المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Ferzende Mûnzûr: Dirêjkirina dema karê komîsyonê cidiyeta ji bo aştiyê nîşan nade

0 82

Endamê Rêveberiya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr li ser dirêjkirina dema karê komîsyona parlamentoyê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û li ser bêcidiyeta dewleta Tirk di çareseriya demokratîk de, axivî.

Mûnzûr got Rêber Abdullah Ocalan însiyatîfeke zelal pêşkêş kir û xwedî li berpirsyariya xwe ya dîrokî derket û gavên wekî fesixkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), bidawîkirina têkoşîna çekdarî û xwespartina li têkoşîna siyasî avêtin û got: “Lê belê dewleta Tirk tenê yek gav avêt, ew jî avakirina komîsyona parlamentoyê bû, bêyî ku tu tedbîrên pratîk bigire.”

Mûnzûr diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan piştî daxuyaniyên fermî yên Tirkî yên li ser biratiya Kurd û Tirkan ew însiyatîf pêşkêş kir û di demeke kurt de xwedî li wê însiyatîfê derket, lê belê li hemberî wê dewleta Tirk tu gavên berbiçav neavêtin û rapora komîsyonê jî ji bo çareserkirina pirsgirêkê ne têrker e.

SEDEMÊN DERENGMAYÎNÊ Û TÊKILIYA BI GEŞEDANÊN HERÊMÎ RE

Mûnzûr diyar kir ku dewleta Tirk li gorî guhartin û geşedanên herêmî li pirsgirêka Kurd dinêre nexasim piştî Cotmeha 2023’yan û pirsgirêka Kurdî bi hin dosyayan ve girê dide, wekî dosyaya Sûriyeyê.

Mûnzûr wiha domand: “Em dibînin ku her pirsgirêkek xwedî taybetmendî ye û ev girêdan çareseriyê asteng dike.”

BANDORÊN PAŞGUHKIRINA ÇARESERIYÊ LI SER DERFETÊN ÇARESARIYA DEMOKRATÎK

Mûnzûr destnîşan kir ku dirêjkirina dema peymanekê wê ji wateya xwe vala dike û got: “Siyasetên paşguhkirinê ne ji bo Tirkiyeyê, ne ji bo demokrasî ne jî ji bo aştiyê baş in. Berovajî wê ew egera rûdana bûyerên ku derveyî îradeya hemiyan, zêde dike. Agirbestê heta astekê herikîna xwînê rawestand, lê belê dirêjkirina demê gefê li van erêniyan dixwe.

PÊNGAVA NAVNETEWEYÎ Û PLANÊN PÊŞEROJÊ

Li ser pêngava navneteweyî ya ji bo banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan Munzir got ku wê pêngavê Rêber Abdullah Ocalan wekî semboleke aştî û demokrasiyê yê seranserî cîhanê ne tenê yê gelê Kurd nîşan da.

Munzir got ku însiyatîfê di aliyên hiqûqî, siyasî, dîplomasî û gelêrî de xebitî û name ji bo dewle û rêxistinên navneteweyî hatin ragihandin û zêdetirî 3 hezar û 600 kesayetên akademî, hiqûqî û siyadî beşdarî wê bûn.

Li ser planên pêşerojê Munzir got ku wan planeke temam ji bo sala bê daniye û tê de hemwextî salvegera 27’emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û salvegera rojbûna wî çalakiyên dîplomasî û hiqûqî tên lidarxistin. Her wiha got ku ew ê muxatebgirtina saziyên navneteweyî ji bo pêkanîna mafê hêviyê bidomînin.

NAME JI BO RAYA GIŞTÎ

Di dawiya axaftina xwe de Munzir destnîşan kir ku doza Rêber Abdullah Ocalan dozeke mirovî û exlaqî û doza aştiyê ye ku ne girêdayî şexsa wî lê belê girêdayî gel û pêşeroja herêmê ye.

Munzir bang li hemû hêzên demokratîk kir ku xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin û ji bo ku sala 2026’an bibe sala aştiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd, bixebitin.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin