المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Li Brukselê meşa ‘Ji Rêber Apo re azadî’

0 44

Ciwanên Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytext Brukselê daketin qadan.

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” li paytexta Belçîka Brukselê meşeke girseyî hate lidarxistin.

Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) hat lidarxistin. Di meşê de pankarta bi Flemanî “Ji Rêber Apo re azadî” hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de ku gelek caran dirûşmeyên “Ciwan fedayiyên Apo ne”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Adbulllah Ocalan anîn ziman, daxuyaniya hevpar hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Çawa ku beriya 25 salan bi biryar, bawerî û armanca çalakvanên ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ li hev civiyan, em jî wek TCŞ û TekoJIN’ê bi ruh û baweriya ku ji dîrokê te ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd têbikoşin. Em ê ji nû ve şêwe bidin dîrokê. Çawa ku Rêber Apo got ‘Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî biqedînin’ em jî bi vê dirûşmeyê vê pêngavê mezin bikin û heta ku em bigihîjin armanca pêngavê têbikoşin û xwe bi rêxistin bikin.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin