a dagirker û qirker divê mehê de li dijî tevgera me û gelê me dest bi êrîşek mezin kir. Ji dîroka Peymana Lozanê heta bi niha qetlîam berdewam dikin. Gelê Kurd jî li dijî vê tifaqê têkoşînê dimeşîne. Gelê me bi têkoşîna xwe gelek gav avêtiye. Lê belê bi temamî ev tifaqa li dijî Kurdan ji holê nehatiye rakirin. Heta dijminê gelê Kurd dixwaze vê tifaqê nû bike û ji bo vê jî dixebite. Ez bawerim ku wê gelê Kurd vê tifaqê bi temamî ji holê rake. Ji ber ku ev tifaq gelê Kurd înkar dike, parçe û îmha dike. Kurd bi vê tifaqê nikarin jiyana xwe berdewam bikin. Ji xwe Kurd divê ferqê de ne.

Di 27’ê Tîrmehê de li Rojava, Heleb û Qamişloyê li dijî gelê me qetlîamek mezin pêk hat. Tenê li Qamişlo 62 mirovên me qetil kirin û gelek kes jî birîndar bûn. Ez kesên ku ev qetlîam kirine şermezar dikim. Divê ev qetlîam bibe sedemê hîn bêhtir mezinkirina têkoşîna azadiya gelê me. Dîsan di sala 1930’an de meha Tîrmehê li Qelqeliyê li dijî gelê me qetlîamek mezin pêk hat. Gelê me timî divê mehê de xwedî li şehîdên xwe derdikeve û divê xwedî jî derkevin. Di 3’yê Tîrmehê de 10 gerîla bi çeken kîmyewî hatin qetilkirin. Ez hemû şehîdên me bi rêzdarî bi bîr tînim.

3’yê Tebaxê nêz dibe. Di 3’yê Tebaxa 2014’an de li dijî gelê me yê Êzidî qetlîma pêk hat. Li dijî gelê me yê Êzidî talûkeya fermanê berdewam dike. Bi vê boneyê divê gelê me yê Êzidî fermanên hatine jiyîn û talûkeyên fermanan jibîr nekin. Ji bo vê divê xwedî li xwe derkevin û qedera xwe têxin destê xwe. Ji derveyî vê tu tişt nîne ku gelê me yê Êzidî biparêz e. Di dîroka nêz de her kesê dît; li Şengalê yên digotin, em desthilatin hemû revin û gelê Êzidî radestî DAÎŞ’ê kirin. Heta bi niha jî aqûbeta bi hezaran jinên Êzidî û zorokan ne diyar e. Ji bo ku gelê me yê Êzidî fermanên wiha nejî, lazime xwe birêxistin bikin, bihêz bibin, bibin yek, bibin xwedî vîn, sazî û hêza xwe ya parastinê xurt bikin. Tenê bi vî rengî dikarin xwe li dijî fermanan biparêzin û jiyana xwe bidomînin. Bi vê boneyê ez silav û rêzên xwe ji gelê me yê Êzidî re dişinim.

REWŞENBÎR, NIVÎSKAR Û MIROVÊN ZANYAR XWEDÎ LI PARADÎGMAYA RÊBER APO DERDIKEVIN

Heqîqeta Rêber Apo heye. Rêber Apo gelek girîngî dide felsefe û zanistê. Xwedî li nirxên mirovahiyê derdikeve. Xwedî li her tiştê ku di dîrokê de xizmeta mirovahiyê kiriye, derdikeve. Li ser vî bingehî paradîgmayek pêş xist. Yên vê paradîgmayê dixwînin, xwedî li Rêber Apo û paradîgmayê derdikevin. Hîn zêdetir rewşenbîr, nivîskar, hunermend, siyasetmedar û mirovên zanyar xwedî li paradîgmayê derdikevin. Me ji bo Rêber Apo pêngaveke navneteweyî pêş xist. Di rastiyê de ev pêngav ji aliyê dostên gelê Kurd ve hate pêşxistin, me jî di pêngavê de cih girt. Vê pêngavê gelek encamên girîng derxist holê. Li ser vî bingehî rojevek hate afirandin. Li ser vê yekê me jî xwest ku pêngava duyemîn bê pêşxistin. Dostên gelê me, tevgera me û partiya me, kesên xwedî li demokrasiyê derdikevin divê pêngava duyemîn jî pêş bixin. Em jî dîsa wê bi hemû hêza xwe di pêngavê de cih bigirin.

Pêngavê destpê kiriye, her roja borî jî tê pêşxistin. Kesên xwedî li mirovahî, demokrasî û azadiyê derdikevn, di vê pêngavê de cih digirin û daxuyaniyê didin. Diyar dikin ku Rêber Apo nûneriya nirxên mirovahiyê dike û divê ji zindanê derkeve. Dibêjin, ‘Hûn nikarin mirovekî wiha di zindanê de bigirin.’ Her roja dibore, hîn zêdetir xwedî li Rêbertî derdikevin. Herî dawî 69 Xelatgirên Nobelê daxuyanî dan, name nivîsandin. Di nameyên xwe de; bi rengekî berfirehî nivîsandine ku çawa xwedî li Rêber Apo, çawa xwedî li têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd derketine. Ji ber vê yekê ji CPT, Konseya Ewropa û gelek saziyên navneteweyî re name şandin û bang kirin. Di çapemeniyê de jî cih girt. Bangên pir xurt kirin. Mîna we jî gotî, Senatorê Fransî ji Wezareta Edaletê ya Tirk re nameyek nivîsand û got ku ew dixwaze bi Rêber Apo re hevdîtinê bike.

Dîsa yek ji parêzerên destpêkê yên Rêber Apo, Ercan Kanar; got ku qanûnên ku li hemberî Rêber Apo hatine pêşxistin êdî di pratîkê de hukmekî wê nîne. Bi vê wesîleyê ez silav û hurmetên xwe ji kesên berê daxuyanî dayîne, 69 Xelatgirên Nobelê, Senatorê Fransî û Ercan Kanar re dişînim. Evane wijdana mirovahiyê ne û nûneriya mirovahiyê dikin. Lewma xebata ku ew dikin, xebateke pir pîroz e. Xebateke ku ji bo mirovahiyê tê kirin. Jixwe evane hemû ji bo mirovahiyê xebitîne, lewma Nobel wergirtine. Gelek bi paradîgmaya ku Rêber Apo pêş xistî, dibêjin, ji gelek aliyan ve çareseriyeke xurt diafirînin. Sedemê ku evqasê xurt xwedî li Rêber Apo û têkoşîna azadî û demokrasiyê derdikevin; ew e ku heqîqetê di paradîgmaya Rêber Apo de dibînin. Ji ber ku Rêber Apo weke tê zanîn fîlozofok e. Pirsgirêka mirovahiyê û xwezayê çiye li ser disekine, dixwaze van pirsgirêkan çareser bike.

ARMANC AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO YE

Tecrîda li ser Rêber Apo ne tecrîdeke ji rêzê ye, gihiştiye asteke pir jor. Dewleta Tirk hemû qanûnan, qanûnên navneteweyî, exlaq, mirovahî, wijdanî, yanî her tişt binpê kiriye. Ev siyaseta ku li hemberî Rêber Apo tê meşandin, li cîhanê li hemberî ti siyasetmedarek din nehatiye meşandin. Tolê ji Rêber Apo distînin. Dibêjin, çima te Kurd hişyar kirin, bi zane kirin, rêxistin kir, rakir ser piyan, Kurd çima ji bo jiyana xwe têdikoşin, me wê Kurd tune kiriban. Ji ber vê yekê Rêber Apo sûcdar dibînin û dixwazin tolê bistînin. Siyaseta ku li hemberî Rêber Apo tê meşandin, siyaseta li hemberî gelê Kurd tê meşandine. Xwedî derketina li Rêber Apo, azadiya wî ya fîzîkî xwestin û ji bo vê yekê têkoşîn meşandin, xwestina çareseriya pirsgirêka Kurd e.

Dewleta Tirk ji ber ku dixwaze Kurdan ji holê rake, li dijî Rêber Apo siyaseteke bi vî rengî dimeşîne. Lewma heqîqeta Rêber Apo û Kurd, êdî bi hev ve girêdayî ye. Mirov nikare van her duyan cuda binirxîne. Yên xwedî li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo derdikevin, divê pirsgirêka Kurd jî bînin rojevê. Ya rast ev e. Ji ber ku sedemê ku Rêber Apo li Îmraliyê di darbestekê de digirin, li dijî wî siyaseteke hovane dimeşînin ev e. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, ev siyaset jî wê bidome. Lewma ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, divê têkoşîn bê meşandin. Ev wê pirsgirêka Kurd jî çareser bike. Divê li ser vî bingehî xebat bên meşandin.

We jî niha şopandiye, CPT’ê hevpeyvînek da ANF’ê. Mijareke balkêş derket holê. Mesele CPT li dijî pratîkên heman ên Azerbaycanê helwestekê raber dike, lê li hemberî rewşa Rêber Apo helwestekî nîşan nade. Gelo ev tê wê wateyê ku tu dikarî êşkenceyê li wî/ê bikî, tu nikarî li vî/ê bikî? Gelo hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Dewleta Tirk dewleteke endamê NATO’yê ye. Komploya Navneteweyî jî ji aliyê NATO’yê ve hate pêşxistin. Li ser navê NATO’yê hin dewletan pêşengî ji vê yekê re kirin. CPT jî saziyeke Konseya Ewropayê ye. Ewropa jî li NATO’yê ye. Dema ku Komploya Navneteweyî hate pêkanîn, her kes helwesta Ewropayê dizane. Serokwezîrê Îtalyayê yê berê Massimo D’Alema sekneke cuda raber kir, lê Ewropayê ji bo komplo bi ser bikeve xebitî. CPT bi rengekê girêdayî Konseya Ewropayê dixebite. Biryarên Konseya Ewropayê esas digire. Li dijî hin dewletan weke ‘erkdarê parastina mafên mirovan’ tê pênasekirin, lê belê dema em li CPT’ê temaşe dikin bi temamî xwedî li dewleta Tirk derdikeve. Li dijî dewleta Tirk mafên mirovan, mafên gelan naparêze. Siyaseta ku dewleta Tirk li dijî Rêber Apo û gelê Kurd dimeşîne, esas digirin. Gelo wateya vê çiye?

Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û Rêber Apo polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. CPT divê mafên Rêber Apo û gelê Kurd biparêze, lê belê bi dewleta Tirk re disekine. Yanî dibe amûrê siyaseta qirkirinê. Ji ber vê yekê CPT jî hevkarê vê siyasetê ye. Kesên nûneriya wijdana mirovahiyê dikin, xizmetê ji mirovahiyê re dikin, ji bo vê yekê xelat werdigirin bang li her kesê dikin, name dişînin lê dengê CPT’ê dernakeve. Ji ber ku CPT xizmetê ji dewletan re dike. Gelê me jî vê yekê dibîne. Lewma gelê me divê têkoşîna xwe hîn xurttir bike. Çiqasê bikare bi dostên xwe re vê têkoşînê xurt bike, ewqasê wê encam werbigire. Têkoşîna ku tê meşandin, rastiya hiqûqa Konseya Ewropayê û CPT’ê derxist holê. Rastiya dewleta Tirk derxist holê. Ev ji bo mirovahiyê destkeftiyeke mezin e.

DIVÊ LI GEL GERÎLA TÊKOŞÎN BÊ MEŞANDIN

Niha li dijî dagirkeriyê şerekî pir krîtîk ê ku navenda wê Herêmên Parastinê yên Medyayê ye, tê meşandin. Dewleta Tirk tiştên li Cizîr, Şirnex û bajarên din ên Bakur kirî, niha jî li Başûr pêk tîne. Bi ser malan de digire, li mirovên ku li dijî wî derketine digerin. Armanca esas a van êrîşan çiye?

Di pêvajoya dawî de hin heval li qada Zapê şehîd bûn. Newal, Jiyan, Dijwar di şexsê van hevalan de ez kesên ku li dijî dagirker û qirkeran şer dikin, gelê Kurd, Kurdistanê û nirxên mirovahiyê diparêzin, hemûyan silav dikim û hurmetên xwe pêşkêş dikim. Ev tevger, gelê Kurdistanê û mirovahî wê keda wan ji bîr neke. Ji ber ku di şert û mercên pir zehmet de, di bin bombebaran, çekên qedexekirî û kîmyewî bi lehengî têdikoşin. Ji bo xwe tiştekî naxwazin. Di bin şert û mercên pir zehmet de vî şerî dimeşînin û rojekî jî; nabêjin şert û mercên me pir zehmet in. Her kes jî dîmenên wan dibîne. Ji bo gel û Kurdistanê bi rengekî bi kelecan, keyf û xwestek wezîfeyên xwe bi cih tînin. Ewane ne tenê şehîdên PKK’ê, şehîdên gelê Kurdistanê û mirovahiyê ne. Ji bo parastina nirxên mirovahiyê, têdikoşin û canê xwe didin. Heqîqeta wan ev e. Lewma gelê me û mirovahî wê ti carî wan ji bîr neke.

Dewleta Tirk niha Başûr dagir dike. Gelo kî ne vê derfetê dide wan? Malbata Barzanî. Bi piştgiriya malbata Barzanî dewleta Tirk kete Başûr. Her roja derbas dibe li Başûr xurt dibe. Niha ji Bafutayê bigirin heta Şêladizê li rêyan asfalt çêdikin. Li wan hemû bajaran bi cih bûn. Bi piştgiriya malbata Barzanî li çiyayan bi cih dibin. Desthilatdariya malbata Barzanî ji holê rabûye. Bê navber qala statuyê dikin, lê statuyek li holê nehiştine. Malbata Barzanî ev statu ji holê rakir. Her tişt xistin xizmeta dewleta Tirk. Lewma dewleta Tirk bi rehetî tevdigere. Sedemê ku bi ser gerîla de tên jî ev e. Ji ber ku gerîla li dijî dagirkerî û qirkirinê disekine. Gelê Başûr diparêze, hetta Iraqê diparêze, nirxên mirovahiyê diparêze. Dewleta Tirk a faşîst jî li dijî nirxên mirovahiyê, li dijî Kurdan û Kurdistanê ye. Lewma bi temamî dixwaze Kurdistanê bi dest bixe. Yên ku ji vê yekê re dibin asteng kî ne? Rêber Apo, PKK û gerîla ye. Sedemê ku wisa bi hovane êrîşî Rêber Apo, PKK û gerîla dikin ev e. Naxwazin ti kes li pêşiya wan bisekine. Her kesê ku ji wan re dibe asteng, weke dijmin dibînin û dixwazin ji holê rakin.

Bi vê wesîleyê ez bang li her Kurd, demokrat, sosyalîst, welatparêz, kesê xwedî şeref, kesê demokrasî û azadiyê armanc dike, mirovên dilsozê nirxên Kurd dikim; divê heqîqetê bibînin. Divê xwedî li gerîla û têkoşîna gerîla derbikevin. Divê tenê piştgirî nedin, divê bi gerîla re jî bisekinin. Divê xwedî li têkoşîn, nirxên xwe û xwe derbikevin. Tişta ku ji gelê me û mirovahiyê tê xwestin ev e. Ji ber ku di bin şert û mercên pir zehmet de, têkoşîneke bê hempa tê meşandin. Lehengî û fedekariyên mezin tê raberkirin. Di destê wan de îrade, bawerî û çeka wan heye. Birsî û bêav bi rojane têdikoşin. Fedekariyeke mezin dikin. Lewma divê her kes vê heqîqetê bibîne û xwedî lê derkeve. Divê her cure derfetên xwe bi kar bînin û li gel gerîla têkoşînê bimeşînin. Wê demê gerîla wê li dijî dagirkeriyê hîn zêdetir têbikoşe. Banga min ji ciwanên Kurd re heye; divê tevlî gerîla bibin. Divê di têkoşîna li dijî dagirker û qirkeran de pêşengiyê ji gel re bikin. Di nava gel de hin nerehetî hene, lê belê pirsgirêka pêşengiyê heye. Divê ciwanên Kurd pêşengiyê bikin. Divê bi vî rengî gelê Kurdistanê rake ser piyan ku gel bi gerîla re li dijî dagirkeriyê bisekine. Tişta ji ciwanan tê xwestin ev e.

Li aliyekî hêzeke ku mirina serbazekî ku 20 salan xebitî ye radigîhîne, li aliyê din jî hêzeke ku bi derfetên dilnizm û bi rengekî fedayî şer dike. ÎHA-SÎHA’yên ku dijmin pir bawerî pê tîne, her roj bi rengekî rutîn ji aliyê gerîla ve tên xistin. Gelo ji bo fêmkirina vî şerî, pirsgirkek heye?

Niha şerê cîhanê yê 3’yemîn diqewime. Li dijî Tevgera me konsepteke navneteweyî tê meşandin. Dewleta Tirk dixwaze van bixe bin xizmeta xwe. Bi vî rengî dixwaze bigihije amranca xwe. Armanca wî çiye? Tunekirina PKK’ê û temamkirina qirkirina Kurd. Ji ber ku hingî PKK’ê ji holê nerakin, ne pêkane ku qirkirina Kurd temam bikin. Lewma dewleta Tirk şerê cîhanê yê 3’yemîn weke firsend dibîne, ji bo vê jî gelek xebat meşand. Lê belê dît ku ev netêrker e, lewma xwest li Rojhilata Navîn konsepteke nû pêş bixe. Hewl dide van her du konseptan bi kar bîne û bigihije armanca xwe. Weke tê zanîn li dijî gelê Kurd hin sazî pêş ketibûn. Lê belê li Îranê dema şoreşa Îslamê çêbû, dema Şah ket saziyên li dijî Kurdan jî têk çûn. Kurdan ji vê rewşê sûd wergirt. Dewleta Tirk car din dixwaze bi dewletên dagirker re saziyên bi vî rengî ava bike. Alîkariya muhafazakarên herêmê jî werdigire hem bi konsepta Rojhilata Navîn, hem jî bi konsepta navneteweyî dixwazin armancên xwe yên di şerê Cîhanê yê 3’yemîn de bi dest bixin. Lewma bi Sûriye, Iraq û gelek hêzan re peywendî pêş dixin.

Ji dema avabûna tevgera me û vir ve, dewleta Tirk di armancên xwe de israr kir. Armanca wî çibû? Li ser navê Kurd-Kurdistanê tevgereke azadiyê pêş nekeve. Eger pêş bikeve jî divê ji holê bê rakirin. Jixwe ji bo qirkirina Kurd gelek gav avêtibûn, niha jî dixwazin temam bikin. Di armanca wan de guhertinek nîne. Yek qanûna wan heye; ew jî tu li dijî Kurdan çi bikî bike heq e. Niha hemû derfetên xwe yên li hundir û jiderve ji bo vê yekê bi kar tînin. Malbata Barzanî di her warî de xizmetê ji vê yekê re dike. Her kes vê yekê dibîne. Çiqasê xizmetê bikin jî, gerîla jî li gorî derfetên xwe derbeyê lê dixe. Dewleta Tirk jixwe hemû derbeyên ku dixwe, eşkere nake. Ji malbatan; eger zarokên wan, hevserên wan, yan jî xizmên wan di şer de mirin, ji bo daxuyaniyê nedin çapemeniyê îmze wergirtine. Lewma gelek kesên di şer de hatine kuştin, diveşêrin. Hetta ji bo ku malbatên wan nebihîzin, bi rengekî cuda agahî didin. Dibêjin, qeza çêbû, yan xwe kuştin. Mesele serbazek hate kuştin, neçar man eşkere bikin. Yan ew jî eşkere nedikirin. Yanî şerekî pir qirêj tê meşandin. Timî daxuyani didin ku gerîla şehîd bûne, gelek hejmar jî tê dayîn. Mesele dema hevalek şehîd dibe, dibêjin me 20 gerîla kuştin. Şerekî psîkolojîk û taybet tê meşandin. Di vê mijarê de pispor in.

Didome…

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin