المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Li Londonê Meşa ‘Ji Rêber Apo re Azadî’

0 55

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Îngilistanê bi boneya 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Londonê bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî” dest bi meşa 3 rojan kir.

Li Îngilistanê bi boneya 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên protestoyî didomin. Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Îngilistanê (TCŞ) ji bakur ber bi başûrê Londonê meşeke ku dê 3 rojan bidome hate destpêkirin.

Di çalakiya ku li Actîon Town a li başûrê Londonê dest pê kir, gelek endamên TCŞ’ê beşdarî çalakiya ku pankartên bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiyê hatin hilgirtin. Çalakî bi tilîliyên berxwedanê dest pê kir û dirûşmeyên “Azadî Kurdistan”, “Bila hêzên komploger bimre”, “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Ciwan fedaiyên Apo ne” hatin berzkirin.

Meş di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat lidarxistin.

Meşa ku bi kortejê dest pê kir li kuçe û kolanên turîstîk û qelebalix ên bajêr û qadan eleqeyek mezin dît. Di dema meşê de belavok hatin belavkirin, wesayetan li qorneyan xistin û nîşaneya serkeftinê dan.

Li gel meşa dirêj, komek ji Meclîsa Gel a Kurd dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kir. Çalakvanên greva birçîbûnê jî cihê xwe di meşa dirêj de girtin. Jinan di çalakiya ku stran hatin gotin û di nav bêhnvedanê de govend gerandin, bi dirûşmeyên xwe reng dan çalakiyê.

Roja yekem a meşê wê li Qada Trafalgarê bi dawî bibe.

Meşa dirêj a ji aliyê ciwanan ve hatiye destpêkirin wê di 18’ê Sibatê de li ber Navenda Civaka Dalston bi dawî bibe. Di heman rojê de wê ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd ve meş û mîtîngek bê organîzekirin.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin