المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Karasû: Gelê Kurd divê bi yekîtî û piştevaniyê birînên xwe yên şewatê bipêçe

0 30

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû piştî şewata li Amed û Mêrdînê qewimî daxuyanî da û bang li gelê Kurd kir ku bi yekîtî û piştevaniyê birînên xwe yên karesatê bipêçe.

Mûstafa Karasû ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku piştî karesata şewatê ya bûyî sedem 15 kes jiyana xwe ji dest bidin û bi sedan kes jî birîndar bibin, DEDAŞ û dewlet hewl dide xwe bêsûc nîşan bidin. Karasû diyar kir ku dewlet her derfetê ji bo qirkirina Kurdan bi kar tîne û got: “Bêyî ku ti lêkolîn were kirin, bêyî ku serî li ti şahidan bê dayîn bi ecele hat gotin ku şewat ji pirêzeyan derketiye. Ev yek refleksa wê yekê ye ku dema sûcdar li ser sûc tê girtin.” Karasû bang li Kurdan kir ku birînên şewatê bi yekîtî û piştevaniyê bipêçin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di hevpeyvîna taybet a dayî ANF’ê de, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah û diyar kir ku CPT û saziyên navneteweyî êdî tengav bûne û di parastina tecrîdê de zehmetî dikêşin. Her wiha Karasû bang kir ku pêngava li dijî tecrîdê hatî destpêkirin, bê navber dewam bike.

Di encama şewata di navbera Amed-Mêrdînê de derketî, 15 Kurdistaniyan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Vê bûyerê car din girîngiya xwerêxistinkirinê nîşanî gelê Kurd da û dijminahiya dewleta Tirk a faşîst a li hemberî Kurdan jî, bi rengekî bi êş raxist ber çavan. Ji bo vê bûyera bi êş hûn çi dibêjin?

Ez ji bo kesên ku di şewata li Mêrdîn û Amedê de jiyana xwe ji dest dane, ji Xwedê rehmet û ji bo birîndaran jî şifayên lezgîn dixwazim.

Li Amed û Mêrdînê komkujiyek din qewimî. Ev bi eşkere komkujiyeke dewletê ye. Mîna ku di daxuyaniya KJK’ê de hatî diyarkirin, karesateke ku ji aliyê dewletê ve hatiye avakirin. Dema ku li Ege û Akdenîzê şewatek derketî, mudaxeleyek dereng û ne têrker jî be dewletê helîkopter, balafirên şewatê, ÎHA û her cure derfet xiste dewrê. Lê dema ku li Kurdistanê heman rewş diqewime, dewlet nakeve nav liv û tevgerê. Dixwaze ku Kurd ji jiyana xwe aciz bibin û xaka xwe biterikînin! Lewma di şewata li Mêrdîn û Amedê de heman helwest nîşan daye.

Dema ku ev şewata mezin bi gelek mirin û birîndariyan encam bû, dewletê bi lez got şewata pirêzan e. Bêyî ku ti lêkolîn were kirin, bêyî ku serî li ti şahidan bê dayîn bi ecele hat gotin ku şewat ji pirêzan derketiye. Ev yek refleksa wê yekê ye ku dema sûcdar li ser sûc tê girtin. Ji bo ku neyê dîtin ku sûcdar dewlet û DEDAŞ e, xwestin wisa nîşan bidin ku şewat ji ber pirêzan derket û hewl dan ku dewletê paqij derxînin.

Şahidan gotine ku şewat ji dîreka elektrîkê derketiye. Lê rayedarên dewletê, ajans û qenalên TV ên girêdayî hikûmetê nûçe belav kirin ku şewat ji pirêzeyan derketiye. Çapemeniya muxalîf jî nûçe wisa daye. Ji ber ku ji tirsa li hemberî desthilatdariyê, gotinên şahidan ji xwe re esas negirt, bes daxuyaniya fermî esas girt. Eger ev şewat li devereke din a Tirkiyeyê derketiba, wê gotinên şahidan û gel hatiban weşandin. Car din hate dîtin ku bûyerên li Kurdistanê çawa tên berevajîkirin û çapemeniyê jî dikin amûra vê yekê.

Şahid dibêjin ku dîrek û têlên elektrîkê kevn in û wan gelek caran ji bo bên nûkirin, serlêdan kiriye. Ne kesek, gundiyên li qada şewatê hemû vê yekê dibêjin.

CENDIRME DI BIN FERMANA DEDAŞ’Ê DE NE

Ev DEDAŞ li Kurdistanê bûye amûra mêtingehkirina gel û zextê li ser gel dike. Cendirmeyên li herêmê, weke hêzeke leşkerî ya di bin fermana DEDAŞ’ê de lê hatine. DEDAŞ’ê bi sedan caran bi cendirmeyan bi ser gund û malan de girtiye. Gel bi salan aniye ziman ku bi rêya DEDAŞ’ê zext li gel hatiye kirin. Têkildarî DEDAŞ’ê bi vî rengî bi dehan nûçe hatine çêkirin. DEDAŞ li aliyekî jî bûye bela serê gel. Li ti devera Tirkiyeyê saziyeke bi vî rengî nîne. Eger rewşeke wiha hebe, wê li Ege, Karadenîz û Akdenîzê gel serî rakiriba. Jixwe cendirmeyan jî nedikarî di asteke wiha de weke saziya leşkerî ya şîrketeyê tevgerîba. Dema mijar dibe Kurdistan, leşker û polîs Kurdan weke dijmin dibînin. Lewma her cure zextê li ser gelê Kurd, ji xwe re rewa dibînin.

Dewleta Tirk hemû çavkaniyên Kurdistanê li ser Kurdan weke amûra zext û mêtingeriyê bi kar tîne. Elektrîk, enerjî û av di destpêka van de ye. Ji elekrtîk û enerjiya li Tirkiyeyê tê hilberandin, herî kêm ji sedî 80’ê wê li Kurdistanê tê hilberandin. Li ser Firat û Dîcleyê bi dehan bendav hatine çêkirin. Li ser Firatê bendavên Keban, Karakaya, Ataturk û Bîrecîk hatine çêkirin. Evane niha sed qatê elektrîka ku li Kurdistanê tê hilberandin, dihilberînin. Li ser Dîcleyê jî gelek bendav hatine çêkirin. Piraniya petrolê jî ji Kurdistanê derdikeve. Lê gelê Kurd ji kêmek a vê enerjiyê jî sûd nawergire. Hetta ev enerjî jî veguheriye amûra mêtingehkirina Kurdan. Beşeke mezin ê elektrîkê li Kurdistanê derdikeve, lê ev enerjî ji Kurdan re nayê dayîn. Ya tê dayîn jî bi fiyata fahîşê tê dayîn. Aha mêtingeriyeke bi vî rengî heye. Li Kurdistanê ev qas enerjî derxîne, lê Kurdan bike feqîrê enerjiyê! Ev ne exlaqî, ne wijdanî û ne jî edalet e. Eger enerjî ji vê xakê derdikeve, mirovên vê xakê divê ji vê yekê sûd werbigirin. Elektrîka ku pêdiviya bingehîn a gel e, divê belaş bê dayîna gel.

DEWLETA TIRK HER CURE DERFETÊ JI BO QIRKIRINA KURDAN BI KAR TÎNE

Rêber Apo dibêje ku enerjî û av divê ayîdê civakê be. Li Tirkiyeyê enerjî û av jî radestî şîrketên mêtingeh hatiye kirin. Enerjî, av, xak û hewa jî têkildarî jiyana mirov e. Evane ji dervey civakê ne ayîdê ti kes din e. Rastiya li Kurdistanê jî nîşan dide ku ev yek çiqas rast û pêwîst e. Gelê Kurd divê ji vê rastiya enerjiyê jî bibîne ku dewleta Tirk çi mêtinger û qirker e. Dewleta Tirk her cure derfetê jiyanê weke amûra qirkirina Kurdan bi kar tîne. Jixwe heta niha bi keda Kurdan li Tirkiyeyê nirx afirandin û van derfetên hatine afirandin jî li çekan razandin û ji bo qirkirina Kurdan bi kar tîne.

Berê li Tirkiyeyê xizmetên mîna elektrîk û avê, bi temamî ayîdê şaredariyan bûn. Şaredariyan ev derfet ne ji bo mêtingehkirina gel bi kar dianî, ji bo xizmet û pêşxistinê bi kar dianî. Niha dewrî şîrketan hatiye kirin û bûye amûreke mêtingeriyê. Rewşên bi vî rengî car din nîşan daye ku ji bo elektrîk nebe amûreke mêtingeriyê, divê ji aliyê şaredariyên ku ji bo xizmeta gel hene ve bê birêvebirin.

Gelê Kurd divê têkildarî çi mijarê tiştekî ji dewletê hêvî neke. Divê nebêjin bila dewlet ji bo me vê bînin, wê bînin. Her karê dewletê kirî û her karê ku wê bike, tenê ji bo qirkirina Kurdan e. Divê Kurd xwe bikin civaka rêxistinkirî, bi hêza civakê nirxan biafirînin û pêdiviyên xwe pêşwazî bikin. Tiştek ji dewleta ku dixwaze Kurdan qir bike xwestin, ji celadê xwe tiştek xwestin e.

Di şewata li Mêrdîn û Amedê de, gel ji her alî ve windahiyeke mezin jiyan kir. Gelê Kurd divê bi yekîtî û piştevaniya xwe van birînan bipêçe. Divê gel muhtacî vê dewleta qirker neyê kirin. Demên bi vî rengî tam nîşandana welatparêziyê ye.

CHOMSKY DOSTEKÎ BI NIRX Ê GELÊ KURD E

Tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dewam dike. Tê dîtin ku di encama vê têkoşîna li dijî tecrîdê tê meşandin de, saziyên navneteweyî zehmetî dikêşin. Hûn vê têkoşîna ji bo dawî anîna bêdengiya saziyên navneteweyî tê meşandin, çawa dinirxînin?

Beriya ku ez bersiva vê pirsa we bidim, ez hêvî dikim ku fîlozof, profesor û zanyarê hêja Noam Chomsky demildest bigihije tenduristiya xwe, hezkirin û rêzdariyên xwe jê re pêşkêş dikim. Chomsky ji bo ronîbûna mirovahiyê û pêşketina fikra demokratîk, tevkariyên mezin pêşkêş kirine. Weke mirovekî zanyar ê rast, her tim li aliyê rastî û gelan bûye. Bi vê kesayeta xwe li cem têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd sekinî ye. Weke dostekî hêja yê gelê Kurd, her tim hewl daye ku tişta ketî ser milê xwe pêk bîne. Di nava her çalakiya ku ji bo azadiya gelê Kurd û Rêber Apo hatî kirin de, cih girtiye. Ji bo ku têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd li cîhanê bê naskirin, bi roleke girîng rabûye. Gelê Kurd ji ber vê dostatiya wî ji nêz ve bi tenduristiya wî re eleqeder bûye, şopandiye. Her agahiya erênî ya têkildarî tenduristiya wî gelê Kurd kêfxweş kiriye. Gelê Kurd wê ti carî dostên xwe ji bîr neke û wê nirxê pêwîst bide.

Rabûna tecrîda li ser Rêber Apo; bi destxistina şert û mercên bi tendurist, bi ewle û azad, xwestek û hewldanên sereke yên Chomsky jî ne. Eger ku îro têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo asteke girîng bi dest xistibe, pareke girîng a Chomsky jî di vê yekê de heye ku bi dehan salan helwest û sekneke girîng raber kir. Chomsky ne tenê dostek e ku azadiya Rêber Apo û gelê Kurd diparêze; li gel vê yekê ramangerekî mezin e ku nirx dide paradîgmaya Rêber Apo û ji bo nasandina vê hewldan kiriye.

CPT Û SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ YÊN DIN ZORÎ DIKÊŞIN

Bê guman di têkoşîna li dijî tecrîd û komploya navneteweyî de, gelê Kurd berdêlên giran daye û têkoşîneke mezin meşandiye. Têkoşîna li dijî komploya ku di sala 26’an de ye, qet ne sekinî ye; bê navber heta roja îro dewam kir. Li gel têkoşîna gelê me, dostên gelê Kurd û hêzên demokratîk ên li cîhanê û jin li dijî komployê rabûn û xwedî li Rêber Apo derketin. Bi taybetî jî hingî ku fikrên Rêber Apo ji aliyê rewşenbîr û derdorên demokratîk ên li cîhanê ve hate naskirin, têkoşîna li dijî komployê jî mezin bû. Hîn bi xurttir xwedî li azadiya Rêber Apo hate derketin. Îro di serî de CPT saziyên navneteweyî yên ku têkildarî Îmraliyê berpirsyar in, zorî dikêşin û ketine wê rewşê ku nekarin tecrîdê biparêzin. Di vê yekê de bandora helwest û têkoşîna rewşenbîrên li seranserî cîhanê, hêzên demokrasî û jinan çêbûye.

Li seranserî cîhanê pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ bandoreke girîng ava kir. ‘Rojên Xwendina Pirtûkên Rêber Apo’ ev pêngav hîn dewlemendtir kir. Niha jî ‘Rojên Diyaloga bi Rêber Apo re’ tê meşandin. Bi vî rengî Rêber Apo hîn baştir tê fêmkirin. Ev jî eşkere ye ku wê têkoşîna ji Rêber Apo re azadî, hîn xurttir bike. Hingî ku Rêber Apo hat fêmkirin, pêngava ji Rêber Apo re azadî mîna mezinbûna guloka berfê wê mezin bibe û ti kes wê nekare pêşî lê bigire.

Ji vî alî ve domandin û mezinkirina pêngava ji Rêber Apo re azadî ya ku li seranserî cîhanê hatî pêşxistin, wê azadiya Rêber Apo nêz bike.

ZÎLANÊ LI DIJÎ KOMPLOYÊ XETA TÊKOŞÎNÊ DIYAR KIR

Li dijî komploya di sala 1996’an de ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) çalakiyeke dîrokî pêk anî. Em di salvegera vê çalakiya dîrokî de ne. Dema ku em li têkoşîna azadiyê ya ku ji wê rojê heta îro hatî meşandin dinêrin, gelo em dikarin bêjin şehîd Zîlan bi çalakiya xwe ya dîrokî xeta parastin û xwedî derketina li Rêberê Gelê Kurd danî holê?

Di şexsê şehîd Zîlan, şehîd Sema, şehîd Gulan, şehîd Hanim Yaverkaya, şehîd Raperîn Amed, şehîd Bêrîvan Zîlan, şehîd Elî Piling û şehîd Fazil Botan de ez hemû şehîdên meha Hezîranê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim.

Dîsa Şêx Sedî û hevalên wî yên ku di 29’ê Hezîrana 1925’an de hatine îdamkirin, bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînim. Bîranîna wan di têkoşîna me de dijî û tê jiyandin.

Ev eşkere ye ku, çalakiya şehîd Zîlan têkildarî xwedî derketina li Rêber Apo xaleke vegerê ye. Nîşan dayîna lûtkeya dilsoziya bi Rêber Apo re ye. Şehîd Zîlan ji bo hemû civata PKK û gelê Kurd bûye banga ku ‘em bi awayekî rast Rêber Apo fêm bikin û xwedî lê derkevin’. Nîşanî her kesê daye ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û Rêber Apo, hevgirtineke ku nayê qutkirin. Rêber Apo ji vî alî ve destnîşan kiriye ku çalakiya şehîd Zîlan manîfestoyek e. Tenê çalakiyeke fedayî nekiriye. Xeteke îdeolojîk, polîtîk, rêxistinî û çalakiyê daniye holê. Bê guman berê jî di nava PKK’ê de xeteke fedayî hebû; çalakiyên mezin ên di encama dilsoziya bi Rêbertî re derketine holê de, hatine kirin. Şehîd Zîlan bi vê çalakiya xwe ev xet kûr kir. Lê çalakiya şehîd Zîlan li gorî taybetmendiyên vê qonax û pêvajoya ku têkoşîn gihiştiyê, astên nû bi vê xeta fedayîtiyê daye qezenckirin. Jixwe xwedî derketina li Rêber Apo, tê wateya jiyankirin û fêmkirina xeta azadiya jinê.

Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe têkoşîna li dijî komployê jî diyar kiriye. Çalakiyên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ ên piştî komployê hatine lidarxistin, bûye pratîk kirina xeta Zîlanê. Sekin û xeta Zîlanê ev çalakvantî afirand. Li dijî komployê têkoşîn bi rengekî pir xurt pêş ket, li dora Rêber Apo xeleka ji agir hat avakirin û li gel vê jî dema bandor û rola berxwedana ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ tê dîtin, hîn baştir tê fêmkirin ku çalakiya Zîlan xeteke çawa ji bo xwedî derketina li Rêbertî afirandiye.

Çalakiya heval Zîlan ji aliyê dîroka Kurdan ve, xwedî kûrahî û asteke girîng e. Şehîd Zîlan li Meletiya li rojavayê Firatê ku Plana Şark Islahat lê hatiye pêkanîn û bûye hedefa bingehîn a qirkirina çandî, ji dayik bûye, mezin bûye. Fêmkirina qirkirina li vir, hêrseke mezin diafirîne. Eşkere ye ku ev hêrs wê îradeya berxwedaneke mezin û hêza wê derxîne holê. Ji vî alî ve çalakiya şehîd Zîlan, bersiveke ku li dijî qirkirinê jî hatiye dayîn. Di wê zanebûnê de ye ku berê xwe dayîna Rêber Apo, êrîşeke qirkirinê ye. Dizane ku berê xwe dayîna Rêber Apo, berê xwe dayîna her tiştê Kurdan e û tunekirina Kurdan e. Bi vê zanebûnê ev çalakî pêk aniye. Îro jî em dibêjin ku armanca sereke ya êrîş û polîtîkaya qirkirinê, Îmralî ye. Hevrê Zîlan beriya 30 salan bi vê zanebûnê, tevgeriya bû.

Şehîd Zîlan weke hevrêyeke Rêbertî ya ku Rêber Apo bi kûrahî fêm dike, ew çalakiya mezin kir û xwedî li Rêber Apo derket. Lewma weke ku hevrêyên me yên jin diyar kirî, em bi rengê Zîlanê xwedî li Rêber Apo derkevin. Li her qad û asta têkoşînê bi rengê Zîlanê xwedî derketina li Rêber Apo, wê teqez Rêber Apo azad bike û wê çareseriya pirsgirêka Kurd jî pêk bîne.

DESTÊ NATO’YÊ JÎ DI ŞERÊ QIRÊJ DE HEYE

Li dijî her şêwe êrîşên dewleta Tirk a faşîst, şervanên azadiyê bi ala fedaîtiyê ku ji Şehîd Zîlan wergirtine, bê navber berxwedana xwe didomînin. Hêzên dagirker ku zehmetiyan dikişînin, di demên dawî de bikaranîna çekên qedexekirî û kîmyewî zêdetir kirine. Hûn dibînin ku di têkoşîna li dijî bêdengiya hêzên navneteweyî, bi taybetî jî OPCW de qelsbûn heye û eger bi vî rengî be, divê ev rewş çawa bê derbaskirin?

Li Kurdistanê bi dehan salan e şerekî qirêj tê meşandin. Eger şerê qirêj ê ku li Kurdistanê tê meşandin li ti devereke din a cîhanê bihata meşandin, wê hêzên navneteweyî û gelek dewletan li hemberî van pêkanînên şerê qirêj helwest nîşan bidana û ceza li wan ferz bikira. Lê belê dema mijar dibe Kurd, her cure hiqûqa navneteweyî, exlaq û wijdan didin aliyekî. Dema mijar dibe Kurdistan û Kurd, tenê berjewendiyên xwe esas digirin. Berpirsyarê sereke yê sîstema ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ava bû, rojava ye ku bi pêşengiya Brîtanya û Fransayê tê birêvebirin. Kurd bûne qurbanê vê pergala siyasî ya li Rojhilata Navîn hatiye avakirin. Pergaleke ku qirkirina Kurdan erê dike, ava kirine. Di berdêla ku Mûsil û Kerkûk ji serdestiya Brîtanya û Sûriyeyê jî ji Fransayê re were hiştin, qirkirina Kurdan ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye erêkirin. Ev pergala siyasî hêj jî didome.

Beriya niha jî gazên jehrî, çekên kîmyewî û qedexekirî li dijî gerîla dihatin bikaranîn. Lê belê ev 3 sal in li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku gerîla lê serdeste, di êrîşa dagirkeriyê de rojane van çekan bi kar tînin. Îhsan Sabrî Çaglayangîl ku demeke dirêj wezîfeya wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê kiriye, li xwe mikur hat ku di salên 1937-1938’an de li Dersimê sivîlên ku xwe spartine şikeftan çawan mîna mişkan jehrî kirine. Dewleta Tirk xwedî kevneşopiyeke ew çend qirêj a şer e. Di wê demê de jî Rojava ya ku îdîa dikir şaristanî û demokratîk e, li hemberî qirkirina Dersimê bêdeng ma.

Ev 9 sal in desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê îlan dike ku wê Tevgera Azadiyê ya Kurd tune bike. Lê berovajiya wê berxwedana gerîla û gelê Kurd rê li ber hilweşîna desthilatdariya AKP-MHP’ê vekir. Desthilatdariya ku li hemberî berxwedana gerîla û gel têk diçe, bi taybetî di nava 3 salên dawî de şerê xwe yê qirêj zêde kiriye. Li Vîetnamê bi salan bombe hat barandin, lê bi qasî 100 car jê zêdetir li Kurdistanê hatin barandin. Newal û girên ku bombe lê neketine nîne. Ji bo şikandina berxwedana gerîla, gaza bi jehr, çekên kîmyewî û bombeyên termobarîk ji bo xerakirina jîngeha gerîla tên avêtin. Ji ber ku nikarin li dijî gerîla şer bikin, hewl didin bêhna ku gerîla distînin, ava vedixwin bi jehrî bikin da ku ew war veguherînin cihek wisa ku zindiyek jî nekaribe lê bijî. Bi vî rengî nebatan û hemû zindiyan jî tune dikin. Artêşeke endamê NATO’yê vê yekê dike! Ji ber vê yekê, rojava û NATO vî şerê qirêj li dijî gerîla dimeşînin. Bersiva pirsa çima hêz û saziyên navneteweyî bêdeng dimînin divê li vir bê xwestin. Ji ber ku destê wan jî di vî şerê qirêj de heye.

Bê guman em hêj nedikarin vî şerê qirêj bi temamî ji cîhanê re rave bikin, ne jî li dijî vî şerê qirêj û rêbazên wê em têra xwe têdikoşin. Têkoşîn ji asta protestoyan derbas nabe. Ji bertekên li hemberî pêkanîneke neyînî ya li ti welatekî demokratîk derbas nabe. Lê belê li dijî hebûna Kurdan êrîş heye. Helwesteke wiha ya têkoşînê divê were danîn ku OPCW nekaribe li cihê xwe bisekine, divê neçar bimîne ku bikeve liv û tevgerê. An bi asta îro encam nayê bidestxistin. Hem ji aliyê gelê Kurd hem jî ji aliyê gerîla ve têkoşîneke hebûn û nebûnê tê meşandin. Ji ber vê yekê ji bo jiyan têkoşînek çawan divê, pêwîste têkoşîneke li gorî wê were meşandin. Bi kurtasî êrîş li ser hebûn û jiyana Kurdan heye; Wê demê pêwîste van êrîşan bêhtir cidî bigire û bi rê û rêbazên hîn bi bandor têkoşînê geş bike.

Dewam dike…

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin