المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Li Viyana bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê meş hat lidarxistin

0 33

Li paytext Viyanayê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û şermezarkirina êrîşên faşîst ên dewleta Tirk meşek hat lidarxistin.

Li paytexta Awûstûrya Viyana bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşek hat lidarxistin. Meş bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Yekitiya Hêzê ya Demokratîk li Westbahnhofê hat lidarxistin. Di meşê alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, YPG, YPJ û rengên Rojava hatin hildan. Di meşê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava“ hatin berzkirin.

Berî meşê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bal kişandin bi ser êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê û berxwedana gelê Kobanê. Di axaftinan de wiha hate gotin, “Li dijî kesên digotin, ‘Kobanê ket, wê bikeve‘ gel bi berxwedanek bêhempa bersiv da faşîstan. Berxwedan bi pêşengiya jinan tê meşandin, ev yek hin jî bi watedar kir. Em şoreşa jinê ya ku li Kobanê dest pê kir û mohra xwe li bajarên din ên Rojava kir, silav dikin. Berxwedana Kobanê bi xwedîderketina nasname û nirxê mirovahiyê cihê xwe di dîrokê de nivîsan. Kobanê ku sembola jiyana azad, wekhev û hevpar e, di heman demê de ruhê hevpar ê hevgirtin û berxwedanê ya navneteweyî ye.“

Piştî axaftinan timî dirûşmeyên “Bijî berxwedana Kobanê“, “Bijî berxwedana Rojava“, “Jin, jiyan, azadî“ û “Bijî Serok Apo“ hatin berzkirin.

Meş li qada Menschenrechtplatztê bi dawî bû.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin