المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

UPOTUDAK: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye

0 36

Di çalakiya ku ji aliyê Komîteya Navneteweyî ya Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî re (UPOTUDAK) li Londonê hat lidarxistin de peyama “Ji girtiyên nexweş re azadî, li dijî tecrîdê têkoşîn” da.

Bi pêşengiya Komîteya Navneteweyî ya Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî re li ber Pirtûkxaneya Wood Green a Londonê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Di çalakiya ku Meclîsa Gel a Kurd, Navenda Çandê ya Tohûmê û Gul-Derê piştgirî dayê de pankartên “Ji Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” û “Ji girtiyên nexweş re azadî, li dijî tecrîdê têkoşîn” hatin vekirin.


Di çalakiya ku wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin de bênavber li dijî tecrîdp dirûşm hatin berzkirin.Li ser navê KHM’ê Ali Poyraz, li ser navê Gîk-Derê Hêlîn Pekoz û Tohûm KM’ê jî Apo Gurlek axivîn.

Di axaftinan de, hate gotin ku tecrîd sûcek li dijî mirovahiyê ye û xwestin ku tecrîd tavilê bidawî bibe.

Di çalakiyê de ku daxwaza azadiya girtiyên siyasî hate kirin de hate gotin ku dewlet Tirk bi awayekî sîstematîk zext û êşkenceyê li ser girtiyên siyasî didome.

Di axaftinan de bertek nîşanî bêdengiya saziyên navneteweyî ya li hemberî bêhiqûqiya dewleta Tirk hat dayîn û wiha hat gotin: “Dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî kevneşopiya komkujiyê ya dewletê didomîne. Li Îmralî û F, bi lêzêdekirina tîpên S û Y tecrîd fireh kirine. Girtîgeh bûne cihên êşkence, tecawiz û mirinê. Bi tecrîda li girtîgehan, pêşî li dermankirina girtiyên nexweş digirin û bi astengkirina bernedana girtiyan re wan terkî mirinê kirine û bi desteserkirina maf û êrîşên wekî êşkence, lêgerîna tazî, sewq û sirgûn, qedexeyên ragihandinê, qedexekirina pirtûkan, serdegirtina hucreyan û bi rêya Lijneya Îdare û Çavdêriyê hewl didin girtiyên şoreşger teslîm bigirin.”

Di çalakiyê de hat bibîrxistin ku girtiyên şoreşger weke berê li dijî van êrîşan li ber xwe didin û hat gotin, “Ji bo em berxwedana girtiyan hembêz bikin û ji komkujiyan hesab bipirsin, wê têkoşîna me bidome.” Çalakî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin