المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Hatîp Dîcle: Her ku pêngav mezin dibe Tirkiye bi tenê dimîne; mîna De Klerk!

0 46

Hatîp Dîcle: Çawa ku Efrîkaya Başûr û Serokê wê De Klerk li pêşberî azadiya Mandela bi tenê man, daxwaza ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ jî Tirkiye bi tenê hişt. Tirkiye ya wê azadiya Rêber Ocalan qebûl bike, yan jî wê hîn bêhtir bi tenê bimîne.

Ber bi sala 25’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê re daxwaza gel û dostên Kurdan a ji bo ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ roj bi roj di asta navneteweyî de mezin dibe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye û nêzî 3 sal in jî bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Li hemberî vê yekê jî di 10’ê Cotmeha 2023’an de li 74 navendên cîhanê bi hevdemî pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ hate destpêkirin. Berdevkê kampanyayê siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle li ser mijarê axivî.

Hatîp Dîcle anî ziman ku kampanya bi pêşniyar û pêşengiya dostên wan destpê kir û got, “Mebest ji dostên me gelek kesayetên akademîsyen, sendîkavan, siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr, hunermend ên li nava raya giştî ya navneteweyî bûn.

Di 10’ê Cotmehê de li gorî temenê Rêber Ocalan li 74 navendên cîhanê bi daxuyaniyan kampanyayê destpê kir. Du pênaseyên girîng ‘Azadî ji Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ hatin destnîşankirin ku ev yek armanca vê înîsiyatîfê nîşan dide.

Nuqteyeke din a girîng jî ew e ku rêveberên vê kampanyayê ji wan hêz û kesan pêk tên ku ji bo azadiya Nelson Mandela jî kar kirin. Tevgera Azadiyê û gelê Kurdistanê yê li çar parçeyan bi temamî xwedî li vê kampanyayê derketin û heta niha veguherî pêvajoyeke pêngavên siyasî û dîplomatîk ku hîn jî dewam dike.”

Hatîp Dîcle bi bîr xist ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta niha gelek kampanya hatin meşandin û got, “Ew kampanya ji bo demekê bûn, yanî hewldanên taktîkî bûn. Lê belê pêngava ku di 10’ê Cotmehê de destpê kir, kampanyayeke stratejîk e. Yanî ev kampanya heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan wê bi pêngavên dîplomatîk û siyasî dewam bike. Di navenda vê kampanyayê de gel heye û li çar parçeyên Kurdistanê û li her devera ku dostên me lê çalak in, dewam dike.

Ji niha û pê ve jî di bingeha hemû çalakiyan de wê ev pêngav hebe. Azadiya Rêber Apo wê weke stratejîk her tim di rojeva me de be û heta encam neyê wergirtin wê pêngav bi dawî nebe.”

Hatîp Dîcle destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti carî ji rojeva gelê Kurd û dostan neket û got, “Lê belê wateyeke bi vî rengî ya sala 25’an heye; Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) destnîşan dike ku mirovek zêdeyî 25 salan nikare li girtîgehê bê hiştin. Yanî rewşa mafê hêviyê. Ji 15’ê Sibata 2024’an û pê ve dîlgirtina Rêber Ocalan 25 salan dadigire. Her roja piştî wê tê wê wateyê ku Tirkiye biryarên DMME’yê binpê dike. Em di demeke bi vî rengî ya girîng de ne.

Tirkiye ya wê azadiya Rêber Ocalan qebûl bike ya jî wê bi tenê bimîne. Dema ku ji Serokwezîrê demê yê Efrîkaya Başûr Frederîk de Klerk pirsa ‘Mandela yê ku hûn demeke dirêj li ber radibûn, çima niha berdidin?’ dihate pirsîn, bersiveke bi vî rengî dida: ‘Em ketin rewşeke welê ku li cîhanê kes bi me re nedixebitî. Ji ber ku em bi tenê man, neçar man ku guhertineke bingehîn di polîtîkayê de bikin’. Her ku pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ mezin dibe, Tirkiye jî wê mîna Efrîkaya Başûr bi tenê bimîne, di asta navneteweyî de bi tenê bimîne.

Gel û dostên Kurdan wê rewşa ‘mafê hêviyê’ timî di rojevê de bihêlin, xwedî li Rêber Ocalan derkevin û sala 2024’an bikin sala çarenûsê.

Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan neyê misogerkirin pirsgirêka Kurd çareser nabe, li şûna aştiyê polîtîkaya şer pêk nayê. Ev yek di zikhev de ye.

Ji ber vê yekê ez vê pêngavê weke hewldaneke derengmayî nabînim, lê belê gelek kampanya hatin meşandin lê têra azadkirina Rêbertî nekirin. Lewma divê em bikevin nava çalakiyeke hîn girseyî, berfireh û asta navneteweyî.”

Hatîp Dîcle bal kişand ser krîzên pir alî yên Tirkiye ketiye nav û got, “Ji krîza aboriyê heta gelek krîzên din ên siyasî, di bin krîzeke giran de ye. Îmaja Tirkiyeyê ketiye. Sedema herî mezin a van krîzan jî neçareserkirina pirsgirêka Kurd, şer, tecrîd û dîlgirtina bi neheqî ya Rêber Ocalan e. Mînakeke vê tecrîdê li cîhanê nîne. Entelektuelên cîhanê li pêşberî vê tecrîda li ser Rêber Ocalan matmayî mane.

Rewşa ku Tirkiye ketiye nav mîna rewşa Efrîkaya Başûr e ku li pêşberî daxwaza azadiyê ya Mandela li cîhanê bi tenê ma.”

Hatîp Dîcle di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir ku di 17’ê Sibatê de li Kolnê beşdarî meşê bibin û got, “Helwesta ku gelê Kurd wê rojê li wê derê nîşan bide, wê biryardariya ji bo azadiya Rêber Ocalan jî destnîşan bike. Lewma 17’ê Sibatê roja xwedîderketina li Abdullah Ocalan û tezên wî ye.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin