المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Daxuyanî ji bo raya giştî ya cîhanî

0 88

Dewleta Tirk li ser Rêber Abdullah Ocalan û her sê rêhevalên Veysî Aktaş, Hamelî Yildirim û Omer Xeyrî Kunar, ji ber ku di rewşeke mayînde de bi cezayên dîsîplînê yên nû, hîn jî nêzîkatiyeke dijmirovahî dişopîne, hemû qanûn û zagonên mirovahiyê paşguh dike. 6 mehên din ên li dijî Rêber Ocalan, bi armanca tolhildana gelê Kurd û tunekirina wî û şikandina vîna wî û hemû welatparêz û azadîxwazên cîhanê yên ku bi fikir, felsefe û tezên xwe bawer in, hate cezakirin. Rêber Apo, bi şikandina vîna wî û bêparkirina wî ji mafê azadiya ku bi hemû qanûn û zagonên mafên mirovan ên gerdûnî û ewropî, qanûn û zagonên dewleta Tirk tê dayîn.
Li hemberî van pêkanînên hovane û dijmirovahî Rêber Ocalan berxwedaneke ku ji deriyên herî fireh ketiye dîrokê nîşan dide.
Bi baweriya me bi girîngiya rola rêxistin û dezgehên mafên mirovan yên navneteweyî û ewropî di çareserkirina vê pirsê de, em daxwaz dikin ku ev rola mirovahî bê aktîvkirin, Tirkiye mecbûr bimîne ku qanûn û zapgonên navneteweyî yên ku bi zanebûn binpê dike û van cezayên dîsîplînê yên domdar û rêzeyî ku li ser esasê nîqaşên derew û derqanûnî tên meşandin û bi dawîkirina tecrîd û desteserkirina mutleq a li ser Rêber Ocalan heta bigihêje azadiya fîzîkî.
Em hêvîdar in ku guh bidin bang û daxwazên me û xebateke cidî ji aliyê hemû sazî û dezgehên navneteweyî û ewropî ve bê kirin, da ku wekhevî û dadmendiya mirovî pêk were.
Her wiha em bang li gelê Kurdistanê û dostên wan ên azadîxwaz û welatparêz ên cîhanê dikin ku li hemberî neheqî, binpêkirin û pêkanînên faşîst ên dewleta Tirk ên li ser Rêber Ocalan li ber xwe bidin, têkoşîn, û berxwedana xwe zêde bikin. heta ku daxwazên li pişt xwe hebin dê qet nemire dê bi ser bikeve.
Na ji polîtîkaya abstrakasyona mutleq re
Ji Rêber Ocalan re azadî
Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan
Qamişlo 21.5.2024


Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin