المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Meşvanên Azadiyê serdana Pira Ciwanên Şoreşger kirin

0 62

Meşvanên Azadiyê serdana Pira Ciwanên Şoreşger a ji aliyê Denîz Gezmîş û hevalên wî ve hatî avakirin, kirin.

Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Wanê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, hatiye destpêkirin, ji Geverê bi çepik û tilîliyan ber bi Colemêrgê ve hate oxirkirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek nûnerên saziyên sivîl ên tevlî meşê bûne, li pêşiya avahiyê DEM Partiya Geverê kom bûn. Meşvanên Azadiyê yên yek bi yek silav dane esnafan, ji vê derê bi çepik û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hatin oxirkirin.

Meşvan ji hêla gel ve bi moral û coşeke mezin, bi silavdayîn û dirûşman tê pêşwazîkirin. Baskê meşê serdana Pira Ciwanên Şoreşger a Denîz Gezmîş û hevalên xwe, di sala 1969’an de li ser Ava Zapê çêkirine, kirin.

Meşvanên Azadiyê dê li navenda Colemêrgê bi gel re werin cem hev û ji wir jî berê xwe bidin Şirnexê. Tê payîn ku meşvan, dê serê sibehê bikevin rê.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin