المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Serokê berê yê CPT: Ji bo Abdullah Ocalan divê hewl bê dayin

0 29

Serokê berê yê CPT Mauro Palma bal kişand ser şert û mercên tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bang li saziyên Ewropayê kir ku rewşa Abdullah Ocalan bixin rojeva xwe û yekser kontrolê li ser mijarê bikin.

NAMEYA JI BO CPT

Xemsariya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) a li pêşberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû sedema nerazîbûna serokê berê yê heman saziyê Mauro Palma.

Palma nameyek ji CPT re şand û xwest, saziyên kontrolê yên Ewropayê ji bo bicihanîna pîvanên ji bo her kesî derbas dibe ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî derbas bibe, rêyekê peyda bikin û berê xwe bidin Îmraliyê.

Palma di nameyê de destnîşan kir ku di cezayê girtîgehê yê muebbetê de dema mafê hêviyê tine be, ew ne bawer e ku ew ceza li hurmeta mirovahiyê tê û got, ev nêrîna wî li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Palma destnîşan kir ku CPT wê pîvanê dipejirîne ku her ceza divê xwedî şensê jinûve ahengiya bi civakê re be û di nameya xwe de bal kişand ser kiryarên tecrîdê.

Palma bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye û got, ji bo pîvanên li parzemînê ji her kesî re derbas dibe ji bo Abdullah Ocalan jî derbas bibe, divê saziyên kontrolê yên li Ewropayê rewşa Ocalan bixin rojeva xwe û yekser mijarê kontrol bike.

Mauro Palma di navbera salên 2007 û 2011’an de serokatî ji CPT re kir, tevlî şandeyan bû ku serdana Îmraliyê kiribûn.

Palma niha Serokatiya Navenda Girtîgehên Ewropayê ya Zanîngeha Tre ya Romayê dike. Mauro Palma di heman demê de Endamê Desteya Rêveberiya Enstîtuya Lêkolînên Felsefeyê ya Îtalyayê ye.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin