المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Meşa Azadiyê ya ji bo azadiya Rêber Apo li Bobîgnyê ye

0 53

Meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Bobîgnyê yê Fransayê dewam kir.

Meşa 25 rojan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, li bajarê Bobîgny ê Fransayê di roja 13’êmîn de berdewam kir.

Meşa li vê banliyoya li bakurê Parîsê li ber Navenda Civakî ya Drancyê destpê kir, gelek kesan qert şandin Girava Îmraliyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîda girankirî de ye.

Kurdistanî û dostên wan ên ku di tevahiya meşê de dirûşmeyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd berz kirin, li ber Şaredariya Drancyê meşa xwe bi dawî kirin.

‘EM Ê TECRÎDÊ QEBÛL NEKIN’

Ji meşvanên dirêj Kemal Şahîn li vir axaftinek kir û wiha got:

“Hêzên navneteweyî Rêberê me bi xiyaneteke mezin radestî dewleta Tirk kirin. Rêberê me tam 25 sal in di destê dewleta Tirk de dîl tê girtin. Ev 3 sal in tecrîdek girankirî li ser Rêberê me tê meşandin. Beriya her tiştî em li dijî vê tecrîda derhiqûqî dengê xwe bilind dikin û dewleta Tirk şermezar dikin. Li çar parçeyên Kurdistanê êrîşeke mezin a dewleta Tirk li ser Kurdan heye. Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Ev meşa dirêj a ku di 22’ê Çileyê de dest pê kir, wê heta 17’ê mehê bidome. Di 17’ê mehê de em ê li bajarê Koln ê Elmanyayê bi beşdariya sed hezaran kesî mîtîngeke mezin li dar bixin û bi zelalî ji dewleta Tirk re bêjin ku êdî em vê tecrîd û esaretê qebûl nekin.

Rêbertiya me wijdanê me ye! Rêbertiya me rûmeta me ye! Rêbertiya me temsîla hemû nirxên me yên neteweyî ye!
BANGA JI BO MÎTÎNGA KOLNÊ

Dîsa ji gelek cihan banga tevlîbûna mîtînga mezin a di 17’ê Sibatê de li Kolnê tê lidarxistin, hat kirin.

 Yek ji meşvanan Ferhan Agirî ev peyam da:

“Weke komeke ji 25 kesan pêk tê, me li paytexta Fransa Parîsê dest bi meşa 25 rojan kir. Armanca me şikandina van zextên li ser Rêberê me ye û em bang li hemû hevalan dikin ku beşdarî mîtînga mezin a 17’ê Sibatê ya li Kolnê bibin.”
Meşvan û Hevseroka Navenda Civaka Drancy Dîrok Serhed jî wiha got: “Em îro di roja 13’emîn a meşa xwe ya 25 rojan de ne. Weke hûn dizanin em jin bi saya Rêbertiya xwe dikarin li ber xwe bidin û azad bijîn. Divê gelê me hem beşdarî van meşên dirêj bibe û hem jî hemû gelê me bi malbatên xwe herikî Kolnê bibin.”

Ji meşvanan Kesîre Demîr bal kişand ser bêhiqûqiya li Îmraliyê û diyar kir ku ew li bendê ne ku hemû gelê Kurd biçe Kolnê.

‘HETA DILOPEK XWÎNA ME HEBE EM BI RÊBERÊ XWE RE NE’
Ji beşdarên meşê Kemal Şahîn jî wiha got:
“Ji bo şikandina tecrîda girankirî ya 3 sal in li ser Rêberê me tê meşandin, hem li Ewropayê hem jî li çar parçeyên Kurdistanê me dest bi meşên dirêj kirine. Ev meşa dirêj a di 22’yê Çileyê de destpê kir, wê heta 15’ê Sibatê bênavber bidome. Bi beşdariya mîtînga Kolnê ya di 17ê Sibatê de pêk bê, em ê  bi sed hezaran kesan dengê xwe bigihînin hemû cîhanê.

Banga me ji gelê me re ev e: Rêbertiya xwe biparêzin. Ev bêrûmetî bêrûmetiya dewleta Tirk e. Dibe ku vê tecrîd û zilmê layiqî gelê Kurd bibînin. Lê em ji vê pir bi qîmettir in. Em heta dilopa dawî ya xwîna xwe bi Rêberê xwe re ne!”

Mele Zahir ê melayê Mizgefta Drancy Şêx Seîd û di heman demê de endamê Civaka Îslamî a Kurdistanê iha bang li gelê Kurd kir:

“Em we vedixwînin mîtînga Kolnê. Hûn bawermend bin, pîr bin, ciwan bin, her kesê ku hinekî bi wijdan bin an jî xwe weke parçeyekî vî gelî bibînin, ez bang li wan dikim ku beşdarî mîtîngê bibin. Li ser vê bingehê em nêzîkî parastina Rêberê xwe bikin û xwedî li Rêberê xwe derkevin. Divê em Rêberê vê esaretê rizgar bikin.”

Meşvanên Ferhat Dîgor û Dayika Tellî jî banga beşdarbûna meşa Kolnê li her kesî kirin.

Li gorî saeta herêmî saet 17:00’an de wê li Navenda Civakî ya herêmê konsera muzîkê bê lidarxistin.

Qonaxa meşê ya sibe (roja 14) wê li La Courneuve ya bakurê Parîsê bê lidarxistin. Her wiha dê li La Courneuve pêşandana sînemayê jî hebe.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin