المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Wekîla Partiya Karker Kaliyanda jî tevlî kampanyayê bû

0 48

Parlamentera Partiya Karker a Awûstralyayê Charîhma Kaliyanda tevlî çalakiya ‘Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanê’ bû û beşek ji pirtûka Davîd Graeber xwend.

Li Awûstralyayê ku Partiya Karker (ALP) li ser desthilatdariyê ye, Parlamentera Sydneyê ya ji ALP’ê Charîhma Kaliyanda ji bo çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd bang kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê azad bibe.

Parlamentera Partiya Karker a Awûstralyayê Charîhma Kaliyanda tevlî çalakiya ‘Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanê’ bû û peyamek bi dîmen weşand: “Ez beşa 15’emîn a pirtûka ‘Weke ramangerekî li ser yekîtiya teorî û pratîkê Ocalan’ dixwînim ku ji aliyê aktîvîst, zanyar û antropologê Emerîkî ve hatiye nivîsandin. Dixwazim li ser rewşa Abdullah Ocalan çend gotinan binivîsînim. Gelek berhemên xwe yên ji gelek bergan hene, lê belê ji bilî Kurdan cîhana derve ji bo fêhmkirina vê yekê zehmetiyê dikişîne.

Bi taybetî di dema girtîgehê de ji gotarên li ser mekanîka demokrasiya yekser heta bi gengaziya civakiyeke xwe dispêre fîzîka kûantûmê û cîhaneke ji gelek bergan, yekparebûneke teoriyê ya ku li kategoriyên heyî yên entelektueliyê nayê afirand. Giranî da ser Rojhilata Navîn. Ev hemû nivîs jî di nava şert û mercên welê de nivîsand ku derfetê xwe yê bikaranîna înternetê nîne, weke materyalên lêkolînê jî tenê sûd ji sê pirtûkan wergirt ku destûr hate dayin parêzer dem bi dem jê re ragihînin. Ev yek rewşeke balkêş e. Her wiha destûr jê re hate dayin ku tenê van nêrînên xwe li pêşiya dadgehê bîne ziman ku bi xiyaneta li welêt lê dihate sûcdarkirin.

Her wiha ji bilî hin derdorên radîkal ên spesîfîk, ev kar hema bibêje bi temamî ji nedîtî ve hatiye. Zanyarên din têkilî bi fikrên wî re dananîn. Bi vê gotarê dixwazim sedema vê yekê binirxînim.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin