المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

 azadiya Abdullah Ocalan rabe

0 101

Rewşenbîrên Ereb diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareseriyeke mayînde ye û bang li her kesî kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan rabin ser piyan.

Di çarçoveya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de nivîskar, lêkolînerê siyasî û karmendê medyayî yê Misirî Îlhamî El-Melîcî, Ji Beşa Zanistên Siyasî Dr. Fernaz Etiye û Cîgirê Serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Stratejîk Dr. Muxtar Xebaşî derbarê geşedanên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşî hemû civak û gelên cîhanê kiriye û tecrîda li Îmraliyê axivîn.

‘AZADIYA ABDULLAH OCALAN JI BO PIRSGIRÊKÊN ROJHILATA NAVÎN, ÇARESERIYEKE MAYÎNDE YE’

Nivîskar, lêkolînerê siyasî û karmendê medyayî yê Misirî Îlhamî El Melîcî bal kişand ser destkeftiyên kesayeta têkoşer a Abdullah Ocalan û wiha got: “Abdullah Ocalan kesayetek bêhempa ye, têkoşer û şoreşgerekî qayîm e. Afirîneriya rewşenbîrî pêşkêşî hemû mirovahiyê kiriye. Di vê mijarê de ez behsa ansîklopediya wî ya pêşeng Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk dikim ku ji bo herêmê ji gelek qeyranan rizgar dike, garantiya çareseriya demokratîk e. Azadiya fîzîkî ya nivîskar, rêber û fîlozof Abdullah Ocalan, li kêleka hebûna wî ya giranbuha di nava gelê xwe û gelên Rojhilata Navîn de bi giştî ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyeke mayînde ye. Lewma divê Abdullah Ocalan were berdan.”

‘PROJEYA NETEWA DEMOKRATÎK DI JIYANA HEVBEŞ DE PROJEYA HERÎ MEZIN E’

Ji Beşa Zanistên Siyasî Dr. Fernaz Etiye bal kişand ser têkoşîna Abdullah Ocalan a ji bo mafên jinan, wekhevî û jiyana hevpar a aştiyane û got: “Hatina Roja Mafên Mirovan a Cîhanê pîroz be, lê di vê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de divê em Birêz Abdullah Ocalan, fîlozof, têkoşer û xwediyê Projeya Neteweya Demokratîk bînin ser ziman ku di jiyana hevbeş de projeya herî mezin e. Di vê demê de divê em daxwaza azadiya birêz Abdullah Ocalan bikin û baweriya xwe bi vê yekê teqez bikin. Hemû rêxistin û saziyên civaka navdewletî divê li pişt vê daxwaza mafdar bibin yek. Birêz Abdullah Ocalan bal kişand ser mafên jinan. Her wiha bal kişand ser jiyana hevbeş a aştiyane, azadî û demokrasiyê. Abdulah Ocalan sembola hebûna mafê mirovan e, ne guncaw e ku di zindanekê de were girtin û dûrî malbat û derdorê be.”

‘DIVÊ GELÊ KURD RABE SER PIYAN’

Cîgirê Serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Stratejîk Dr. Muxtar Xebaşî jî diyar kir ku Abdulah Ocalan li seranserê cîhanê bûye sembola çareseriya doza Kurdî û wiha got: “Ev kes di bin şert û mercên lihevkirinek bêhempa ya navneteweyî û herêmî de hate girtin, ku gelek bandor li mekanîzmaya girtinê kir. Piştre di sala 1999’an de cezayê darvekirinê lê hate birîn. Birêz Ocalan di nava 25 salan de pir kêm caran bi malbata xwe re têkilî danî, têkiliya wî ya bi parêzeran re û ekîba wî ya parastinê re tune ye. Mafê wî yê hêviyê li gorî qanûnên Ewropa, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa yan jî rêgezên parêzvaniya dadperweriyê tune ye. Em bang li gelê Kurd dikin ku ji bo azadiya Rêber Abdulah Ocalan rabe ser piyan.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin