المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

BI DÎMEN

0 44

‘Rêber Apo ji bo me ronahiya têkoşînê ye’

Gerîlaya YJA Starê Zinarîn Botan û gerîlayê HPG’ê Rustem Botan destnîşan kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ronahiya têkoşînê ye û gotin, paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd ji bo paşeroja gelan çareseriya herî baş e.

Gerîlayên YJA Star û HPG’ê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fikrê xwe anîn ziman.

Gerîlaya YJA Starê Zinarîn Botan anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji bo wan ronahiya têkoşînê ye û got, “Rêbertî ji bo me roman e, ronahî ye. Ronahiyeke welê ye ku şewqê dide tevahiya cîhanê. Gel li dora wî dicivin. Weke ciwanên Kurd, weke gerîla di nava vê têkoşînê de em sûdê ji vê reonahiyê werdigirin. Li çiyê di her gavê de em Rêbertî hîs dikin, li wî difikirin û bi vî rengî dimeşin, dijîn û şer dikin. Hesteke welê ye ku qet winda nabe. Tu biçe ku derê derdikeve pêşiya te, rêya te ronî dike. Em zanin ku ronahiyeke welê ye ku di her meşê de te pêşwazî dike, her gava ku tu dikeve te radike, di her kêmasiyê de berê me dide rastiyê. Ew jî Rêberê me ye. Ji ber vê yekê em ê bibin xelekek ji agir û wî biparêzin. Ev hest nayê vegotin, tê jiyîn. Mirov her ku dijî pê dihese.”

JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ EM Ê HER TIŞTÎ BIKIN

Gerîlayê HPG’ê Rustem Botan jî bi van gotinan qala hezkirina xwe ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir: “Dema ku Rêbertî tê gotin, hesteke cuda li me peyda dibe. Hem weke ewladekî gelê Kurd, hem jî milîtanekî Rêber Apo ji bo me xwedî wateyeke cuda ye. Hesteke cuda ye. Weke milîtanên Rêber Apo em bi naskirina wî, bi fêhmkirina wî, bi îdeolojî û paradîgmaya wî bi xwe dihesin. Bi hezkirin, hîskirin û fêhmkirina Rêbertî mirov xwe digihînin cewhera xwe. Mirov cewhera xwe, mirovahiyê, xwezayê hîn bêhtir nas dikin, hîn dibin. Li gelek deverên cîhanê ji bo Rêbertî çalakî têne lidarxistin, ji bo azadiya wî meş pêk tên. Mînakeke din a Rêbertiyeke bi vî rengî nîne. Dilsozî û lêgerîna azadiyê ya ji bo Rêbertî hêzeke mezin dide me. Moral û wêrekiyê, îradeyê dide mirovan.

Em bi vî moralî, bi vê werekî û îradeyê şer dikin. Hinekî din jî heye ku îdîa dikin ew ji bo gelê Kurd têdikoşin. Hin partiyên cuda jî hene ku ji bo Kurdistanê rêxistin ava kirine. Lê belê Rêbertî tê tercîhkirin, tevlî paradîgma û îdeolojiya wî dibin. Ev yek bawerî ye, kesayetî ye. Çima ewqasî jê hate hezkirin? Ji bo Rêbertî çima ewqas mirovî xwe feda kirin? Ev yek girîng e. Li dijî hêzên ku dixwazin nirxên mirovahiyê tune bikin em têkoşîneke bi bandor û encamwergirtinê dimeşînin. Haya me ji vê yekê heye. Ji bo azadiya Rêbertî em ê her tiştî bikin.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin