‘Ocalan bi zelalî got ku divê Kurd û Tirk di nava aştiyê de bijîn’
Gulistan Kiliç Koçyîgît bi lêv kir ku hevdîtina wan bi awayekî erênî derbasbûye û wiha got: “Duh hevdîtineke dîrokî bi birêz Ocalan re pêkhat. Ev hevdîtin gavek berfireh û hêvîdar e ku dê rêyek nû di rêwîtiya Tirkiyeyê ya ber bi aştî û demokrasiyê de veke. Divê ew wekî pêşveçûnek girîng a dîrokî were dîtin û nirxandin. Hevdîtin xwedî potansiyela afirandina zemînek ji bo diyalogê ye ku dê pêşeroja hevpar a gelên me ava bike. Rêzdar Ocalan careke din di hevdîtina me de bi zelalî û aşkere îradeya hemû gelên herêmê, bi taybetî gelên tirk û kurd, ji bo jiyaneke bi hev re di aştiyê de, wekhev, azad û bi hev re diyar kir. Duh pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de qonaxek girîng derbas bû. Serkeftina vê pêvajoyê ji bo pêşeroja Tirkiyeyê girîng e.”
