المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Parêzer Arricale: Tecrîd li dijî qanûnê ye

0 41

Endama Navenda Lêkolînê ya ji bo Demokrasiyê ya li Îtalyayê hiqûqnas Michela Arricale got, tecrîd li derveyî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmehê de bi dirûşma ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ pêngavek hate destpêkirin. Endama Navenda Lêkolînê ya ji bo Demokrasiyê ya li Îtalyayê hiqûqnas Michela Arricale jî piştgirî da pêngavê.

Parêzer Michela Arricale ku Hevseroka Koma Destwerdana Hiqûqî ya Navneteweyî ye wiha axivî: “Ya rast li derveyî her cûre qanûnên neteweyî û navneteweyî ıye, binpêkirina pîvanên Hiqûqa Înfaza Ceza ya Navneteweyî ye. Ji bo qala tecrîdkirina Ocalan bê kirin di asta Konseya Ewropayê de divê gotineke nû bê peydakirin.”

‘LI DIJÎ PÎVANÊN HIQÛQA HEMDEM E’

Parêzer Michela Arricale bêdengiya saziyên navneteweyî ya li hemberî tecrîda li Îmraliyê rexne kir û têkildarî helwesta CPT ku rapora Îmraliyê eşkere nake wiha axivî: “Hûn nikarin bi devkî bînin ziman, hingî hûn ê karibin ragihînin. Ji ber ku agahîwernegirtina bi demeke dirêj dibe sedem ku pîvaneke hiqûqe welê biafirîne ku serwer xwedî hêza jiyan û mirinê ya li ser hemû mirovan e. Ev rewş bi pîvanên hiqûqa hemdem nikare bê vegotin. Tecrîda Îmraliyê teqez li dijî pîvanên hiqûqa demokratîk a hemdem e.”

Parêzer Arricale ragihand ku ew ê zextê li CPT bikin û got, “Niha di asta navneteweyî de em hewl didin li nava Yekîtiya Parêzeran a li Konseya Ewropayê vê yekê bikin. CPT qet nebe divê rapora xwe eşkere bike.”

‘DIVÊ EM BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ’

Hevseroka Koma Destwerdana Hiqûqî ya Navneteweyî parêzer Michela Arricale destnîşan kir ku ji bo azadiya Ocalan divê pîvanên hiqûqî yên navneteweyî bi rengekî rast bên şîrovekirin û got, “Ji bo vê jî divê em bikevin nava liv û tevgerê û bi wî re bin. Ev yek ji bo me cewhera niha têkoşînê ye. Ev têkoşîn hem wê li nava welêt hem jî di asta parêzerên pêşverû yên Ewropî de bê kirin.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin