المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Parêzeran ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdan kirin

0 83

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke din kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Cengîz Yureklî û Emran Emekçî ji bo karibin muwekîlên xwe yên li Îmraliyê tecrîdkirî ne Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzer ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd bibînin hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê nikarin bersivê werbigirin.

Di nava 12 salên dawî de parêzeran tenê 5 caran karîbûn Abdullah Ocalan bibînin. Hevdîtina herî dawî ya parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd re di 7’ê Tebaxa 2019’an de hatibû kirin.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin