‘Qonaxa duyem divê bi mafê hêviyê û guhertina zagonî were destpêkirin’
Ferzende Munzir tekez kir ku piştî avakirina komîsyonê diviyabû serdana Rêber Apo hatiba kirin û got, “Pêwîst e qonaxa duyemîn a pêvajoyê bi mafê hêviyê û guhertina zagonan dest pê bike.”
Civîna 18’an a ku di 21’ê Mijdara 2025’an de pêk hat, bi piraniya dengan biryar hat dayîn ku li Girtîgeha Îmraliyê guhdariya Abdullah Ocalan bikin.
Li gorî vê biryarê, şande di 24’ê Mijdara 2025’an de çû Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê. Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir.
Komîsyon niha û bi şûn ve jî ji bo armancên xwe pêkbîne wê helwesta xwe ya biryardar bidomîne.
Derbarê serdana Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratiya Neteweyî ji bo Rêber Apo endamê Rêveberiya Însitatîfa Sûrî ya Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzir ji rojnameya Ronahî re axivî.

‘Diviyabû piştî avakirina komîsyonê demildest serdan pêkbihata’
Ferzende tekez kir ku diviyabû piştî avakirina komîsyiyonê serdana Rêber Apo were kirin ji hêla komîsyonê ve û wiha got: “Wekî tê zanîn piştî gelek civîn hevdîtinan komîsyonê serdana Rêber Apo kir, ev serdan gaveke gelekî baş bû, lê diviyabû piştî avakirina Komîsyona Demokrasî, Xwişk, Biratiya Neteweyî demildest vê komîsyonê serdana Rêber Apo bikira. Ji ber di vê pêvajoyê de, du alî hene, aliyek jî Tirkiyê ye û aliyê din Rêber Apo ye ku nûnerê gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ye. Serdan hat kirin, lê bi serdaneke tenê, her tişt çareser nabe, divê komîsyon hertim serdana Îmraliyê bike, herwiha pêwîst e Rêber Apo bikaribe danûstandinê bi hemû kesî re bike, hem jî parêzer, malbata wî û ragihandin biçe pê re bicive. Ew pêvajoyê bi rê ve dibe û ew nûnerê doza gelê Kurd. Kurd bi sedên salan rastî înkar û qirkirinê hatin, hem jî Tevgera Azadyê xwedî dîrokeke têkoşînê ye. Ev pêvajo bi hevdîtinekê û di çend rojan de nayê çareserkirin, tenê bi guhdarkirinê jî her tişt çareser nabe. Di her hevdîtineke Rêber Abdullah Ocalan de ew xwedî nêrîn û raman e ji bo pêvajoyê, lewma divê komîsyon pakêtekê amade bike da ku axaftinên Rêbertî bibin bingeh di guhertina makezagonê Tirkiyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd de.”
‘Neçûna CHP’ê kêmayîyeke dîrokî ye, divê helwesta xwe sererast bike’
Munzir da zanîn ku neçûna CHP’ê şaştiyeke dîrokî bû û wiha domand: “CHP’ê partiya avakirina komara Tirkiyê ye, ev partî jî sûcdar e di warê kirina qirkirina gelê Kurd de wê jî para xwe ya inkara Kurdan biriye. Di deh salên dawîn de CHP’ê bi rengekî erênî nêzî pirsa Kurdî dibû û daxuyaniyên baş ji bo doza Kurdan, hem jî demokrasiya Tirkiyê dikir. Dema ku komîsyon serdana Rêber Apo kir û ew amade nebû, êdî mask li ber heqîqeta wan û gelek rastiyên din hat xuyakirin. Em dikarin bibêjin hemû gotinên wan û tişta ku dikirin tev propaganda û siyasetek bû da ku gelê Kurd bi aliyê xwe ve bikişîne û ji bo berjewendiyên xwe. Dema ku CHP’ê bi şanda komîsyonê re neçû, wê kêmasiyeke dîrokî kir, divê vê helwesta xwe sererast bike. Bila CHP’ê pêvajoyê û pirsgirêka Kurd weke tiştekî demkî nebîne, ev pêvajo pêvajoyeke istratejîk e û doza gelê Kurd, hem jî mijara demokrasiyê mijareke sereke ye. Ji ber vê yekê jî hîle û berjewendiyên teng wê zerera herî mezin li CHP’ê bike. Berdêla vê yekê pêwîst bû şaştiya xwe ya inkara Kurdan kir a 100 salî kir, sererast bike.”
‘Qonaxa duyemîn bi mafê hêviyê û guhertina zagonan pêktê’
Rêveberiya Însitatîfa Sûrî ya Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzir destnîşan kir ku pêwîst e qonaxa duyemîn a pêvajoyê bi mafê hêviyê û guhertina zagonan dest pê bibe û wiha bi dawî kir: “Ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi rehetî û duristî were meşandin divê zagon li Tirkiyê werin guhertin. Di nava van zagonan de jî pêkanîna mafê hêviyê ji bo Rêber Apo ye. Serdana komîsyonê wê pêvajoyê ber bi qonaxa duyem ve bibe. Li gorî encamên vê serdanê diyar bû ku mijarên di çarçoveya pêvajoyê de nehatin nîqaşkirin, teslîmiyeta QSD’ê û çekdanîn tiştekî nemûmkin e, Rêber Apo di nirxandinên xwe de tîne ziman ku her beşekî Kurdistanê taybetmendiyên wê hene. Li Rojava jî QSD’ê şûrê edaletê û parastina pêkhateyên Sûriyê ye, bila tikes xewnên wiha neke. Ya girîng ji bo pêvajoyê pêkanaîna mafê hêviyê ji bo Rêber Apo û guhertina makezagona Tirkiyê, hem jî dayîna mafê gelê Kurd qonaxa duyemîn e ji bo pêvajoyê. Pêwîst e ev xal werin bicihkrin. Di serî de jî divê mafê hêviyê ji Rêber Apo re were dayîn, ne tenê wê Rêber Ocalan ji vê biryarê sûdê werbigire, lê belê nêzî 4 hezar û 500 girtiyên sîyasî di zindanên dewleta Tirk de ne, dema Rêber Apo azad bibe ew jî dê werin rizgarkirin, bêyî vê yekê rewş dê zehmet be.”