المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Emer Saleh: Fikrên Rêber Apo ji Şengalê belavî her derê dibe

0 55

Endamê Desteya Eşîran ê Şengalê Emer Saleh anî ziman ku di sala 2023’yan de ji Bexda heya Mûsilê, ji Silêmaniyê heya Ewropayê xebatên dîplomatîk ên xurt hatine meşandin û got, “Fikrên Rêber Apo ji Şengalê belavî her derê dibe.”

Li Şengalê sala 2023’yan bi têkoşînek berfireh a siyasî, civakî û çandî derbas bû. Li aliyek êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê pêk hat û li aliyê din Rêveberiya Xweser a Şengalê bi pêşengiya jinên Êzidî pêngaveke xurt a pêşxistina yekîtiya gelên Şengalê û deşta Nînovayê pêş ket. Geşedanên herî xurt û berbiçav a salê jî ew bû ku fikrê Neteweya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sînorên Şengalê ber bi deşta Nînovayê berbelav bû. Endamê Desteya Eşîran ê Şengalê Emer Saleh, encamên girîng ên sala 2023’yan û hedefên sala nû ya Rêveberiya Xweser a Şengalê ji ajansa me ANF’ê re nirxand.

Emer Saleh, di destpêka nirxandina xwe de diyar kir ku sala 2023’yan ji bo Şengalê ji aliyê destkeftî û sazîbûnê ve saleke dagirtî bû û wiha got, “Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê bênavber dewam kir. Di encama êrîşan de fermandar û şervanên YBŞ’ê şehîd bûn. Berdêlên giran hatin dayîn. Em hêvî dikin ku sala 2024’an wê bibe sala serkeftina pergala xweseriya Şengalê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.”

Emer Saleh, rewşa siyasî ya li Iraqê û bi taybetî jî ya Şengalê nirxand û wiha domand, “Wekî tê zanîn hilbijartinên parlamentoyê ya Iraqê li pêş me ye. Em karibin destê xwe bidin hevudû û sala 2024’an bikin sala azadkirina Şengalê, azadkirina dayik û xwişkên me. Em bawer dikin ku ger em li ser xeta şehîdan bimeşin em ê serkeftinê pêk bînin. Em ê karibin Şengalê bi temamî bikin yek û hemû planên li ser Şengalê vala derxînin.”

‘EM Ê DI SALA NÛ PERGALA RÊVEBERIYA XWESER BI TEVAHIYA CÎHANÊ BIDIN PEJIRANDIN’

Saleh destnîşan kir ku wekî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê hedefa wan a esasî ya sala 2024’an mîsogerkirina pergala xweseriyê ye û wiha domand, “Hedefa me ya esasî ew e ku em Rêveberiya Xweser a Şengalê bi cîhanê bidin pejirandin e. Ji bo vê hedefe me hin gav avêtin, em bawer dikin di sala nû de em gavên xwe temam bikin.’’

‘HIKÛMETA IRAQÊ XWEDÎ LI GOTINÊN XWE DERNAKEVE’

Saleh têkiliyên dîplomatîk û siyasî yên Rêveberiya Xweser a Şengalê ligel hikûmeta Iraqê jî wiha şîrove kir, “Heya niha bi sedan car me serdana dewleta Iraqê kiriye. Têkiliyên me bi sazî û dezgehên ku yekser bi Şengalê re eleqedar in re berdewam kir, lê heta niha xwedî li gotinên xwe derneketin. Me di sala 2023’yan de bi dosya û raporên taybet ên derbarê Şengalê de bi cihên biryarê re gelek hevdîtin kirin, lê heta niha ew biryarên ku hatine rojevê pêk nehatine.’’

‘XEBATÊN DÎPLOMATÎK JI BEXDA HETA MÛSILÊ, JI SILÊMANIYÊ HETA EWROPAYÊ HATIN MEŞANDIN’

Emer Saleh anî ziman ku sala 2023’yan ji aliyê xebatên dîplomatîk ve weke saleke tejî derbas bûye û wiha got, “Ev cara yekem e îsal wekî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser me bi Serokwezîrê Sûdanî re hevdîtin kir. Wan digot ‘heta roja îro hayê me ji heqîqeta Şengalê nebû, wekî saziyên Şengalê we heqîqetê gîhande me.’ Ji aliye dîplomasiyê ve xebatên me ji sala borî baştir bû. Ji Bexdayê heya Mûsil, ji Silêmaniyê heya Ewropayê tevgereke berfireh hebû. Bi rêya van têkilî û hevdîtinan bi taybet bi dewleta Iraqê re jî me gelek pirsgirêk çareser kirine.’’

‘FIKRÊN RÊBER APO JI ŞENGALÊ HEYA NÎNOVAYÊ BELAV DIBE’

Saleh her wiha da zanîn ku bi taybetî têkiliyên wan ên bi gel û pêkhateyên deşta Nînovayê re li ser esasê ramanên Abdullah Ocalan e û wiha pêde çû, “Me di hemû hevdîtinan de got ‘ger ne ji ber fikrê Abdullah Ocalan be, dibe ku me silav jî nedana hev. Fikrên Abdullah Ocalan me gihande hev. Bi rastî jî hinek pêşveçûn çêbûye. Ev fikir li her cihekî hate qebûlkirin. Bi vê fikrê tu dikarî xwe birêxistin bikî, siyaseta xwe bimeşînî. Ev fikir îro li nav Şengalê, li nav gelê Ereb ên derdora Şengalê belav bûye. Em bi mixtar û eşîrên Ereban re hevdîtin dikin da ku em bi hev re kar bikin. Em bawer dikin di sala 2024’an de ev fikrê ku me ji xwe re esas girtiye, deskeftiyên herî baş bidest bixîne.’’

‘EM Ê YEKÎTIYA DEŞTA NÎNOVAYÊ XURT BIKIN’

Emer Saleh da xuyakirin ku di sala 2023’yan de li deşta Nînovayê jî gelek hevdîtinên wan çêbûne û got, “Di sala nû de jî wê hevdîtinên me kûrtir bibe. Di demên dawî de em çûn Mûsilê û bi 40 nûner û berpirsên eşîr û gundan re me hevdîtin pêk anî. Ew jî li bende ne em îsal bibin yek deng, em yekîtiya deşta Nînovayê çêbikin.’’

BANG LI ÊZIDIYAN HAT KIRIN KU VEGERIN ŞENGALÊ

Emer Saleh herî dawî jî bang li koçberên Êzidî yên li kampên Başûrê Kurdistanê kir ku vegerin Şengalê, gundên xwe ava bikin, tifaqa xwe xurt bikin û rê li ber planên li ser Şengalê bigirin.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin