المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

‘Sira dewletê rakin, bila Abdullah Ocalan azad bibe, PKK’ê ji lîsteya terorê derxin’

0 38

Bi deh hezaran kesên li dijî komkujiyên 9’ê Çileya 2013’an û 23’yê Kanûna 2022’yan li Parîsê li hev civiyan, xwestin sira dewletê ya der barê agahiyên lêpirsînê de bê rakirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Bi deh hezaran kes li dijî komkujiyên Parîsê li qada Gare du Nordê kom bûn û herikîn qada Republique.

Axaftvanên ku li Qada Republique xîtabî Kurdistanî û dostên wan kirin, daxwazên xwe yên ji bo rakirina sira dewletê ya der barê komkujiyan de, derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman.

AKDOGAN: TU KES NIKARE VÎNA ME BIŞKÎNE

Di mîtîngê de destpêkê hevserokên CDK-F’ê Xanê Akdogan û Şahîn Polat axivîn. Xanê Akdogan li ser navê civaka Kurd a Fransayê spasiya ji beşdarên meş û mîtîngê bûn kir, bang li dewleta Fransayê kir ku perdeya tarî ya li ser komkujiyan rake û got, “Wê destên me di qirika dewleta Fransayê de be. Em gelê Rêber Apo ne. Kes nikare vîna me ji holê rake. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. wê yên li pêşberî me şerm bikin.” 

Hevserok Şahîn Polat ku axaftina xwe ya bi Fransî kir, bal kişand ser berpirsyariya dewlet û hikûmeta Fransayê ya di van komkujiyan de.

KAPLAN: BAZARÊN LI SER QIRKIRINA KURDAN HENE

Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan di axaftina xwe de spasiya kesên beşdarî meş û mîtîngê bûn kir û diyar kir ku yên fermana komkujiyê dane hatine parastin û wiha axivî:: “We qebûl nekir ku Fransa li ser vê dozê di tariyê de bimîne. Em bang li dewleta Fransayê dikin, em dixwazin di vê dozê de edalet pêk were. Ev komkujî nikare di tariyê de bimîne. Kujer diyar in. Yên ku talîmat dane diyar in. Divê Fransahesabê vê bipirse. Lîstikên qirêj, peymanên qirêj, siyaseta qirêj tên meşandin. Bazarên li ser qirkirina Kurdan hene. Ev planên bi girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Girava Îmraliyê re dewam dikin. Em ê nesekinin. Lêgerîna me ya edaletê dê berdewam bike. Em ê li kolanan bin. Em ê heta dawî xwedî li mîrateya şehîdan derkevin û heta dawiyê em ê edaletê bixwazin. Jin Jiyan Azadî!”

HÊLÈNE BÎDARD: DEWLETA FRANSAYÊ SÛCDARÊN KOMKUJIYÊ DIPARÊZE

Piştî axaftina Ayten Kaplan, senatora Partiya Komunîst a Fransayê Hélène Bîdard bi senatoran re derket ser dikê û axaftinek kir. Bîdard got, “Sê jinên di komkujiyê de hatin qetilkirin nûnertiya sê nifşên cuda dikirin. Komkujî ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hatiye kirin. Em dixwazin ev bûyer bê ronîkirin. Ev jin femînîst bûn û ji bo hemû jinan têkodişiyan. Piştî 10 salan 3 Kurdên din li Parîsê hatin qetilkirin. Evîn Goyî li dijî DAIŞ’ê şer kir. Mîna hevalên xwe yên beriya 10 salan şehîd bûbûn li Parîsê hat qetilkirin. Ez li vir Jîna Emînî bi bîr tînim. Tevgera jinên Kurd ji bo têkoşîna femînîst û jinên cîhanê têkoşiya. Li ser navê Partiya Komunîst a Fransayê ez banga rakirina sira dewletê dikim. Em dixwazin Dadgeha Têkoşîna Dijî Terorê bi vê mijarê re mijûl bibe. Dewleta Fransayê sûcdarên komkujiyê diparêze. Divê Fransa helwesta xwe ya ji bo azadiya Kurdistanê zelal bike. Ez li ser navê FKP’ê jî bang li Yekîtiya Ewropayê dikim: biryarên DMME’yê bi cih bînin. Divê Fransa Kurdên li Fransayê biparêze. Li dijî hêzên tarî em bi we re ne.”

ÎBRAHÎM BÎLEN: EM JI ZINDANAN Û ÇEKÊN KÎMYEWÎ MEZINTIR IN

Îbrahîm Bîlen li ser navê malbatên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên dikomujiyên Parîsê de şehîd bûn, axivî û got, “Em li ber hemû şehîdên xwe bejna xwe ditewînin. Ger em îro bi zimanê xwe bi azad diaxivin ev bi saya şehîdên me, Rêber Apo û yên di eniya şer de li ber xwe didine. Em bi saya kesên ku ji bo vê dozê têdikoşin li vir in. Xwedî li şehîdên xwe derkevin, em bi saya Rêberê xwe li vir in. Em ê gav bavêjin. Em hebûn û em ê hebin. Em ji zindanan mezintir in, ji çekên kîmyewî mezintir in. Bijî Serok Apo, Jin Jiyan Azadî.”

Piştî axaftina li ser navê malbatên şehîdan, biraziyê Evîn Goyî yê biçûk Meles Bîlen strana xwe diyarî hemû şehîdên Parîsê.

PASCAL TORRE: DEWLETA FRANSA BI ÎSTÎXBARATA TIRK RE DI NAVA HEVSENGIYÊ DE DIXEBITE

Hevserokê Koordînasyona Neteweyî ya Piştevaniya Kurdistanê (CNSK) Pascal Torre di axaftina xwe de diyar kir ku heta sira dewletê ya li ser dosyayên dozê neyê rakirin, komkujî nayê ronîkirin. Torre di axaftina xwe de ev tişt got: “(Yên ku di komkujiyê de şehîd bûne) ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hatin qetilkirin. CNSK ev 11 sal in bi CDK-F’ê re ye. Em bi wan re di nava piştevaniyê de ne. Lê belê ji ber ku ev biryar weke sira dewletê hatiye girtin, ji bo ronîkirina komkujiyê tu gav nehatine avêtin. Berpirsiyarê komkujiyê Erdogan e, sefaret sûcdar e. Li hemberî kurdan sûc hatiye kirin. Çima dewleta Fransayû sira dewletê ranekir? Dewleta Fransayê bi îstîxbarata Tirk re di nava hevsengiyê de dixebite.

Em dixwazin kesên ku komkujî plan kirine bên darizandin. Em dewleta Tirk şermezar dikin. Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan bixebitin. Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin. Em bomberdûmana dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar dikin. Divê Fransa piştgiriyê bide kurdan.

Bizanin ku em ê wek komîteya hevgirtina Fransiziyan a bi Kurdistanê re li gel we bin. Bijî hevgirtina gelan.”

ZUBEYDE ZUMRUT: BI SIRA DEWLEtÊ RE DOSYA VEŞARTIN. GEL WÊ BI TÊKOŞÎNÊ VAN SIRAN RAKE

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut  ev tişt anî ziman: “Di şexsê  Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Mîr Perwer, Evîn Goyî de rhemê şehîdên şoreşê bi bîr tînim. Ez weke jineke Kurd minetdara mîrateya wan im. 11 sal berê, pêşenga civaka Kurd Sakîne Cansız, pêşenga ciwanan Leyla Şaylemez û dîplomata gelê Kurd Fîdan Dogan hedef hatin girtin. Jinên Kurd bûn hedef. Em di nava 10 salan de du caran hatin qetilkirin. Em kujeran nas dikin. Gelê Kurd kesên ku di her du komkujiyan de rol lîstin radestî Fransayê kirin. Lê dewleta Fransayê komkujî ronî nekir. Em ê dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin. Em ê têkoşîna xwe bi qasî kîna xwe mezin bikin. Dewleta Fransayê çavên xwe girtin. Wî dosya wek sira dewletê veşart. Em ê bi têkoşîna gel van siran ji holê rakin. Heta em Rêber Apo azad bikin em ê li qadan bin.”

ENGÎN SEVER: EM Ê DI 2024’AN DE BI AZADIYA RÊBER APO RE BERSIVA HERÎ XURT BIDIN

Hevserokê KCDK-E’yê Engin Sever got ku bersiva herî bihêz a komkujiyê dê bibe azadkirina Rêberê Gelê Kurd e. Engîn Sever wiha axivî: “Di 10 salên dawî de em li Parîsê du caran hatin qetilkirin. Xwestin Têkoşîna Azadiya Kurdistanê asteng bikin. Rêber Apo bersiva herî mezin bi azadiya Rojava da. Em ê di sala 2024’an de bi azadiya Rêber Apo re bersiva herî xurt bidin komkujiya duyemîn. Ev her du komkujî ji aliyê dewleta tirk ve hatin kirin. Destê dewleta Fransa jî tê de heye. Her du dewlet endamên NATO’yê ne; xuya ye ku destê NATO’yê tê de heye. Fransa endamê YE’yê ye, tiliya YE’yê tê de heye. Ji ber vê yekê divê em hemû qadên Ewropayê bikin qada berxwedanê.” 

Axaftina Engîn Sever bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

MATHILDE PANOT: SIRA DEWLETÊ RAKIRIN

Mathilde Panot a ji Tevgera Serî Natewînin a Franseyê di axaftina xwe de ev tişt got: “Ez endama koma parlementoya Parîsê me. Parlamenterên partiya me li gel me ne.

Edalet û heqîqet hêj derneketiye holê. Divê Dadgeha Dijî Terorê têkeve dewrê. Em dixwazin hûrgiliyên vê lêkolînê bizanibin. Em piştgiriyê didin têkoşîna we. Em bang li hikûmeta Fransayê dikin ku sira dewletê rakin! Em naxwazin li vî bajarî mirov bên qetilkirin. Em naxwazin ev rejîm li Parîsê ne jî li cihekî din komkujiyan bike. Gelê Kurd ji bo hemû mirovahiyê li dijî DAÎŞ’ê şer kir. Lewma divê her Kurdek li vî welatî bê parastin. Dewleta Tirk şantajê bi kar tîne. Em dixwazin girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê bên berdan. Em bombebarana dewleta Tirk a li ser Rojava şermezar dikin. Li wir pergaleke demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê ava dibe. Têkoşîna me ya ji bo edalet û heqîqetê wê bidome.”

REMÎ FÉRAUD: EM DI TÊKOŞÎNA AZADIYA ABDULLAH OCALAN DE LI CEM GELÊ KURD IN

Li ser navê Şaredariya Parîsê senator Remî Féraud axivî û xwest ku sira dewletê ya li ser dozên komkujiyê bê rakirin û wiha domand: “Ez li ser navê şaredariya Herêma 10’emîn a Parîsê û Şaredariya Parîsê diaxivim. Dîsa Sara, Rojbîn, Ronahî tê bîra min. Divê sira dewletê ya li ser dozên komkujiyan bê rakirin. Ev komkujî komkujiyên siyasî bûn û li navenda Parîsê hatin kirin. Ez li ser navê Şaredara Parîsê Anne Hidalgo dibêjim ku em naxwazin ev komkujî li Parîsê çêbibin. Divê ji vê re bibêjin êrîşa terorê û doz li dadgeha terorê bê dîtin. Em bi Rojava re û piştevaniya gelê Kurd dikin. Di têkoşîna azadiya Abdullah Ocalan de em li cem gelê Kurd in. Em ji bo edalet û eşkerebûna heqîqetê têdikoşin.”

ZUBEYÎR AYDAR: BERPIRSYARÊ KOMKUJIYÊ DEWLETA FRANSAYÊ YE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar di mîtîngê de axivî û diyar kir ku dewleta Franseyê der barê komkujiyan de lêpirsîneke bi bandor nekiriye. Zubeyîr Aydar  ev tişt anî ziman: “Em di lêgerîna edaletê de ne. Par li vir 3 şervanên Kurd hatin qetilkirin. 11 sal derbas bûn lê hêj edalet derneketiye holê. Ev doz heta niha hatiye nixumandin. Dewleta Fransayê di vê mijarê de gavên erênî neavêt. Lêpirsîn venekir. Yê ku ev bûyer pêk anî MÎT bû. Qeydên deng hene, delîl hene; lê dîsa jî tu doz li dijî dewleta Tirk nehatiye vekirin. Em careke din vê qebûl nakin. Banga me ji dewleta Fransayê re heye. Hûn jî berpirsiyar in. Kurd dê dozên xwe bişopînin. Em ê van dozan bişopînin.”

BILA DOST Û DIJMIN ZANIBIN KU KARWANÊ AZADIYÊ DIMEŞE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Aydar di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re “çareseriya siyasî” ji bo şikandina tecrîdê hatiye destpêkirin û bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li zindanan hatine destpêkirin. Aydar bal kişand ser berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên dewleta Tirk, banga xurtkirina gerîla kir. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Aydar got: “Em di pêvajoyek pir girîng re derbas dibin. 34 meh in em ji Rêberê Gelê Kurd Reber Apo agahî nagirin. Du meh şûnde wê bibe 3 sal ku em agahiyê nagirin. Ne malbat, ne parêzer û ne jî kesekî din destûr nadin ku ti kes pê re hevdîtinê bike. Dostên me di 10’ê Cotmehê de dest bi pêngava Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî. Banga me ji gelê me re ev e, em piştgiriyê bidin vê pêngavê. Werin em xwedî li vê pêngava azadiya Rêber Apo hderkevin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd bi hev ve girêdayî ne. Li aliyê din bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne. Ev greva birçîbûnê 40 roj derbas kir. Divê em di vê pêvajoyê de cihê xwe bigirin. Divê em peywira xwe ji li hemberî girtiyên di zindanên Îran û Tirkiyeyê de bi cih bînin. Ez wan silav dikim. Her wiha diyar dikim ku bila dost û dijmin bizanibin ku karwanê azadiyê dimeşe. Karwanê azadiyê ku beriya 50 salan bi rê ket, îro li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava ber bi azadiyê ve dimeşe. Lewma di van rojên sar de bi hezaran ciwanên Kurd li çiyayên Kurdistanê di nava xendekan de şer dikin. Ji bo parastina nirxên gelê me, ji bo parastina nirxên welatê xwe li ber xwe dide.

Ez silavên xwe ji wan, Zap, Avaşîn, Metîna, Qendîl û hemû kesên di çeperan de şer dikin re dişînim.

Hevalno, li ser navê tevahiya civakê em we hemûyan silav dikin!

Werin em xwedî li gerîla derkevin. Banga me ji hemû ciwanên Kurd re ev e: Îro roja berxwedanê ye. Werin em tevlî refên azadiyê bibin. Em şopdarên Rêber Apo ne! Em şopdarên şehîdan in.”

Axaftina Zubeyîr Aydar bi dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.

SUZY ROTHMAN: EM DIXWAZIN HEQÎQETÊ DERXIN SER RÛYÊ ERDÊ

Suzy Rothmana ku li ser navê Tevgera Jinan ya Netewî ya Fransayê axivî van yekan destnîşan kir: “Komkujiya yekem di 2013’an, komkujiya duyem 2022’an de pêk hat û em dizanin ku Tevgera Jinên Kurd li Parîsê hedef hat in girtin. Ji ber ku pêşengên jinên Kurd bûn hedef hatin girtin. Ev jin ji ber ku li hember feraseta îqtîdarê têkoşiyan sûrgûnî Fransayê bûn û li vir hatin qetilkirin. Tevgera Jinên Kurd tevgereke femînîst e û em di 25’ê Mijdarê, 8’ê Adarê bi hev re li qadan in û ji bo jinên li cîhanê têdikoşin. Ji bo ku projeya civaka demokratîk ya ku li Rojavayê pêş ket têkeve rojevê divê em piştgiriyê nîşan bidin. Têkoşîna me rojevê de ye. Û em dixwazin heqîqet bi ser bikeve. Em dixwazin qetlîam werin zelalkirin. Em ji bo heqîqet û edaleyê li gel we ne.”

JEAN CHRÎSTOPHE SELLÎN: DIVÊ MACRON MALBATÊN ŞEHÎDAN PÊŞWAZÎ BIKE

Jean Chrîstophe Sellînê ku Koordînatorê Netewî ya Partiya Çepan e vegot, “ Ji bo heqîqet û edaletê em dixwazin sira dewletê ya li ser dozan rabe. Em li Rojavayê piştgirî didin şervanên YPG û YPJ’yê. Li hember komkujiyên Parîsê em li gel we ne. Em dixwazin ku PKK ji lîsteya terorê derkeve. Ji bo heqîqet û edaleyê rm ê têkoşîna xwe bidomînin. 

Em azadiya Abdullah Ocalan, Apo dixwazin. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo gelê Kurd tenê Ocalan dikare çareseriyê pêk bîne. PKK, partiyên Kurdan ji bo jiyana ekolojîk, demokratîk bernameya xwe pêş dike. Lê belê AKP li hember vê yekê ye. Em li Rojava li gel Kurdan, li Xezeyê jî li gel Fîlîstîniyan e.

Dive Macron sira dewletê ya li ser dozan rabike û komkujiyên Parîsê zelal bike. Divê Macron malbatên şehîdan pêşwazî bike û çi hewce dike bîne cih.”

OLÎVER BESANCENOT: DIVÊ EM ZORÊ BIDIN HIKÛMETA FRANSAYÊ

Berdevkê Partiya Nû ya Antî Kapîtalîst Olîver Besancenot di axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku divê zext li dewlet û hikûmeta Fransayê bê kirin. Oliver Besancenot: “Divê em zextê li dewleta Fransayê bikin da ku surra dewletê ya li ser komkujiyan ji holê rabe. Em ji hemû malbatên şehîdan re silavên xwe dişînin. Em li cem gelê Kurd in. Em ji projeya konfederalîzma demokratîk îlham digirin. Divê em bi hev re şer bikin. Li her derê, li Fransayê, hikûmetên faşîst ên rastgir pêş dikevin. Ev hikûmet nîşan didin ku ew ne li dijî Erdogan in. Divê Fransa ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin çi hewce dike bike. Divê girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê û Ocalan bên berdan.”

Piştî axaftinan peyama Koordînasyona KJK’ê ji beşdaran re hat xwendin. 

DENÎS GRAVOUÎL: DIVÊ KOMELEYÊN GELÊ KURD BÊ PARASTIN 

Piştî peyama Koordînasyona KJK’ê hate xwendin, ji sendîkaya CGT Denîs Gravouîl hat ser dikê û axivî. Denîs Gravouîl di axaftina xwe de ev tişt got: Li ser navê sendîkaya CGT em baş dibînin ku gelê Kurd li Parîsê du caran hate qetilkirin. Ev 6 kes ji ber ku doza Kurd parastibûn hatin qetilkirin. Em dizanin ku berpirsyarê Komkujiya 2’emîn yekî faşîst bû, lê ji bo armancên din hat bikaranîn. Ji bo vê jî divê surra dewletê ya li ser komkujiyan bê rakirin û doz li Dadgeha Terorê bê dîtin. Divê civakên gelê Kurd bên parastin û berpirsiyar bên darizandin. Weke CGT em dixwazin hevgirtina xwe nîşan bidin. Em heqîqet û edaletê dixwazin” 

JEROME GLEÎZES: LI PIŞT KOMKUJIYAN TIRKIYEYA ERDOGAN HEYE

Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya Parîsê Jerome Gleîzes jî got, “11 sal berê li Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Salek berê Evîn Goyî, Mîr Perwer, Abdurrahman Kizil li Parîsê hatibûn qetilkirin. Em dixwazin hûn bizanibin ku ekolojîst li kêleka Kurdan in. Li pişt van komkujiyan Tirkiyeya Erdogan heye. Ji bo ku heqîqet û edalet derkeve holê divê dadgeh bikêr bin. Ekolojîst bi Kurdan re ne. 100 saliya Lozanê, Lozan îxaneta li Kurdan e. Bêyî naskirina mafên Kurdan çareserî nabe. Ez bawer dikim ku em ê di pêşerojê de edaleta rast bibînin.”

RENÉ LE MÎGNOT: BILA PKK JI LÎSTEYA TERORÊ DERKEVE, BILA OCALAN AZAD BIBE

René le Mîgnot di mîtîngê de axivî û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bê pêşxistin banga dîyaloga bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir. René le Mignot got, “Leyla Şaylemez ji bo ciwanên Kurd têdikoşiya. Fîdan Dogan ji bo gelê Kurd dîplomasiyê dimeşand. Sakîne Cansiz damezrînera PKK’ê bû û ji bo azadiya gelê xwe têkoşiya. Ji ber vê jî hatin qetilkirin. Li ser vê komkujiyê 11 sal in em banga heqîqetê dikin. Hemû delîl nîşan didin ku dewleta Tirk di nav de ye. Çima kujer nehatim darizandin? Ger kujer nexweş bû, çima zû nehat darizandin? Em Erdogan dizanin, Balyozxaneya Tirk li pişt vê komkujiyê ye. Em careke din bang li dewleta Fransayê dikin ku sira dewletê ya li ser dosyaya komkujiyê rabike. Ji ber ku 10 sal şûn de komkujiyeke din pêk hat. 60 aktîvîstên jin ên Kurd wê li CDK-F’ê li hev bicivin. Ev êrîş ne êrîşeke nijadperestî bû, êrîşeke terorîstî bû. Şerê dewleta Tirk li Rojava, Iraq û Îranê bi heman rengî dewam dike. Em dizanin ku rêberê gelê Kurd li Rojhilata Navîn ji bo çi têdikoşe. Divê Abdullah Ocalan, siyasetmedarên kurd, Selahattin Demirtaş bên berdan. Em dixwazin PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin. Weke ku di peymana mafên mirovan de jî hatiye diyarkirin, dema dewlet êrîşî gel bike, mafê gel heye ku xwe biparêze. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd divê di navbera Abdullah Ocalan û dewletê de diyalog bê kirin.”

René le Mignot axaftina xwe bi nîşaneya serkeftinê bi dawî kir. 

LÎLA AYAHALAA: PKK LI DIJÎ FAŞÎZMÊ TÊKOŞÎNA XWEPARASTINÊ DIMEŞÎNE

Li ser navê Yekîtiya Komunîst Libertarîe (UCL) Lîla Ayahalaa jî banga rakirina nepeniya dewletê ya li ser bûyerên komkujiyan kir. Lîla Ayahalaa di axaftina xwe de wiha got: “Hevreyên me, rêxistina me îro jî bi we re ye. Ji bo ku rastî derkeve holê divê sira dewletê ya di êrîşa 2013’an de bê rakirin. Êrîşên siyasî yên li dijî gelê Kurd û gelê Kurdistanê ne. Stratejiya dewleta Tirk a dagirker jî heman tişt e. Li her derê êrîşî gelê Kurd dike. Dijminên jinan pir baş dizane ku têkoşîna jinan dê şoreşê bîne. Konfedarlîzma demokratîk li her derê cîhanê ji gelan re dibe îlham. PKK li hember faşîzmê, têkoşîna xweparastine dimeşîne. Ji ber vê yekê divê Abdullah Ocalan bê berdan. Şoreş gerdûnî ye.”

Mîtîng bi stranên TEV-ÇAND’ê bi dawî bû.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin