المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

‘Divê em hê bêhtir xwedî li pêngava azadiyê derkevin’

0 88

Endama Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Nuha Omer got, “Divê em bi vê pêngavê re xwe bigihînin her kesî û hê bêhtir xwedî li vê pêngavê derkevin.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê tê girtin û zêdetirî 40 meh in bi ti awayî agahî jê nayê girtin. Li dijî bêhiqûqiyê heyî gelek aliyên civakî, dostên Kurdan di 10’ê Cotmeha 2023’yan de hatin cem hev û di asta navneteweyî de pêngava navneteweyî bi dirûşmeya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ dan destpêkirin.

Endama Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Nuha Omer der barê rêveçûna pêngava azadiyê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku divê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her kes bikeve nava hewldanan.

PÊNGAV DI QONAXA DUYEMÎN DE BERDEWAM DIKE

Nuha Omer, anî ziman ku pêngava azadiyê ya navneteweyî 10 meh li pey xwe hişt û got, “Qonaxa yekemîn a pêngava azadiyê, bi dirûşmeya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gelek çalakî, mînak 8’ê Adarê, Newroz, meşên girseyî û çalakiyên cur bi cur hatin pêşxistin û bi dawî bû, niha ev pêngav di qonaxa xwe ya duyemîn de berdewam dike. Di qonaxa duyemîn a pêngavê de, çalakiyên berhevkirina îmzeyan, hewla bi rayedarên eleqedar re hevdîtin kirin û tecrîd xistina rojeva meclîs, wezaret, rêxistinên weke CPT’yê. Di vê çarçovayê de ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî îmze ji bo pêngavê hatin berhevkirin û ji bo Wezerata Edaletê ya Tirkiyeyê hat şandin.”

ÇALAKIYÊN JI BO PÊNGAVÊ BANDOREK MEZIN ÇÊ KIR

Omer, diyar kir ku çalakiyên girêdayî pêngava azadiyê ya di asta navneteweyî de hatine kirin bandorek mezin çêkiriye û wiha domand, “Lê ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ev çalakî kêm dimînin. Ji bo vê yekê divê ev pêngav bêhtir belav bibe û xwe bigihîne her kesê. Ji ber ku doza Rêber Apo dozeke mirovî ye. Ji ber vê yekê bi hezaran kes xwedî li vê pêngavê derdikeve. Meşa girseyî ya li bajarê Kolnê ya Elmanyayê jî bandorek mezin di asta navneteweyî de çêkir.”

ÇALAKIYÊN CUR BI CUR HATIN LIDAR XISTIN

Omer, destnîşan kir ku eger tecrîd bê şikandin û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were, wê gelek pirsgirêkên li herêmê çareser bibin û got, “Bi vê armancê konferansa hiqûqê hate lidar xistin. Rêxistinên tenduristî û hiqûqê di çarçoveya pêngavê de name şandin û her wiha 33 partiyên siyasî, şêx û Rûspiyên Eşîrên li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdan û hevdîtin kirin. Pêkhateyên Sûryanî helwestên xwe bi awayekî zelal nîşan dan û daxwaza azadiya Rêber Apo kirin. Piştî serdana me ji Encûmana Civaka Ermenî re der barê pêngava navneteweyî panêlek hate lidar xistin û her wiha ji bo 8 welatan name bi mebesta pêngavê hatin amadekirin û şandin. Çalakî wê di vê çarçoveyê de bidome.”

BANGA XWEDÎDERKETINÊ HAT KIRIN

Omer, di dawiyê de banga xwedî derketinê li pêngava azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha axivî, “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo erka her kesî ye. Berpirsyariya her mirovek ku zilm dîtiye. Em ê xebat û çalakiyên xwe bidomînin. Em ê têkiliyên dîplomasî bi hin sazî û însiyatîfên navneteweyî re dayînin. Ji bo danasîna raman û felsefeya Rêber Apo di asta navneteweyî de wê xebatên me dewam bikin.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin