Ji Abdullah Ocalan ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê: Stêrka me ya nemir a aştiyê
Abdullah Ocalan bi boneya wefata Salih Muslim peyama sersaxiyê şand û got: “Ez wî wekî cêwiyê Sirri Sureyya dibînim ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji nav me bar kir. Ew ê li ser vê bingehê, wek stêrka nemir a têkoşîn û aştiya me bimîne.”
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim, li nexweşxaneyeke Hewlêrê ya Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. Ji bo Salih Muslim, li Stadyuma 12’ê Adarê ya Qamişloyê merasîma cenazeyê hat lidarxistin. Piştî merasîmê dê cenazeyê bibin Kobanê û sibe were definkirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi boneya wefata Salih Muslim peyameke sersaxiyê ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê şand. Peyama Abdullah Ocalan, di merasîma cenazeyê de hate xwendin.
Peyama sersaxiyê ya Abdullah Ocalan wiha ye:
“Dema ku Heval Salih Muslim koça vê dinyayê dike
Min xebera koça dawî ya hevrêyê xwe yê hêja Salih Muslim êvarê bihîst. Min heta sibê ew û têkoşîna wî yad kir. Bêguman, ji bo kur, xizm û hemû hevalên wî, ew êdî nemir e. Wî hêjayî gel û Welatê xwe jiyanek derbas kir û bû nemir.
Ew welatparêzekî rastîn ê axa Sûriyeyê bû. Ew bi Kurdan re dibû Kurdekî temam; bi Ereban re dibû hevalekî jêneger; bi Tirkan re dibû birayekî heq. Wî Asûr, Ermen, Çerkes jî tê de bi her etnîsîte, ol û mezheban re avakirina têgihîştineke mirovane ya bêkêmasî, kir beşeke girîng ji jiyana xwe.
Ew kevirek bingehîn ê dîwarê Rojava bû ku ez her tim pê bawer bûm û ew ê her û daîm wisa bimîne.
Ez wî wekî cêwiyê Sirri Sureyya dibînim ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji nav me bar kir. Ew ê li ser vê bingehê, wek stêrka nemir a têkoşîn û aştiya me bimîne.
Şehadeta Salih Muslîm ne windahiyek e. Berevajî vê, ew ê heta hetayê gelê xwe, hemû gelan, netewe, dost û hevrêyên me wekî hêzeke heqîqî xurt bike.
Abdullah OCALAN
12’ê Adara 2026’an