Karasû: Rêber Apo pîvan e, divê azad bibe
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû anî ziman ku meseleya hevdîtina bi Rêber Apo re pîvana nêzîkatiya li pêvajoyê ye û got, qanûna ku Rêber Apo venehewîne, bê wate ye.

Endamê konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû yek ji damezrînerên PKK’ê Riza Altûn di salvegera 6’emîn û Mûsa Anter jî di salvegera 33’emîn de bi bîr anî. Karasû li Medya Haber TV tecrîda li ser Rêber Apo, pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’, qonaxa heyî ya pêvajoyê, cezayê ku TFF’ê ji ber dirûşma bi Kurdî li Amedsporê birî û bûyerên din ên di rojevê de nirxand.
Em temamiya nirxandina Karasû bi we re parve dikin:
Beriya her tiştî di salvegera 6’emîn a şehadeta wî de hevalê Riza bi hurmet û minet bi bîr tînim. Hevaltiya me ya têkoşînê ya bi hevalê Riza re gelekî nêz bû. Li gelek qadan em bi hev re xebitîn. Hevalê Riza yek ji hevalên destpêkê bû ku beşdarî koma Apoyî bû ku li Enqereyê ava bû. Ji Tûzlûçayirê beşdarî koma Apoyî bû. Ne tenê hevalê Riza tevlî bû, bi bandora hevalê Riza ji Tûzlûçayirê gelek heval beşdarî nava tevgerê bûn. Destpêkê Alî Dogan Yildirim şehîd bû. Piştre hevalên Şahîn Kilavûz, Dogan Kiliçkaya şehîd bûn. Ew heval bûn ku bi bandora hevalê Riza tevlî bûn. Ya rast ew beşdarî hevalê Riza bûbûn; mirov dikarin bi wî rengî bibêjin.
Têkiliya hevalê Riza bi mirovan re gelekî bi bandor bû. Xwedî wê taybetmendiyê bû ku mirov yekser li dora xwe kom dikir. Bi rastî jî hin taybetmendiyên wî bi her mirovî re tine bû. Ev taybetmendî bi hevalê Riza re gelekî xurt bû. Vê yekê jî dikir ku hevalê Riza bibe kadroyekî pêşeng. Destpêkê li Tûzlûçayirê beşdarî kar bû, piştre jî hema hema em bi hev re çûn Dîlokê. Ez û Kiliçkaya di Tîrmeha 1976’an de ji Tûzlûçayirê çûn Dîlokê. Piştre di nava demeke kurt de -bawer im meha Îlonê bû- hevalê Riza hat Dîlokê. Li Dîrokê salên dûr û dirêj em bi hev re xebitîn. Li Dîlokê hem li dijî faşîstan di têkoşînê de bi roleke girîng rabû, hem jî ji aliyê birêxistinkirina ciwanan û karkeran ve hevalê Riza bandoreke mezin kir. Hevalekî birêxistinî û bi bandor bû. Belê, ji dibistana seretayî mezûn bûbû lê belê li Tûzlûçayirê beşdarî nava têkoşîna siyasî bûbû. Tûzlûçayir ji xwe li Enqereyê ew cih bû ku herî zêde têkoşîna siyasî, tevgerên şoreşger lê bûn. Taxeke siyasî, şoreşger bû; ji Tûzlûçayirê re digotin, Moskow a biçûk. Ji dibistana seretayî mezûn bû, lê belê weke ku tê gotin ji dendikê sosyalîst bû û piştre xwe ji aliyê îdeolojîk û teorîk ve gelekî bi pêş ve bir.
Kesî bawer nedikir ku hevalê Riza ji dibistana seretayî mezûn bûye; digotin ‘Hevalekî ji zanîngehê mezûn bûye’. Lewma ji aliyê îdeolojîk û teorîk ve kûr bû, hêza xwe hebû. Li gelek qadênn têkoşînê kar kir; timî jî serketî bû. Riza li her cihê ku diçû teqez wezîfe bi ser dixist. Ji ber ku bi rêxistin bû, bi bandor bû, komî ser hev dikir. Bandor li kadro dikir, li gel dikir, ew bi rêxistin dikir. Bi vî rengî tevkariyên gelekî girîng li têkoşînê kir.
Hevalê Riza bi rastî jî kesayetekî xweser bû. Kesayetên bi vî rengî zû bi zû nagihêjin. Bi taybetmendiyên xwe yên cuda reng dan têkoşînê, dewlemend kirin, xurt kirin. Versiyoneke cuda ya rêbaz û kesayetiya Kemal Pîr bû. Hevalekî welê bû ku taybetmendiyên şoreşgerî yên Kemal Pîr bi wî re bû. Lewma tevkariyên gelekî mezin li têkoşîna me kir.
Ne tenê bi xwe tevlî bû; malbata wî jî tevkariyên mezin li têkoşînê kir. Birayê wî şehîd e, du biraziyên wî şehîd in. Hevalekî welê bû ku derdora xwe jî tevlî dikir. Ji xwe hevalê Riza Tûzlûçayir tevlî têkoşînê kir. Bi vê wesîleyê di salvegerê de hevalê Riza bi hurmet, minet bi bîr tînim. Bîranînên me, hevkariya me ya têkoşînê gelekî zêde ye. Ji xwe di rêveberiya rêxistinê de jî em timî bi hev re bûn; em bi hev re di nava rêveberiya rêxistinê de xebitîn.
Tevgeraî li têkoşînê kir; wê neyê jibîrkirin, wê her tim bê nirxandin. Em ê di nava têkoşîna azadiyê de xwedî li bîranîn û têkoşîna wî derkevin. Em ê hesreta van hevalên xwe teqez bi ser bixînin.
Bi nirxandina salvegera şehadeta hevalê Riza re wan hevrêyan bi hurmet û minet bi bîr tînim ku di 24’ê Îlona 1996’a de li Zindana Amedê serê wan bi ço hate parçekirin û şehîd bûn. Ew bûn navên sembol ên berxwedana me ya li zindanê. Li Zindana Amedê li hemberî sekna van hevalan êrîşeke bi vî rengî kirin. Heval bi rengekî hovane hatin qetilkirin. Lewma girîng e ku ev heval timî bêne bîranîn, bîranîna wan bîranîna nirxên têkoşîna azadiyê ye. Li gel bîranîna wan divê gelê me jî zanibe ku hevrêyên me heta ku serê wan parçe bû dest ji têkoşîn û baweriya bi azadiyê bernedan.
Bi kurtasî Tevgera Azadiyê, tevgear Apoyî, tevgera PKK’ê bi vî rengî bû. Tevgereke bi vî rengî ya baweriyê bû. Bi vê wesîleyê bîranîna van ji bo me girîng e.
BI NÊZÎKATIYA JI RÊZÊ YA LI RÊBER APO PÊVAJO BI PÊŞ VE NAÇE
Hevdîtina parêzeran a bi Rêber Apo re normal e. Divê weke pêvajoyekê yan jî biryareke siyasî neyê dîtin. Lê belê bi salan pêk nedihat, di pêvajoyeke bi vî rengî de pêk hat. Divê ev girîng bê dîtin, lê belê rast nîne ku hevdîtinên bi Rêbertî re êdî bi vî rengî bê nirxandin. Devlet Bahçelî got, ‘Bila rêxistinê fesix bike; bê li meclîsê biaxive’. Rêbertî fermana fesixkirina PKK’ê da, xwest, têkoşîna çekdarî bê rawestandin; me jî fermanên Rêbertî bi cih anîn. Gotinên Devlet Bahçelî bi cih nehatin anîn. Divê bi cih bêne anîn. Çawa ku me pêwîstî bi cih anîn, divê Devlet Bahçelî jî, hikumeta AKP-MHP jî bi cih bîne, mafê hêviyê yê Rêberê me pêk were, bibe xwedî derfetên azad ên karkirinê. Lê belê heta niha ev yek pêk nehat. Eger em ê ji vê re bibêjin pêvajo, eger Devlet Bahçelî bi gotina vê yekê ji destpêkirina pêvajoyeke bi vî rengî re bû zemîn… Ji ber ku Devlet Bahçelî daxuyaniyeke bi vî rengî kir; Rêbertî jî bersiv da vê û berpirsyariya xwe bi cih anî.
Tê gotin, ‘Em ê pirsgirêka Kurd çareser bikin, em ê pirsgirêka tundiyê ya bi dehan salan çareser bikin’, lê belê Rêber Apo ku di esasê vê têkoşînê de ye hîn tecrîdkirî ıye. Divê ji vê re tecrîd bê gotin.
Belê, hevdîtin dibin, parêzer diçin, carna heyet diçin lê belê ne ew hevdîtin in ku vê pêvajoyê bi pêş ve bibin.
Bû salek. Lê belê Rêber Apo hîn jî ne xwedî şert û mercên azad ên kar û liv û tevgerê ye, nikare bi derdorên cuda re hevdîtinê bike. Em vê yekê weke nêzîkatiya nerast a li pêvajoyê dibînin. Rêber Apo kesekî ji rêzê nîne, nabe ku weke kesekî ji rêzê nêzîkatî lê bê kirin. Yan jî bi nêzîkatiyeke ji rêzê ya li Rêber Apo wê nikaribe vê pêvajoyê bi pêş ve bibe.
Eger hikumet, desthilatdariya AKP’ê, dewlet dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike, Tirkiye demokratîk bibe, şerê dehan salan ê li Tirkiyeyê bi dawî bike, eger dixwaze çareseriyeke mayinde pêk bîne, wê demê divê nêzîkatiya xwe ya li Rêber Apo biguherîne. Rêber Apo dibêje, ‘Divê rewşa min rast bê nirxandin’. Rêber Apo jî ji nêzîkatiya li hemberî xwe razî nîne.
Bi vî rengî nêzîkatiya tê nîşandan ne cihê baweriyê ye. Rêber Apo nêzîkatiyeke cihê baweriyê nîşan dide, dixwaze pêvajoyê bi pêş ve bibe, lê belê nêzîkatiya desthilatdariya AKP’ê ya ku ne bi heman rengî ye, bi rastî jî ne ya qebûlkirinê ye. Gelê me jî dostên me jî qebûl nakin. Ji ber vê nêzîkatiya li Rêber Apo hin derdor li ser encambûna pêvajoyê bi fikar in. Piştre jî radibin dibêjin, ‘Me têkildarî pêvajoyê anket kirine; ewqas piştgirî heye, ewqas piştgirî nîne’ û tiştên bi heman rengî dibêjin. Eger hûn nêzîkatiyên welê nîşan nedin ku ev pêvajo çiqasî girîng e, bêguman di fêhmkirina pêvajoyê de wê kêmasî hebin. Jİ ber vê jî ev nêzîkatî divê teqez bê guhertin.
JI BO RÊBERTÎ DIVÊ ÇALAKÎ HÎN ZÊDE BIBIN
Weke ku tê zanîn ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertî û pêkhatina azadiya Rêbertî kampanya ‘Azadî ji Rêbertî’ re tê jmeşandin. 10’ê Cotmehê hatibû destpêkirin, em dikevin salvegera kampanyayê.
Bêguman di vê salvegerê de gelê me wê li her cihî piştgiriyê bide vê kampanyayê, ji bo xurtkirina kampanyayê çalakiyan lidar bixe. Ji xwe ev kampanya; pêngava Azadî ji Rêbertî re di serî de dostên me yên li Ewropayê dabÛn destpêkirin û encamên girîng jî bi dest xisitbûn, bandoreke xurt kiribû. Di 10’ê Cotmeha îsal de di serî de li Ewropayê wê li gelek qadan çalakî bêne lidarxistin ku piştgiriyê bide pêngava Azadî ji Rêbertî re. Divê tevlîbûneke xurt li van çalakiyan bibe. Kêmasiyeke din jî ew e ku tevlîbûna li çalakiyên bi vî rengî lawaz e, yan jî çalakiyên ji bo azadiya Rêbertî zêde nayên lidarxistin.
Belê, çalakî têne kirin, têkoşîn tê meşandin, ji bo azadiya Rêber Apo hewl tê dayin. Lê belê divê hîn zêde bibin. Hîn bêhtir bê nîşandan ku di mijara azadiya Rêber Apo de pêşketin çêbibe. Di vê mijarê de em bikin ku gav bêne avêtin. Lewma azadiya Rêbertî mijara têkoşînê ye, pirsgirêkeke têkoşînê ye. Ne rewşeke welê ye ku ji ber xwe ve çêbibe.
Di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de her gav, her pêşketin bi têkoşînê bûye. Di mijara azadiya Rêbertî de jî ya ku pêşketinê pêk bîne têkoşîn e. Lewma di salvegera 10’ê Cotmehê de bang li gelê me dikim ku xwedî li vê pêngavê derkeve, çalakiyên ku pêngavê xurt dikin lidar bixe.
DIVÊ ARMANCA PÊVAJOYÊ, BERNAMEYA WÊ ZELAL BE, REWŞA NEDIYAR JI HOLÊ BÊ RAKIRIN
Di mijara qonaxa heyî de mirov dikare hin tiştan bi şênberî bibêje. Serokên meclîsê dema ku li komîsyonê axivîn, anîn ziman ku divê navê vê pêvajoyê bê bilêvkirin, nav lê bê kirin. Yanî eger wê bibe pêvajoyek divê armanc, bernameya wê zelal be, raya giştî zanibe bê wê çi bê kirin, yanî her cûre rewşa nediyar a têkildarî pêvajoyê divê ji holê bê rakirin. Belê, niha hîn jî komîsyon heye, desthilatdarî dibêje, ‘Em xwedî li pêvajoyê derdikevin, em ê vê pêvajoyê bi xwişk û biratiyê bi encam bikin’ lê belê bi rastî jî tiştekî li ber çavan, gaveke şênber nîne. Yan jî gaveke ku bandorê li pêvajoyê bike, pêvajoyê bi pêş ve bibe nehatiye avêtin.
Rêber Apo gav avêt, PKK’ê xwe fesix kir, têkoşîna çekdarî hate rawesetandin. Divê ev bikeve rojevê, li ser bê axaftin. Mafê vê divê bê dayin, bê silavkirin. Di berdêla vê de desthilatdariyê kîjan gav avêt? Lidarketina hin hevdîtinan nayê wateya gaveke cidî.
Belê, em erênî dibînin, em weke guhertinekê dibînin; em biçûk nabînin lê belê li p3eşberî gavên ku tevgera me ya azadiyê avêtine, li pêşberî karê ku me bi banga Rêber Apo kiriye, tişta ku dewletê kiriye zêde tiştên girîng nîne. Em nabêjin negirîng e, lê belê di mijara demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd de, di mijara xwedîderketina raya giştî ya li pêvajoyê de eşkere ye ku tiştên pêwîst nehatiye kirin.
Ji ber vê jî salek e pêvajo heye; şer hate rawestandin, bendewariyên civakê jî hene. Belê, pêşketinek nebû lê belê bendewarî hîn jî dewam dike. Hîn jî bendewariyek heye; bê wê çi bibe, çawa bibe, nîqaşek di vê mijarê de heye. Ev rewş heye. Yanî weke salek berê yan jî du sal berê rewşeke şer, ew atmosfera siyasî, ew rageşî nîne. Di atmosfera siyasî de nermbûnek heye. Yanî qet nebe di navbera Tevgera Azadiyê ya Kurd û dewletê de ji aliyê şer ve nermbûnek heye.
ÊRÎŞÊN LI SER CHP’Ê PÊVAJOYÊ DIXE BER LÊPIRSÎNÊ
Bêguman di mijara pirsgirêkên din ên li Tirkiyeyê jî rewşên welê hene ku dibin sedema fikarên cidî. Tayînkirina qeyûman li şaredariyên CHP’ê, girtina wan ew tişt in ku pêvajoyê dixin ber lêpirsînê. Em dixwazin pêvajoyê bi pêş ve bibin. Di vê mijarê de jî bi biryar in. Rêber Apo jî bi biryar e. Lê belê dema ku tiştên bi vî rengî tînin serê CHP’ê, bivê nevê derdorên cuda lêpirsînê dikin. Dema ku tê gotin, ‘Piştî salekê rewş çi ye?’ divê mirov vê jî bibêje.
Di dawiya salekê de divê ev yek bê gotin: Me gavên girîng avêtin. Bandora vê jî bû, wê bibe. Teqez wê bibe. Nêrînên Rêber Apo li nava raya giştî belav bû. Nirxandinên wî, nêzîkatiyên wî yên ji bo çareseriyê li nava raya giştî belav bûn. Ji ber vê jî civakê dît ku Rêber Apo, PKK di mijara demokratîkbûnê, çareseriya pirsgirêka Kurd ve xwedî nêrîn û projeyên gelekî girîng in. Xwedîderketineke girîng çêbû, qîmet jê re hate dayin. Ev girîng e.
GOTINÊN BAHÇELÎ LI NAVERASTÊ MA, GAVEK JÎ NEHAT AVÊTIN
Heta astekê bandor li Rojhilata Navîn jî kir. Yanî ev pêvajo hîn jî tê şopandin, li her derê tê şopandin. Bnadoreke xwe ya bi vî rengî heye. Hîn jî bendewariyeke bi vî rengî heye, ‘Di dawiya vê pêvajoyê de wê çi bibe’ û di asteke girîng de tê şopandin. Lê belê di vê pêvajoya salekê de mirov nikare bibêje ku pêşketinên gelekî girîng çêbûn. Di vê mijarê de pirsgirêkên cidî hene. Yanî gavên ku di nava salekê de diviyabû bihatina avêtin nehatin avêtin.
Salek ne hindik e. Ji bo çareseriya pirsgirêkên bi vî rengî dem gelekî girîng û hêja ye. Her wiha hin derdor dinirxînin, dibêjin, ‘Eger di dema xwe de neyê çareserkirin wê provokasyon bibin, wê rewşên neyînî biqewimin, pêvajo bê jehrîkirin’, ev rast in.
Ez careke din bibêjim. Di vê pêvajoyê de gotinên Devlet Bahçelî diviyabû pêk bihata. Lê belê ev pêk nehatin. Ev tê çi wateyê? Gotinên ku destpêkê hatin gotin nehatin bicihanîn. Hîn jî gotinên wî yên destpêkê li naverastê mane. Di dawiya salekê de me dixwest pêşketinên hîn girîng bibûya. Me ev yek dixwest.
DI NAVA SALEKÊ DE ME BERPIRSYARIYÊN XWE DI ASTEKE GIRÎNG DE BI CIH ANÎ
Di vê mijarê de me bang kir, lê belê hikumetê û dewletê gavek neavêt. Bivê nevê ev yek bû sedema pirs û fikarên ‘Gelo dewlet bi rastî jî dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike’. Lê belê ji bo serketian vê pêvajoyê em dîsa jî hewl didin. Nêzîkatiya me bi vî rengî ye. Me partî fesix kir. Belê fesix kir. Ji ber ku weke ku Rêber Apo destnîşan kir ev prastî diviyabû bihate fesixkirin.
Li aliyê din me li hemberî Tirkiyeyê dest ji têkoşîna çekdarî berdan. Ev jî di gotinê de nema. Me ji vê bawer kir û pêk anî. Li gorî me demokratîkbûna Tirkiyeyê, siyaseta demokratîk rêya herÎ rast e, têkoşîna siyasî zemîna herî rast e, bi vê baweriyê me ev yek kir.
Dema ku ji vî alî ve bê nirxandin, me di nava salekê de berpirsyariyên xwe di asteke girîng de bi cih anîn. Dixwazim vê yekê bi taybetî destnîşan bikim.
DIVÊ MECLÎS JI NIHA Û PÊ VE QANÛNÊN DEMOKRATÎKBÛNÊ AMADE BIKE
Meclîs saziyeke girîng e. Dikare pirsgirêkeke ewçend mezin, pirsgirêka sed salî çareser bike. Bi tevlîbûna meclîsê re ev pirsgirêk wê çareser bibe. Lewma Rêbertî di sala 2012’an jî di salên 2013, 2014’an de jî timî digot, ‘Bila meclîs bikeve dewrê, li meclîsê komîsyonek bê avakirin, bi vê mijarê dakeve, ji bo çareseriyê pêşniyaran bike, projeyan diyar bike’. Çareseriya pirsgirêkê ji aliyê meclîsê ve bi taybetî daxwaza Rêber Apo bû. Ji ber ku organa ku gelê Tirkiyeyê temsîl dike, bi hilbijartinê diyar dibe. Em bi rastî jî meclîsê girîng dibînin. Ji xwe beriya demekê serokên meclîsê hatin, li komîsyonê aivîn. Ew serokên meclîsê bûn ku nêzî 50 salan gelê Tirkiyeyê temsîl kirin. Ew erênî axivîn. Gotin, ‘Pêwîstiya Tirkiyeyê bi çareserkirina pirsgirêkeke bi vî rengî heye’. Destnîşan kirin ku pirsgirêkeke bi vî rengî divê bê çareserkirin. Ev yek di heman demê de îradeya civakê ye, daxwaza civakê ye.
Bêguman divê meclîs bikeve dewrê. Belê, li meclîsê komîsyonek ava bû. Belê, ev komîsyon piştî nîqaşê, axaftinan û guhdarîkirinan divê hin qanûnan amade bike. Herî kêm divê qanûnên demokratîkbûnê amade bike.
Li Tirkiyeyê niha atmosfereke demokratîk a rasteqîn nîne. Em nikarin qala atmosfereke siyasî ya demokratîk bikin. Lê belê em dixwazin bi vê pêvajoyê re demokratîkbûn pêk were.
Bêguman meclîs wê bikeve dewrê. Ji xwe Nûman Kûrtûlmûş got, ‘Em ê hin qanûnan amade bikin’. Belê, diyar e nîqaş li ser hin qanûnan tê kirin, wê bixin rojevê. Lê belê meclîs wê di vê mijarê de qanûneke çawa amade bike? Ev jî girîng e. Niha eger pirsgirêk tenê weke ‘Wê rewşa kesên ku çek di destê wan de bû çi be?’ bê nirxandin, ev wê şaş be. Ev pirsgirêkê çareser nake.
DIVÊ QANÛNA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ BÊ RAKIRIN
Çek hatin şewitandina, têkoşîna çekdarî hate terikandin. Belê, li Tirkiyeyê îradeya siyasetkirina demokratîk hate destnîşankirin. Belê, ev îradeya me heye. Baş e ev ê çawa bibe? Heta ku Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê neyê rakirin; em bibêjin ji vir çûn Tirkiyeyê; temam cezayê edlî nedan, lê belê piştî hefteyekê wê hemû bikeve girtîgehê. Ji ber ku qanûna têkoşîna li dijî terorê ya heyî, wê yekser her kesî bixe girtîgehê. Ne tenê qanûna têkoşîna li dijî terorê, qanûnên din jî hene. Rêbertî ji vê re got, ‘Divê qanûnên civaka demokratîk’ bêne amadekirin, got ‘Qanûnên azadiyê’. Niha qala ‘qanûnên derbasbûnê’ tê kirin. Tişta ku li ser mijara ‘Yên ku çek danîne bila bên’ difikirin, bi kategoriyê cuda dikin Ji xwe bi kategoriyê cudakirin nayê qebûlkirin. Bi qanûneke bi vî rengî pirsgirêk çareser nabe.
Çûyîna Tirkiyeyê ya kesên ku çek danîne… Dibêjin, ‘Wê dadgeh wan berde’. Baş e wê wan berde, lê berde nava Tirkiyeyeke çawa? Ev girîng e, naxwe wê çima dest ji çekê berdin û biçin Tirkiyeyê? Ji vî alî ve divê qanûna têkoşîna li dijî terorê bê rakirin, qanûnên demokratÎk bêne destnîşankirin. Yanî divê atmosfereke ji bo siyaseta demokratîk bê afirandin. Bi vî rengî bibe wê pirsgirêka 100 salî çareser bibe. Bi vî rengî bibe wê her kes bi rehetî vegere Tirkiyeyê.
DIVÊ RAYA GIŞTÎ NEYÊ XAPANDIN
Dibêjin, yên li çiyê ji çekê aciz bûne, lewma wê çekê dînin û biçin! Tiştekî bi vî rengî nîne. Çekdanîn ji bo vê yekê kirin, ji bo vê çek şewitandin: Me çek şewitand, em dest ji têkoşîna çekdarî berdidin; bila Tirkiye jî ya pêwîst bike. Bila bike ku em karibin tevlî siyaseta demokratîk bibin. Bila çi bike? Gavên demokratîkbûnê biavêje. Ev girîng e. Naxwe wê tenê qanûnek bê deristin, yên bên wê ceza li wan neyê birîn. Tiştekî bi vî rengî nabe. Bi qanûneke tenê li ser vê esasê pirsgirêk çareser nabe. Nikare bê gotin ku me pirsgirêk çareser kiriye. Piştî derxistina vê qanûnê nikarin bibêjin, ‘Binihêrin, me qanûn derxist; bila bên. Eger nayên, nakevin nava têkoşîna siyasî, nakevin nava siyaseta demokratîk’.
Lewma ev mijar divê bi rastî jî baş bê nîqaşkirin. Qada siyasî ya demokratîk jî divê rast nêzîk bibe. Pirsgirêk ne ew e ku hinek rabin çekê dînin û bên. Yan ev jî nîne: ‘Em ji destpêkê ve di nava têkoşînê de ne; temam werin Tirkiyeyê. Werin ceza wê neyê birîn’. Temam em hatin, lê piştî demekê tu yê dîsa bixe girtîgehê. Ji ber ku te pirsgirêk çareser nekiriye. Em ê jî bixwazin ku ev pirsgirêk bi rêyên siyasî demokratîk bê çareserkirin. Em ê qala demokratîkbûnê bikin. Helwesta me, gotinên me, yan jî şêweyê me yê rêxistinbûnê wê çi bibe? Wê weke sûc bê dîtin! Lewma divê raya giştî neyê xapandin. Gotina, Em qanûnan derdixînin; yên ku çekê xwe danîne bila bên!’ ev nêzîkatiyeke rast nîne.
Em qala entegrasyona demokratîk dikin. Entegrasyona demokratîk çi ye? Yanî Kurd sed sal in bi komarê re nebûn yek. Ji komarê cuda man, îtiraz kirin li vê komarê. Li van qanûnan û kiryaran îtiraz kirin. Bi vî rengî li Tirkiyeyê entegrasyon bi komarê re nebû. Yanî hevkariyek, yekbûna li ser nirxên hevpar nebû.
Entegrasyon yekbûn û hevkariya hêzên cuda ye. Mebest ji qanûnên entegrasyona demokratîk ew e ku Kurdên sed salan li derve hatin hiştin, an jî ji komara heyî aciz in, kiryar, nêzîkatî û polîtîkayên komara heyî qebûl nakin bi qanûnên demokratîk, bi qanûnên entegrasyona demokratîk bi Komara Tirkiyeyê re bibin yek. Naxwe entegrasyon pêk nayê.
Sed sal in Kurdan helwesta xwe nîşan dan. Yanî dibêjin, ‘Heta ku nasname, hebûn, perwerdeya bi zimanê dayikê neyê qebûlkirin ez ê pê re nebim yek’. Li hemberî vê red û înkarê têdikoşe.
MECLÎSA KU WÊ 1’Ê COTMEHÊ DEST BI KAR BIKE DIVÊ QANÛNAN BI RENGEKÎ RAST BI RÊ VE BIBE
Meclîs wê di 1’ê Cotmehê de dest bi kar bike; wê demê ev mijar divê gelekî baş bê nîqaşkirin. Eger qanûnek wê bê derxistin divê ji her alî ve bê nirxandin. Divê bi nêzîkatiyên zexel neyên amadekirin. Nêzîkatiyeke cidî û samîmî divê. Em dibêjin, em ê bi Tirkiyeyê re bikevin nava entegrasyona demokratîk. Em dixwazin Kurdan bi vî rengî bixin nava projeyeke yekbûna bi Tirkiyeyê re. Wê demê tu yê çima Kurdan lawaz bike? Tu yê çima me lawaz bike? Eger em ê di nava entegrasyona demokratîk de bin, hingî em ê bibin parçeyek ji vê Tirkiyeyê, em ê di nava komareke demokratîk de bin. Wê demê hebûna me, hebûna Kurdan wê komara demokratîk xurt bike. Wê demê bivê nevê em ê bibejin, ‘nêta te çi ye’, li vê yekê bipirsin.
Ji ber vê jî meclîsa ku wê 1’ê Cotmehê vebe divê qanûnan derxîne… Ji ber ku meclîs wê nîqaş bike, wê bikeve rojeva meclîsê. Eger ev pirsgirêk pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ye, bêguman wê bikeve rojeva meclîsê. Wê demê divê meclîs bi rengekî rast nêzîk bibe. Qanûnên ku li qada siyasî ya demokratîk bêne derxistin divê bi rengekî rast bi rê ve bibe, destnîşan bike ku qanûn divê çawa bin.
PIRSGIRÊK AMEDSPOR NÎNE; MESELE CEZAYÊ LI KURDAN, LI KURDÎ HATIYE BIRÎN E
Dema ku me bihîst ji ber dirûşma Kurdî ceza li Amedsporê hatiye birîn, em matmayî man. Bi taybetî di vê atmosferê de… Pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin, qala pêvajoyê tê kirin lê belê tîmek ji ber reklamê bi Kurdî tê cezakirin. Ev yek bi rengekî vekirî nêzîkatiya li Kurdî ıye. Ya rast ev yek nêzîkatiya li hemberî gelê Kurd e. Hebûna gelê Kurd bi Kurdî şênber dibe. Gelek bi zimanê xwe tê bîranîn.
Beriya niha bi demekê li komîsyonê nehiştin dayik biaxivin.
Serokê Baroya Amedê got, ‘Pirsgirêka Kurd ev bi xwe ye’. Bi rastî jî ev pirsgirêka Kurd e. Ma mejiyekî bi vî rengî dibe? Ev reklamê Amedsporê -reklamê sponsor e- ji bo wergirtinê serlêdan hatiye kirin. Li gel vê yekê jî ceza li Amedsporê hate birîn ku ev ceza ne tenê li Amedsporê ye. Cezayek li hemberî tevahiya gelê Kurd e. Cezayê li Kurdan hatiye birîn, cezayê li Kurdî ye. Pirsgirêk Amedspor nîne. Herhal eger bi Îngilîzî hatibûya nivîsandin ne xema kesî bû. Ji ber vê jî rewşeke gelekî cidî ye. Mirovan dixe nava fikaran. Bêguman divê gelê me li ber vê yekê rabe. Bi rastî jî gelekî hêja ye ku 16 baroyên li Kurdistanê daxuyanî dan, nerazîbûn nîşan dan. Divê gelê Kurd hemû li ber vê rabe. Ma bi vî rengî dibe? Divê meş bêne kirin, bê şermezarkirin; ev yek neyê qebûlkirin. Em vê helwestê, vê nêzîkatiyê bi tundî şermezar dikin.
REWŞA RÊBER APO DIVÊ TEQEZ BÊ ZELALKIRIN
Nûman Kûrtûlmûş dibêje, hevdîtina bi Rêber Apo re ‘di rojeva me de nîne’. Ma bi vî rengî dibe? Aliyên vê yekê nîne? Kurd aliyek nîne? Yanî wê pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin? Wê entegrasyona demokratîk a Kurdan bi Komara Tirkiyeyê re nebe? Yan jî armanc ev nîne? Wê demê pêknehatina hevdîtina bi Rêber Apo re ku di navenda vê pirsgirêkê de ye, tê çi wateyê? Berê nirxandinên welê dihate kirin ku dibe ku hevdîtin pê re bê kirin. Her wiha yekî ji MHP’ê got, ‘Dikare hevdîtin bê kirin’. Bendewariya civaka Kurd jî ev e. Tê gotin, ‘Hesasiyetên Tirkiyeyê’. Ê baş e, hesasiyetên Kurdan jî hene. Kurd dixwazin ev komîsyon bi taybetî bi Rêber Apo re hevdîtinê bike. Ji vî alî ve hevdîtina bi Rêber Apo re mijareke girîg e. Ne mijareke ji rêzê ye. Her wiha pîvana nêzîkatiya li pêvajoyê ye ku çiqasî samîmî nêzîk dibin an na.
Ev yek cuda ye: Em amade ne ku ji bo pêşveç3una pêvajoyê çi bikeve ser milê me bikin. Em dikarin hin gavan jî biavêjin, lê belê ji niha û pê ve divê pêvajo ji aliyê Rêber Apo ve bê birêvebirin. Divê Rêber Apo azad bibe. Me berê jî got. Tiştên ku em bikin zêde nemaye. Belê, hin tişt hene ku em ê bikin, lê belê jê wêdetir nîne. Lewma divê êdî dewleta Tirk gavan biavêje. Divê em gavên şênber bibînin. Nêzîkatiya li Rêber Apo divê biguhere. Divê Rêber Apo muxatab bê dîtin. Rewşa Rêber Apo rewşeke ji rêzê nîne.
Eger nêzîkatiyeke rast li Rêber Apo neyê nîşandan, rewşa heyî ya Rêber Apo neyê guhertin, hingî ev pêvajo wê çawa bi pêş ve biçe, em ê çawa bi pêş ve bibin? Lewma pîvan e. Dibêjin, hinek ji rayedarên dewletê wê li gorî xwe lêpirsînê bikin bê têkoşîna çekdarî bi rastî jî hatiye terikandin an na. Me bi rengekî eşkere got, li dijî dewleta Tİrk, li hemberî Tirkiyeyê me dest ji têkoşîna çekdarî berdane. Di vê mijarê de cihê dudiliyê nîne. Me di vê mijarê de gav avêt. Wê demê divê dewleta Tirk jî gavan biavêje. Di serî de divê rewşa Rêber Apo diyar bikin. Di demeke kurt de divê vê bike, ji demê re nehêle.
DI SALA DUYEMÎN DE EGER PÊVAJO WÊ BI LEZ BÊ MEŞANDIN, DIVÊ NÊZÎKATIYEKE SAMÎMÎ LI MUXATAB BÊ KIRIN
Di sala duyemîn de eger em ê derbasî pêvajoyeke nû bibin, di sala duyemîn de eger çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê wê bi lez pêk were, hingî divê nêzîkatiyeke samîmî li muxatabê vê meseleyê bê kirin. Ev pirsgirêk pirsgirêkeke bêmuxatab nîne. Ne pirsgirêkeke welê ye ku tenê bi gotina ‘Min ev tişt got, bila bi vî rengî bibe’ ya dewlet an jî hikumeta Tirk çareser bibe.
Lewma ji me jî hin tişt têne hêvîkirin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî heye. Bêguman ji bo tiştên maqûl nêzîkatiyeke me ya hişk nîne. Lê belê divê dewleta Tirk hin gavên şênber biavêje. Gav bi yekalî nabin. Timî bi gotina ‘wê bi vî barî rabin’ ya ji bo me tê gotin, nabe.
Ji xwe tiştên ku em ê bixwazin ji bo xêra Tirkiyeyê ne. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo aramîbûyîna Tirkiyeyê ne. Wê Tirkiyeyê lawaz nekin, wê Tirkiyeyê qels nekin, wê Tirkiyeyê parçe nekin. Daxwazên me daxwazên bi vî rengî ne. Yê ku bi rengê herî baş vê bi rê ve bibe û bixe meriyetê jî Rêber Apo ye. Lewma nêzîkatiya ku niha li hemberî Rêber Apo tê nîşandan kêm e, şaş e. Hin hevdîtin dibe, diçin û tên lê belê bi vî rengî nabe. Nêzîkatiyeke ku tenê xwe bi vê yekê bi sînor dike, nêzîkatiyeke rast a li hemberî Rêber Apo nîne. Gelê me jî bi vî rengî difikire, em jî bi vî rengî difikirin. Lewma nîqaşa ‘hevdîtinê bike yan neke’ li aliyekî divê teqez hevdîtinê bikin, jê û wêdetir jî divê bibe.
Ser meselê em bibêjin wê qanûnan derxînin, bibêjin filan kes bila dest ji çekê berdin û bên tevlî jiyanê bibin. Qanûneke bi vî rengî bêyî Rêber Apo dibe? Qanûna ku rewş û asta Rêber Apo destnîşan neke wê bê çi wateyê? Belê, qanûneke ku rewşa rêveberiya rêxistinê jî diyar nake, kategorî dike û li derve dihêle, bê wate ye. Qanûneke ku Rêber Apo di nav de cih negire, nekeve ber, bê wate ye. Dixwazim vê yekê bi taybetî destnîşan bikim.
MÛSA ANTER WELATPARÊZEKÎ RASTEQÎN BÛ KU BAWERIYA XWE BI TÊKOŞÎNA ME ANÎ BÛ
Mûsa Anter jî bi hurmet û minet bi bîr tînim. Wê demê em nû ji girtîgehê derketibûn, di sala 1992’an de bû. Piştî ku ji girtîgehê derket, em çûn Enqereyê. Li Enqereyê wê demê kongreya DEP an jî HEP’ê hebû. Ez çûm kongreyê, min xwest, silavê bidim ên li kongreyê. Mûsa Anter jî li kongreyê li refên herî pêş li gel dayika Rêber Apo Dayika Uveyş rûniştibû. Min destên Dayika Uveyş maçî kir û bi Mûsa Anter re sohbet kir. Bİ qasî nîv saetê min pê re sohbet kir. Sohbeteke gelekî bi coş bû, sohbeta ku me bi Mûsa Anter re nkir. Ez nîv saetê, çil û pênc deqeyan mam û derketim. Piştî wê bi du rojan Mûsa Anter ji wir derdikeve, diçe Amedê û şehîd dikeve.
Welatparêzek bû ku ji têkoşîna me bawer dikir, ji serketina wê bawer dikir. Demokratekî welatparêz bû. Mûsa Anter bi rastî jî welatparêzek bû. Her wiha digot, ‘Mehmet Alî Bîrand çû bi Rêber Apo re hevdîtin kir, Rêber Apo jî bi futbolê dilîst; gelekî baş e’. Di nava atmosfereke ewçend giran a siyasî de kirina sporê pir pir baş bû. Weke ku bibêje, dikarî hîn bêhtir xwe kêrhatî bike… Li ser Rêber Apo gotar, nivîs nivîsî. Welatparêzekî rasteqîn bû. Rêber Apo jî bawerim di sala 1971’ê de Mûsa Anter nas kiribû. 1970 yan jî 71 bû, li Stenbolê. Wan bîranînan jî bi bîr tîne. Bi vî rengî destnîşan dike ku Mûsa Anter welatparêzekî rasteqîn bû.
Mirovekî têr û tijî bû ku bi hest, fikir, sekna xwe mêtingeriya heyî, qirkerî qebûl nedikir, li hemberî vê yekê daxwaza xwe ya ji bo têkoşînê nîşan dida. Lewma Rêber Apo têkoşîn û jiyana Mûsa Anter nirxand, gelekî girîng dît û silav kir.
ÇAPEMENIYA ME MÛSA ANTER WEKE PÊŞENGÊ XWE DIBÎNE
Çapemeniya me ji xwe xwedî li Mûsa Anter derdikeve. Mûsa Anter weke pêşengê xwe dibîne. Belê, divê xebatkarên me yên çapemeniyê yên Kurd xwedî li rewşenbîrekî bi vî rengî yê hêja derkeve, bide ser şopa wî û hesreta wî pêk bîne. Yanî karê çapemeniyê divê bi hestên welatparêziyê yên xurt bê kirin. Bi rengekî teknîkî, mekanîk karê çapemeniyê nayê meşandin.
Çapemeniya ku bi hestên xurt ên welatparêziyê, hestên şoreşgerî, jiyana bi hesreta gel û dilxwaziya azadiyê ya gelê Kurd karekî rast ê çapemeniyê dikare bê kirin. Ev tê kirin. Bi vî rengî gelek şehîdên me yên hêja hebûn. Ez jî bang li hemû hevalên di çapameniyê de dikim ku li ser şopa Mûsa Anter û Gûrbetellî Ersoz bixebitin, tevkariyê li vê têkoşînê bikin.
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ BINGEHA ARAMIYA LI SÛRIYEYÊ YE
Bakur û Rojhilatê SÛriyeyê, rêveberiya xweser a li wê derê bingeha aramiya li Sûriyeyê ye. Herêma herî aram e. Bi avaniya xwe ya civakî, bi zîhniyeta xwe cihê herî aram e. Dikare li Sûriyeyê jî aramiyê pêk bîne. Modeleke bi vî rengî ye. Ereb, Kurd, Suryanî, Ermen, her kes bi feraseteke demokratîk bi hev re dijîn. Êrîşî hev nakin, şer nakin. Ereb û Kurd bi salan e di nava xwişk û biratiyê de dijîn. Suryan, Ereb, Kurd bi xwişk û biratiyê dijîn. Mirov ne ji ber baweriya xwe ne jî ji ber nasnameya xwe ya etnîkî dijminatiyê li hev nakin. Ji vê hêjatir tiştek heye?
Niha hewl tê dayin ku ev yek bê sabotekirin. Ev yek eşkere ye: Êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşa li ser Rêveberiya Xweser wê Sûriyeyê ber bi nearamiyê ve bibe. Hingî wê Sûriye bikeve nava rewşeke xetere. Rêveberiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdora 20 hezar şehîd daye. Beşeke girîng a van şehîdan Ereb e, ciwanên Ereb e. Di şerê li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bûn. Her wiha bi deh hezarna jî birîndar bûn, gazî hene.
Êrîşa li ser cihekî bi vî rengî tê wateya ‘Ez ê Sûriyeyê nearam bikim, ez ê Sûriyeyê tevlîhev bikim’. Belê, li Sûriyeyê aramî hîn tam bi cih nebûye. Êrîşek wê bê wateya ‘Ez ê vê yekê hîn sor bikim’. Herhal Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê teslîm nebe. Yên ku bi deh hezaran şehîd dane, ma teslîm dibe? Wê li ber xwe bide, wê heta dawiyê li ber xwe bide.
GELO TIRKIYE DIXWAZE SÛRIYE DEMOKRATÎK BIBE YAN NA?
Lewma polîtîkaya dewleta Tirk a li wê derê şaş e, polîtîkaya Şamê jî şaş e. Divê dewleta Tirk xwedî li Rêveberiya Xweser a li wê derê derkeve. Tirkiye dixwaze Sûriye demokratîk bibe yan na? Demokratîkbûna Sûriyeyê jî bi lihevkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Şamê re dibe. Mebest ji lihevkirinê ne ew e ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teslîmî Şamê bibe. Em yên din bidin aliyekî, jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê polîtîkaya Şamê ya têkildarî jinan qebûl nakin.
Ji ber vê yekê divê dewleta Tirk polîtîkayeke rast bimeşîne. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şam divê li ser bingeha demokratîk li hev bikin. Em ji bo wir jî dibêjin entegrasyona demokratîk. Divê Şam jî qanûnên entegrasyona demokratîk derxîne û bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya Sûriyeyê re li ser bingeha demokratîk bibe yek. Dewleta Tirk jî di vê mijarê de divê bibe alîkar, gefan nexwe.
Qala peymana 10’ê Adarê tê kirin. Peymana 10’ê Adarê nayê wê wateyê ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biçe bêşert teslîmî Şamê bibe. Bi vî rengî bibûya ew mazbata ji xwe nedihat îmzelkirin. Çima hate îmzekirin? Ji ber ku 20 hezar şehîd hatin dayin, bi deh hezaran gaziyên xwe hene. Ma fermandarekî hêzeke leşkerî dikare biçe li gorî fikrê Tirkiyeyê mohra xwe biavêje binê peymanekê? Tirkiye wê peymanê li gorî xwe şîrove dike, Şam jî li gorî xwe şîrove dike. Bi wî rengî nabe! Ew îmze îmzeya rêveberiya hevpar a Sûriyeyê ye. Divê bi vî rengî bê fêhmmkirin. Welê nayê fêhmkirin. Niha dibêjin, ‘Were, tevlî bibe, qebûl bike’. Welê nabe.
Gelo rêveberiyeke ku hatiye hilbijartin heye? Bi kîjan hilbijartinê hatiye? Baş e tu bi hêza leşkerî hat, te Şam hilweşand. Temam e, hilweşîna Şamê baş e. Lê belê piştî wê? Vê carê jî Baas a bi rî derkete holê. Baas a berê çû, Baas a bi rî hat.
Lewma divê Tirkiye polîtîkayên xwe biguherîne. Em polîtîkayên heta niha têne meşandin rast nabînin. Ne bi kêrî Sûriyeyê tên ne jî bi kêrî Tirkiyeyê tên. Li ber şer radibin, vaye Erdogan diçe dijberiya şer dike, dibêje ‘Bila li Xezeyê şer nebe’. Tu van dibêje, baş e çima li Sûriyeyê tu şer sor dike? Ev nêzîkatiyên rast nînin. Divê ev nêzîkatî bê terikandin.
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BÛYE CIHEKÎ WELÊ KU PÎVANÊN XWE NÎNE, LÊ ŞOV TÊ KIRIN
Hevdîtina Erdogan-Trump pêk hat, pesnê hev dan. Eger ewqasî pesnê hev didin, ev yek tê wê wateyê ku di navbera wan de bêbaweriyek heye. Nikare bê gotin ku gelekî li hev tên. Diyar e ku di navbera wan de gelek mijarên li hev nakin hene; yanî gelek pirsgirêk hene ku nikarin çareser bikin. Ji ber vê jî ewqasî pesnê hev didin. Ji xwe piştî rojekê bû bawerim, Trump got ‘Min heft şer qedand’. Erdogan got, ‘Li ku qedandiye? Tiştekî welê nîne’.
Bêguman bendewariya Tirkiyeyê bi vî rengî ye. Erdogan û Trump li hev bikin, li Sûriyeyê vê bike, li Sûriyeyê bi ser Kurdan de biçe. Yanî bendewariya ji hevdîtina Erdogan-Trump ew bû ku Tirkiye careke din li Tirkiyeyê yan jî li derve bi ser Kurdan ve biçe. Yan jî DYE piştgiriyê bide polîtîkayên şaş ên Tirkiyeyê yên li hemberî Kurdan.
Em nizanin bê ev çiqasî pêk hatiye yan na, lê em difikirin ku pêk nehatiye. Ji ber ku wê Sûriyeyê tevlîhev bike. Ne bawerim ku ne DYE ne jî welatekî din bêaramiya Sûriyeyê bixwazin. Lê belê di hin mijaran de dibe ku hin tiştên erênî yan jî hin peymanên erênî di navbera xwe de kiribin. Lê belê ev yek jî bi qasî ku tê nîşandan ‘Gelekî baş bû, Tirkiyeyê gelek tişt qezenç kir’ nîne, nirxandineke bi vî rengî wê nirxandineke nepixandî be. Ev nirxandin bi giranî ji aliyê çapemeniya alîgirê desthilatdariyê ve tê kirin. Divê nêzîkatiyeke bi vî rengî neyê nîşandan.
Li aliyê din Şara çû, axivî. Şara kî ye? Hîn doh jê re digotin, terorîst. Vaye tiştên tîne serê Elewiyan li holê ye, tiştên li Sûriyeyê tîne serê Durziyan li holê ye. Her roj gefê li Kurdan dixwe. Yekî bi vî rengî çû li Neteweyên Yekbûyî axivî. Ev yek rewşeke bi pîvan nîne; tiştekî polîtîk e. Nêzîkatiyeke welê ye ku li ti pîvanê nayê, banga ji bo Şara ji bo Neteweyên Yekbûyî li ti pîvanê nayê. Belê, Sûriye eger dewletek be, serokê wê dikare li Neteweyên Yekbûyî biaxive. Lê belê berê nedan axaftin, Esad nekarî biçe. Şara gelo niha bi rastî jî li ser dewletê serwer e? Gelên li wê derê temsîl dike? Bi navê Şamê çû lê belê çiqasî dikare Sûriyeyê temsîl bike? Ev pirsgirêk e.
Bi vî rengî civîna Neteweyên Yekbûyî veguherî şovekê. Veguherî cihekî welê ku pîvanên xwe nîne, hinek tê li wir şov dike. Divê Neteweyên Yekbûyî ne bi vî rengî be. Neteweyên Yekbûyî ji gelek aliyan ve bêkêr bû. Ji xwe Trump çû Neteweyên Yekbûyî, lê axivî, rexne li Neteweyên Yekbûyî kir. Ev jî got, ‘Krîza avhewayê çi ye? Ev yek derewek e’. Lê binihêrin bê Neteweyên Yekbûyî ketiye çi halî! Dewleta ku li cîhanê xwedî hêza herî mezin a leşkerî, siyasî û aborî ye radibe ji bo pirsgirêka herî bingehîn a mirovahiyê, ji bo pirsgirêka avhewayê dibêje ‘derew e’. Ev bi xwe nîşan dide bê çawa nêzî pirsgirêkan dibe.
Lewma rewşa ku niha Neteweyên Yekbûyî tê de ye ji bo mirovahiyê ne cihê hêviyê ye. Yanî em ne bawer in ku di hevdîtina Erdogan û Trump de encamek derketibe. Lê belê di dema Biden de gelekî aloz bû. Niha ji wê aloziyê hinekî derketin. Êdî gihîştin wê astê ku bi hev re biaxivin, wê ji niha û pê ve bêhtir biaxivin. Eger pêşketinek hebe herhal di vê mijarê de ye.