المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Meşa Mezin a Azadiyê: Em ê Abdullah Ocalan azad bikin

0 45

Parlamentera DEM Partiyê Sebahat Erdogan Saritaş di Meşa Mezin a Azadiyê de axivî û got: “Hûn nikarin dengê birêz Ocalan bibirin, yên ser dikevin dê bibin em.”

“Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo pêkhatina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin, di roja 3’yemîn de berdewam dike. Meşvanên di baskê meşê yê Qersê de piştî hevdîtina li navçeya Bazîd a Agiriyê, derbasî Giyadînê bûn. Meşvanên bi çepik û coşeke mezin li navçeyê hatin pêşwazîkirin li vir daxuyaniyek dan.

Parlamentera DEM Partiyê Sebahat Erdogan Saritaş a bal kişand ser berxwedanên dîrokî yên têkoşîna azadiyê ya Kurd wiha got: “Hemû serhildanên hatin kirin, ji bo azadiya Kurdistanê ne. Lê ji bo ku yekitiyek çênebû negihiştin armanca xwe. Ehmedê Xanî jî her tim bal kişand ser yekitiya kurdan. Divê Kurd bibin yek.”

Saritaş, bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in di bin tecrîdê de ye û wiha berdewam kir: “35 meh in agahî ji birêz Ocalan nayê girtin. Ev li dijî hiqûq û mirovahiyê ye. Bi awayekî dermirovî çûyîna malbat û parêzeran a Îmraliyê tê astengkirin. Em armancê dizanin. Gelê Kurd xwedî li paradîgmaya wekheviyê derdikevin û naxwazin bê serok bimînin. Em jî ji bo ku li azadiya fizîkî ya birêz Ocalan xwedî derkevin ketin rê. Nikarin birêz Ocalan bi vî gelî bidin ji bîr kirin. Li dijî şerê taybet ê qirêj em ê parastina paradigmaya azadiyê bidomînin. Hûn nikarin dengê birêz Ocalan bibirin, yên ser dikevin dê bibin em.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” bi dawî bû.

Piştî daxuyaniyê zarokên karker Mûhammed Aydemîr û Orhan Arslan ên di sala 2015’an de ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, li ber firina ku lê hatin qetilkirin hatin bîranîn.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin