Ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku ev ji sala 1999`an ve li girtîgeha Îmralî tê ragirtin, Însiyatîfa Gel a Bajarê Qamişloyê li bajarê Qamişlo bi dirûşma “Dem dema azadiya Rêber Apo ye” meşek bi rêxistin kir.
Meşê ji Çerxerêya Sonî ya naverasta bajêr bi tevlêbûna bi hezaran şêniyên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîs dest pê kir.
Meşvanan pankartên “Rêber Ocalan sembola aştî û heqîqeta mirovatiyê ye” û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan rakirin.