المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Ebdî: Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn derfeteke nû ye

0 28

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî di Forûma Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata Navîn (MEPS) li Dihokê de axivî û bang kir ku di jinûveavakirina Sûriyeyê de firsendeke wekhev bidin Rojava. Ebdî, got ku pêvajoya ji hêla Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, ji bo aştiya Rojhilata Navîn derfeteke nû ye. 

Mazlum Ebdî bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û ev nirxandin kir: “Rêber Ocalan pêşengtî ji pêvajoyek nû re dike û derfetek nû ji bo aştiya herêmê peyda bûye. Em li Rojava piştgiriyê didin vê pêvajoyê, ji bo serxistina pêvajoyê tişta ji me bê emê bikin.”  

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin