المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

TJK-F û CDK-F: Meşa li Kolnê dîrokî ye, teqez em tevlî bibin

0 38

TJK-F û CDK-F banga tevlîbûna meşa li Kolnê kir û got, “Ev meş xwedî wateyeke dîrokî ye. Divê em hemû cihê xwe di nav vê karwanê azadiyê de bigirin.”

TJK-F û CDK-F, bi daxuyaniyeke nivîskî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, çalakiyên Nobeta Edaletê û Meşa Mezin a Azadiyê silav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Pêngava azadiyê ya ku ji aliyê dost û hevrêyên me li qada navneteweyî ji bo Rêbertiya me dabûn destpêkirin, li tevahiya qada Ewropayê bi tempoyeke bilind belav dibe. Meşa me ya 25 rojan a bi 25 çalakgeran ji 25 bajaran ku li Bakurê Fransayê dest pê kir, bandoreke erênî ava kir. Meşa ku li bajarê Elmanya Kolnê di 17’ê Sibatê de pêk were xwedî wateyeke dîrokî ye.”

Di daxuyaniyê de her wiha ev bang hate kirin: “Di 17’ê Sibatê de divê her kes li dijî dewleta Tirk a faşîst û alîgirên wê dakeve qadan. Em dengê xwe li sed hezaran ku wê li Kolnê bên cem hev zêde bikin û pêngava xwe derxin asta herî jor. Li hemû qadên ku saziyên me lê ne, wê ji vê êvarê û pê ve otobus ber bi Kolnê ve bikevin rê. Her wiha wê bi hezaran welatparêzên Kurdistanê bi wesayîtên xwe yên taybet ber bi Kolnê ve bikevin rê. Divê em hemû di nava vê karwanê azadiyê de cihê xwe bigirin.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin