المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Rojnamevanê Misrî: Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, wê pêngav berfireh bibe

0 58

Rojnamevan, nivîskar û şîrovekerê siyasî yê Misrî Îlhamî Melîcî diyar kir ku wê bi pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ rûyê rast ê dewleta Tirk derkeve holê û got: “Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez bikin.”

Di 10’ê Cotmehê de, li 74 navendên cuda yên cîhanê, pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ hat destpêkirin ku gelek siyasetmedar, rewşenbîr û rojnamevanên Misrî jî tevlî bûn.

Rojnamevan, Nivîskar û şîrovekerê siyasî yê Misrî û Îlhamî Melîcî ku ew jî beşdarî pêngavê bûye, ji ANF’ê re axivî.

Îlhamî Melîcî diyar kir ku 25 sal in Abdullah Ocalan di nava çar dîwaran de têkoşîneke dîrokî dimeşîne û wiha got: “Ji bo azadiya Kurdan û çareserkirina pirsgirêka Kurd, Abdullah Ocalan di nava wê hucreyê de beşek ji pirtûkan amade kir û di nava gel de belav kir. Mirov dikare bibêje ku ew pirtûk ji gelê Rojhilata Navîn re dibe wesîleya çareseriyeke mezin.”

‘WÊ PÊNGAV BI XWE RE NEXŞEYEKE NÛ JI HERÊMÊ RE BÎNE’

Melîcî destnîşan kir ku di nava parêznameyên Abdullah Ocalan de hemû netew bi hemû çand, nasname û zimanê xwe hene û wiha pêde çû: “ji bo wê jî me dest bi vê pêngavê kir û armanca me şikandina tecrîda giran e. Ew pêngav jî bandora xwe li her derê cîhanê pêk anî. Bandora herî mezin jî li ser qada siyasî kir, ji xwe ev pêngav bi awayekî girseyî destpê kir û wê bi xwe re nexşeyeke nû li herêmê bîne.”

Melîcî di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku ji bo min şerefek e ku ez jî tevlî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bûm û wiha dewam kir: “Divê êdî em rûyê rast ê dewleta Tirk a dagirker ku dibêje em dewleteke demokrat in derxin holê. Rêber Apo ji bo tevahî mirovahiyê têkoşîn kir û ji bo hemû gelan jî riyeke rast nîşan da. Weke gelê Misir piştî ku me fikrê Rêber Apo nîqaş kir di nava civîn, komxebatan de şîrove kir, bi hêzeke xurt em tevlî pêngava azadiyê bûn.”

Rojnamevan, Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê Misrî Îlhamî Melîcî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîsoger dibe, ew ê heta dawiyê têbikoşin û bang li tevahî gelan kir ku tevlî pêngava azadiyê bibin.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin