المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

K-E beşdarî pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ bû

0 63

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E) bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew beşdarî pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî, bûne.

KCDK-E ku mezintirîn saziya sîwanê ya Kurdên li derveyî welat e, têkildarî pêngava cîhanî ya ku dostên gelê Kurd di 10’ê Cotmehê de li zêdetirî 100 navendan bi daxuyaniyên çapemeniyê ragihandine, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Hevserokên KCDK-E, hevserokên KON-MED û hevserokên federasyonên girêdayî wê beşdarî civîna li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Munîhê bûn.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut ve hat xwendin. Zubeyde Zumrut diyar kir ku ew weke KCDK-E beşdarî kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd hatine destpêkirin, bûne.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em pêngava 10’ê Cotmehê ya ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin silav dikin. Pêngava navneteweyî ku xeleka li dora Rêber Apo ye ku 25 sal in li Îmraliyê di hucreya yek kesî de dîl tê girtin, bûye xala herî girîng a têkoşîna me ya azadiyê.”

Zubeyde Zumrut bal kişand ser çalakiya ku dostên gelê Kurd di 10’ê Cotmehê de li çar aliyên cîhanê bi daxuyaniyên çapemeniyê ragihandine û wiha dewam kir:

“Banga ‘Ji Azadî ji Abdullah Ocalan re, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ ku beriya niha ji 100 navendan derbas bû, xwedî nirxekî giranbuha ye. Ev helwesta ku ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd weke tevkariyeke mezin hate pêşkêşkirin, li Bangladeş, Tokyo, Hindistan, Kenya, Afrîkaya Başûr, Amerîkaya Latîn û Ewropayê bi awayekî hemwext li gelek deverên cîhanê hate meşandin. Di bangawaziyan de fikrên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û paradîgmaya ku afirand di asta navneteweyî de hatin qebûlkirin. Ji bo rakirina hemû astengiyên li pêşiya azadiya Rêber Apo û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd, pêngava yekemîn e û gelekî girîng e. Ji ber vê yekê teqez e ku pêngav di bidestxistina serkeftinê de gava herî diyarker e.

Ev pêngava enternasyonalîst a ku li dijî polîtîkayên qirkirin, înkar û teslîmgirtinê yên di şexsê Rêber Apo de li ser gelê Kurd tê meşandin, Gelên cîhanê ji bo biratiya gelan û Rêber Apo xwe dikin mertal. Ji neteweyên cuda, sendîka, sazî, jin û ciwan diyar dikin ku ew her roj bi bangek nû tevlî vê tevgerê dibin. Pêwîst e Rêber Apo bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ji bo ku rola xwe ya siyasî bilîze jî divê ji girtîgehê derkeve. Çareseriya bingehîn aramkirina erdnîgariya Rojhilata Navîn û Kurdistanê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Weke KCDK-E em bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd ji aliyê hevalên me ve hatiye destpêkirin. Gelê me yên li Ewropa, Awûstralya û Kanadayê dijîn, pêkhateyên me, hemû pêkhateyên me yên xebatê, dîplomatîk jî di nav de, bi hemû hêza xwe, jin, ciwan û hemû civaka me beşdarî pêngava Ji Rêber Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî bibin. Bi xebatên siyasî, huqûqî, dîplomatîk û gelemperiyê bênavber vê pêngavê bimeşînin. Em banga xwedîderketin û pêşxistina pêngavê li her kesî dikin.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin