المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Zarokên Êzidîxanê jî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd kirin

0 34

Zarokên Êzidîxana pîroz, hestên xwe ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman û gotin, ‘Em ji Êzidîxanê silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin û azadiya wî dixwazin.’

Pêngava cîhanî ya ku dostên gelê Kurd di 10’ê Cotmehê de li zêdetirî 100 navendan bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ destpêkirî her ku diçe berfireh dibe.

Bi heman armancê di 23’ê Cotmehê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi dirûşma ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ dest bi pêngavekê kir.

Her ferdekî Kurdistanî û welatparêz ên ku xwe bi ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kirî beşdarî pêngavê bû. Her zarokekî Kurdistanê û bi taybetî Êzidîxanê çavê xwe bi hildana navê Apo li jiyanê vekirî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze.

Ji 7 heta 70’ê salî, zarok, ciwan, jin û tevahî aliyê civakê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya fîzîkî dixwazin. Li qadên navneteweyî û seranserî Kurdistanê pêngav bi çalakiyên cûr be cûr dewam dike. Li Şengalê piştî ragihandina pêngavê gelek çalakî hatin li darxistin. Ev çalakî jî berdewam dikin.  

Zarokên Êzidîxanê yên ku di nav dilê xwe yê biçûk de hêviyeke mezin hilgirtine hestên xwe parve kirin, bêrîkirinên xwe ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kirin.

Di dawî de bi strana ‘Şervano’ evîna xwe ya di dilê wan de veşartiye dane der û heskirina xwe ya ji Rêberê Gelê Kurd re re wisa îfade kirin. Hêviya mezin a ku di sînga zarokên Kurdistanê de lêdide, wê her dem ji bo pêkanîna xeyalên paşerojeke azad û jiyaneke bi rûmet ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re were ziman.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin