المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

MRAP’ê pêvajo bire rojeva NY’ê: Ocalan fersendeke dîrokî pêşkêş dike!

0 22

MRAP’ê binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiye û Kurdistanê xiste civînên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û destnîşan kir ku pêvajoya ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê firsendeke dîrokî ye.

60’emîn Rûniştinên Mafên Mirovan ên Konseya Mafên Mirovan a NY’ê ku di 8’ê Îlonê de li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê dest pê kir û heta 3’yê Cotmehê bi nîqaşên li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li welatan berdewam dike. Tevgera Dostaniya Gelan a Li Dijî Nijadperestiyê (MRAP) deklarasyonek nivîskî pêşkêşî rûniştinan kir. MRAP’ê bal kişand ser pêkanînên derhiqûqî yên li Tirkiyeyê û girîngiya pêvajoya ku ji hêla Rêber Apo ve ji bo demokrasiya Tirkiyeyê tê meşandin.

‘PEYMANA LOZANÊ BINGEHA CUDAKARIYÊ YE’

Di deklarasyonê de encamên dawî yên duyemîn nirxandina periyodîk a Tirkiyeyê ku di Mijdara 2024’an de hat lidarxistin bi bîr xist û wiha hat gotin: “Ev encam nîşan didin ku hindikahiyên li welêt hîn jî rastî zilmê tên û li dijî hemû cûreyên cudakariyê nayên parastin. Komîteyê bi taybetî fikara xwe li ser tundûtûjiya nijadperest a li dijî civaka Kurd anî ziman. Di Nirxandina Periyodîk a Tirkiyeyê ya ku di 6’ê Gulanê de hat lidarxistin, şandeya hikûmetê hemû îdiayên derbarê hindikahiyşn li Tirkiyeyê red kir û îdîa kir ku hindikahiyên ku di Peymana Lozanê (1923) de hatine destnîşankirin, li Tirkiyeyê xwedî heman mafên nifûsa giştî ne. Lê hikmên Peymana Lozanê ya 1923’yan bingeha dîrokî û hiqûqî ya cudakarî û zordariyê ji hêla rayedarên Tirkiyeyê ve li dijî hindikahiyên etnîkî yên ku gelê Kurd jî di nav de ye, pêk tînin.”

‘SÛCÊN ŞER HATIN KIRIN’

Di deklarasyonê de binpêkirinên mafên mirovan ên ku di serdema berxwedana xwerêveberiyê de qewimîn ht bibîrxistin û wiha domand: “Rapora Sibata 2017’an a Ofîsa Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) dibêje ku di bûyerên di navbera Tîrmeha 2015 û Kanûna 2016’an de qewimîn de nêzîkî 1200 kes hatine qetilkirin. OHCHR’ê gelek binpêkirinên ku di nav de bikaranîna hêza zêde, cînayet, windakirinên bi zorê, êşkence, hilweşandina mal û mîrata çandî, teşwîqkirina sûcên nefretê, astengkirin gihîştina lênihêrîna bijîşkî ya acîl, xwarin, av û debara jiyanê, tundiya li dijî jinan û sînordarkirina mafê azadiya ramanê, gelek binpêkirin belge kiriye.”

Di heman raporê hat diyarkirin ku ji ber operasyonên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li başûrê rojhilat 355,000 kes ji cih û warên xwe bûne û tenê li Sûrê nêzîkî 35,000 xanî jî hatine hilweşandin. Heta niha rayedarên Tirkiyeyê li dijî binpêkirinên mafên mirovan ên cidî yên ku mexdûr bûne, ti tedbîr negirtine.

Zilm û zordariya rayedarên Tirk li ser gelê Kurd ji sînorên Tirkiyeyê wêdetir diçe: Komara Erebî ya Sûriyeyê herêmên Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê yên li bakurê Sûriyeyê bi tevahî dagir kiriye û bi qasî 400,000 Kurd ji cih û warên xwe bûne. Xaniyên malbatên Kurd bi zorê hatine valakirin, ji malbatên Ereb ên Sûriyeyê yên ku ji kampên penaberan ên li Tirkiyeyê hatine re hatine veqetandin. Hin ji binpêkirinên mafên mirovan ên cidî yên ku ji hêla hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê ve li herêma Kurdan harine kirin, dikarin wekî sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê werin nirxandin.”

‘ÊRÎŞ Û PÊKANÎNÊN NIJADPERESTÎ RÊ LI BER FIKARAN VEDIKE’

Di deklarasyonê de bal kişand ser zêdebûna êrîşên nijadperestî yên li dijî gelê Kurdên li Tirkiyeyê û wiha pêde çû: “Navenda Lêkolînên Civakî-Siyasî ya Amedê di rapora xwe ya 2023’yan de bal kişand ser êrîşên nijadperestî yên li dijî Kurd, Elewî û penaberan û diyar kir ku di tevahiya salê de herî kêm 208 nûçeyên nijadperestî, wêderkiri  û înkarker di medyayê de hatine weşandin. Di raporê de cudakariya ku Kurd li stadyum, girtîgeh û bajarên mezin pê re rû bi rû dimînin analîz dike. Di vê xebatê de qedexekirina zimanê Kurdî di medyaya Tirkiyeyê de jî cih girtiye. Xebarên çandî yên Kurdî gelek caran hatine qedexekirin û Kurdên ku bi stranên Kurdî gotine û govend gerandine hatine girtin û cezakirin. Li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), êrîşên fîzîkî, gef, lêdan, lêgerîna tazî, muameleya xerab, helwestên nijadperestî û cudakarî, gefên kuştinê, êşkence û veguhestina bi zorê ji bo hucreyên takekesî, gelek tên dîtin.” 

ÊRIŞÊN LI DIJÎ AZADIYA DERBIRÎNÊ DIDOMIN

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser êrişên li dijî azadiya raman û derbirînê, û wiha hate gotin: “Xema me ji ber zilm, tundî, gef û tolhildanên li dijî parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan, parêzer, çalakvanên kurd, parêzvanên jîngehê, aktorên siyasî yên opozisyonê, akademisyen û endamên civaka sivîl ên ku rexneyan li hukûmetê dikin, berdewam e. Her çendî Destûra Bingehîn azadiya raman û derbirînê wekî prensîbeke bingehîn misoger bike jî, bendên 25-30 yên Destûra Bingehîn û paragrafên 5-6 yên Zagona Têkoşîna li Dijî Terorê ya bi hejmara 3713, bi hinceta ‘sûcên li dijî dewletê’ û ‘propagandaya terorê’ sînordariyan ferz dikin.

Neteweyên Yekbûyî (NY), rêxistinên sivîl ên navneteweyî û neteweyî, Konseya Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê di gelek caran de destnîşan kirine ku divê Tirkiye rêzê li azadiya raman û derbirînê bigire. Ji dema ku AKP hatiye ser desthilatdariyê heta niha nêzî 1.000 rojnamevan hatine girtin. Zextên li ser azadiya ramanê ne tenê bi çapemeniyê ve sînordar in; endamên partiyên siyasî, parlamenter û komele û komên ku xebatên demokratîk dimeşînin jî dibin armanc. Di medyaya civakî de parvekirinên ku rexneyan li Serokatiya Komarê û rêveberiya dewletê dikin jî dibin mijara şopandina zagonî.”

‘PÊVAJO JI BO TIRKIYÊ FIRSENDEKE’

Di daxuyaniyê de, MRAPê bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin û destnîşan kir ku ev pêvajo ji bo demokratîkbûna Tirkiyê firsendeke, û ev tişt anî ziman: “Ji Kanûna 2024’an û pê ve, rayedarên Tirk bi Abdullah Ocalan, serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), ku ji sala 1999’an ve li Girava Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin, dest bi diyalogê kirine. Ocalan berê daxuyaniyên xwe yên têkildarî fesixkirina PKK’ê û rawestandina têkoşîna çekdarî dabû. Divê rayedarên Tirk vê fersendê bi kar bînin û dawî li zordariya li ser gelê Kurd li Tirkiye û welatên cînar bînin.”

PÊŞNIYAR: DIVÊ ÇARÇOVEYA ZAGONÎ YA PÊVAJOYÊ WERE AVAKIRIN

Tevgera li dijî Nîjadperestiyê û ji bo Dostaniya di navbera Gelan de (MRAP), di dawiya daxuyaniya xwe de ev pêşniyaran ji hukûmeta Tirk re kir:

• Çarçoveya zogonî û siyasî û demjimêra muzakereyên bi Abdullah Ocalan û hevalên wî re zû were diyarkirin.

• Bi temamî li gorî bendên peymanên ku Tirkiye beşdarî wan bûye tevbigerin û pêşniyarên komîteyê bicîh bînin.

• Dawî li êşkenceyê di navendên binçavkirinê de were anîn û lêpirsînên serbixwe û bêalî ji bo hemû angaştên êşkence û kiryarên nemirovane yên din werin vekirin.

• Beşdarî Peymana Parastina Hemû Kesan ji Windabûna Bi Zorê bibe û daxuyaniya ku di xala 32’an de hatiye diyarkirin bike.

• Operasyonên sînorparêz ên li Sûriyê û bakurê Iraqê bi dawî bike û ji van herêman vekişe.

• Beşdarî Statuya Romayê ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bibe.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin